Wîkîferheng:Daxwazên standardkirinê

Ji Wîkîferhengê

Portal > Standardkirin > Rêzikên standardkirinê

Destpêkirin: Piştî şablona {{standardkirin|<peyva 1>|<peyva 2>|<peyva 3>|<...>}} (ya kurt {{ds}}) tevlî rûpelê kir, pê li bişkoka (+) bikin û li jêr peyva ku hûn dixwazin were standardkirin qeyd bikin. Ji bo nimûne bnr. şaneşîn

Standardkirin: Bikarhênerek bi şablona {{rfk|<standarda kitêbê>}} standarda Ji bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî)-Tirkî ya Nû diyar dike. Nimûne:

Ku standarda peyvekê di kitêbê de tune be hingê divê wisa were bikaranîn:

Kengê ev şablon hat dayîn, pêvajoya nîqaş û gotûbêjê dest pê dike. Nivîsa Gotûbêj: jî wek === Gotûbêj === biguhêrin da ku haya bikarhênerên din ji destpêkirina gotûbêjê hebe. Ku di du hefteyan (herî zêde mehekê) de ti kes dest bi nîqaşê nekir, awayê standard ê vê kitêbê tê pejirandin. Heke hevrikî/nelihevî hebe, her bikarhêner awayekî standard li gorî çavkaniyan di dengdanekê de pêşniyaz dike. Li gorî encama dengdanê awayê standard tê pejirandin.

Arşîvkirin: Piştî li ser standarda peyvekê biryar hat dayîn (bi bikaranîna şablona {{ds-kirî|<peyva standard>}}), bi şablonên {{arşîv-ser}} û {{arşîv-bin}} nîqaş li gotûbêja peyvê tê zêdekirin.

Daxwazên standardkirinê: 2024

şaneşîn, şahnişîn, şehnişîn: hewceyî standardkirinê ye. --Balyozxane (gotûbêj) 15:29, 27 tîrmeh 2020 (UTC)[bersiv bide]

Gotûbêj

Şirove Bi fikra min; herfa “h” bêhtir tama kurmancî dide. Di gelek peyvên kurmancî de em dibînin ku tesîra soranî li ser cêbûye. Mînak peyva “şehr” bi kurmancî ye lê peyva “şar” hevwateya wê ya soranî ye. Soran di gelek peyvan de “h”yê diqurtînin Mohajeer (gotûbêj) 17:31, 1 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

Li gora vê ferhengê "agadarî" rasttir e ji "agahdarî" (û aga bi dêla agahî), "fire" rasttir e ji "fireh", "bawerî" rasttir e ji "bahwerî" hwd. Go em li gora vê li vir herin ne baştir e di peyvên din de jî ev guhertin cêbibin? -- Guherto (gotûbêj) 17:34, 1 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
Her peyv divê cuda werin kategorîzekirin û her kategorî divê ki gorî rêbazekê were standardîze kirin. Agahdarî û fireh/fereh chêtir e bi min. Ev peyama bêîmze ya Mohajeer (gotûbêjbeşdarî) e.
Ez jî weke te difikirim, ez bixwe dibêjim "fereh" lê hinek ji peyvên di devoka min de di devokên din de bi "i" tên gotin. -- Guherto (gotûbêj) 18:35, 1 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]


Şirove @Bikarhêner, Balyozxane, Mohajeer, û Ghybu: Hevalno, hûn van peyvan bi "eh" yan "a" dibêjin? Li ber çavê min gelekî ecêb e ku hemû peyvên "eh" mînak pehn dibêjin ku yên "a" rasttir in (pan). -- Guherto (gotûbêj) 20:03, 30 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Guherto: Em wek "şaneşîn" bilêv dikin. -- Bikarhêner (gotûbêj) 05:17, 31 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Bikarhêner: Peyvên din tu çawa dibêjê? -- Guherto (gotûbêj) 15:02, 31 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto: "Bawerî", "agahdarî", "şehr", carina "fire" / carina "fireh", "şiyar" / "hişyar" (her du jî, lê bi ya min cudahiyeke maneyî heye di navbera wan de), "alîkarî", "hesp", "hişk", "hinek"... -- Bikarhêner (gotûbêj) 16:18, 31 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Bikarhêner: Spas, erê şîyar (înglîzî "awake") û hişyar (înglîzî "alert"/"conscious" (nêzîk:) "careful") ne eynî tişt in. -- Guherto (gotûbêj) 16:43, 31 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
Gelek peyv hene bi rastî “eshk/hishk, esb/hesp, encûr/hêjîr, endek/hinek=hindek, şiyar/hişyar, alîkarî/harîkarî, esr/hêsir, lane(farîsî)/hêlîn/Hêlûn/Landik hwd. Her wisa Ev rûpela standardîzekirinê spaseke mezin heq dike ku pirr bash chêbûye. Mohajeer (gotûbêj) 18:50, 1 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

Şirove Li gorî hin çavkaniyan:

--Balyozxane (gotûbêj) 15:43, 10 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

Şirove

Rewiye tine (gotûbêj) 10:45, 22 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

Şirove Bi eşkereyî çavkaniyên ku min dane "şaneşîn" çêtir digirin.--Balyozxane (gotûbêj) 16:00, 10 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

Şirove @Rewiye tine û Bikarhêner: Hûn dikarin ji bo peyva şaneşîn, #zuha, #hemû, #xwîn jî çavkaniyên xwe lê zêde bikin? Bila çavkanî tenê ez nebim. --Balyozxane (gotûbêj) 21:32, 21 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Balyozxane:Min fam nekir. Yê çawa were kirin? Hinik din şîrove bike. Tu bikaribî mînakek amade bik deqene mirov bizane çawa biguherîne.Rewiye tine (gotûbêj) 20:34, 24 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Rewiye tine: Binêre peyva qirnebît, hemû peyvên di beşa herwiha de dibêjin "Guhertoyeke qirnebît". mînak qernabît, em ê jî wisa bikin. --Balyozxane (gotûbêj) 20:57, 24 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

ziwa / zuha--Balyozxane (gotûbêj) 09:13, 31 tîrmeh 2020 (UTC)[bersiv bide]

Gotûbêj

Şirove Yan jî zuwa yan ziha, ziya û zuya jî hene. -- Guherto (gotûbêj) 09:28, 31 tîrmeh 2020 (UTC)[bersiv bide]

Şirove Li gorî çavkaniyan:

--Balyozxane (gotûbêj) 15:48, 12 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

Şirove

  • ziwaMusa AltunFerhenga Îngilîzî KurdîWeşanên Sîtav2020, çapa 1em, r. 213, ISBN 978-605-7920-66-9
  • ziwaKamuran A.Bedir Khan, Josefe Bertolino, Kendal NezanInstitut Kurde De Paris Ferhenga Kurdî-FransizîAvesta2017, çapa 1em, r. 1953, ISBN 978-2-360134311
  • ziwaRemzî Pamukçu, Danîel DelgadoFerheng Kurdî-Îspanyolî/Îspanyolî-KurdîDara2020, çapa 1em, r. 170, ISBN 978-605-06612-4-8
  • ziwa Ramazan ÇeperFerhenga EtîmolojîyêDo2014, çapa 1em, r. 307, ISBN 978-605-4809-21-9
  • ziwaRamazan Pertew, Mikail Bulbul, Çetin Taş, Ruken Çaliştiran, Bunyamin DemirFono Kurdçe Standart Sozluk/Tirkî-Kurdî Ferhenga StandartFono2018, çapa 2em, r. 340, ISBN 978-975-471-487-6
  • zûhaSeîd VerojFerheng Kurmancî-Dimilî/Zazakî-TirkîAvesta2018, çapa 2em, r. 273, ISBN 978-2-360134311
  • zihaYusif Diyadîn PaşaFerhenga HemîdîDara2017, çapa 1em, r. 78, ISBN 978-605-67943-0-8
  • Ziha û ziyaMamê Elî, Suleyman YildirimFerhenga Somerî-Kurdî/Kurdî-SomerîWeşanên jj2011, çapa 1em, r. 169, 170, ISBN 978-605-62251-0-9
  • zuaMaurizio GarzoniGrammatica e Vocabolario Della Lingua KurdaAvesta, r. 94

Rewiye tine (gotûbêj) 19:07, 22 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

Li gor van çavkaniyan divê peyva sereke ziwa be. --Balyozxane (gotûbêj) 15:48, 12 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
  • "hemû" -wiktionary = 1.870.000 encam
  • "hemî" -wiktionary = 1.190.000 encam

-- Guherto (gotûbêj) 13:07, 31 tîrmeh 2020 (UTC)[bersiv bide]

Gotûbêj

Şirove hemû jî bi awayekî neçê (pir xirab) ji zimanê soranî ketiye nav zimanê kirmancî. Li hin deverên bakurê hemû heye, lê di nav ixtiyaran da pir nayêt dîtin, lê gava ku di nav wan da hatibit dîtin, hingê wek hemi o hemu derbaz dibit. Bi ya min soranî tesîreke qerase li standarda zimanê me ye kirî çunkî bi zimanê wana hemû ye. Di edebiyata klasîk da herdem wek hemî derbaz dibit. -- Hakîmo (gotûbêj) 14:25, 11 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

hemî > hemi > hemu > hemû

Şirove

soranî; هه‌موو(hemû) [1]
kirmanckî; Heme, Grûba Xebate ya VatayîFerhengê Kirmanckî-TirkîVate2011, çapa 4em, r. 210, ISBN 978-975-6278-52-9
Farisî; همه (Heme) [[2]]

Rewiye tine (gotûbêj) 19:57, 23 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

Şirove Li gorî hin çavkaniyan:

  • hemûMichael L. ChyetFerhenga Birûskî: Ferhenga Kurmancî-Înglîzî, Kurmanji-English Dictionary, Transnational Press London, 2020, cild M-Z
  • Di pirtûkê de wek ḧemû derbas dibe.
  • hemûAmadekar: Viktor Katvalyan, Ašot Arseni Abrahamyan, Gohar Mxit̕aryan FERHENGA KURDÎ-ÊRMENÎ, ÊRMENÎ- KURDÎ, Ասողիկ, YEREVAN, 2016, r. 180, ISBN 978-9939-50-357-8
  • Di pirtûkê de wek ḧemû derbas dibe.
  • hemûQanetê KurdoFerhenga kurdî-rûsî, NEŞIRXANA DEWLETÊ YA FERHENGÊD ZIMANÊ MILETÊD DEREVE О YÊ SOVÊTÎSTANÊ, Moskva, 1960, r. 309
  • Di pirtûkê de wek ḧemû derbas dibe.
  • hemûZana Farqînî, Ferhenga Kurdî - Tirkî, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Avrêl, 2005, r. 772.
  • hemûAmadekar: Azad MAKÛYÎ, Haşim MEHMÛDÎ, Şehnaz OMERZADE, Nasir ECEMÎ, Mohsin QULÎZADE, Kejal PADAŞ, Efsûn YÛSIFΠFerhenga Kurdî ( Kurmancî ) - Farsî, Weşîner: Berhevkar, Tehran, 2012, r. 51, ISBN 976-964-5821-40-9
  • hemîAmadekar: Mehmet Emin BOZARSLAN Ferhenga Kurdi - Cıldê Dıduyan E-K, Weşanên Deng, 2015ISBN 978-975-7011-93-4
    Di vê ferhengê de dewsa î → i dewsa i → ı hatiye nivîsîn loma wek "hemi" di pirtûkê de derbas dibe.
  • hemî → J. Blau, Kürtçe/Türkçe/Fransızca/İngilizce Sözlük , Sosyal Yayınları, Mayıs, 1991, r. 137.
  • hemîAmadekar: Musa Anter Ferhenga Khurdî - Tirkî [arşîv], Yeni Matbaa, Istanbul, 1967, r. 62
  • hemîYUSUF ZİYAEDDİN PAŞAAmadekar: Mehmet Emin BOZARSLAN Kürtçe Türkçe Sözlük ["EL-HEDİYYE EL-HAMİDİYYE Fİ'L-LUGAT EL-KURDİYYE"], ÇIRA, 1978, r. 121
  • hemû û hemîAmadekar: D. İzoli Ferheng Kurdi - Tırki Tırki- Kurdi, Weşanên Deng, 1992ISBN 3-927213-04-7
  • hemû û hemîAmadekar: Sêfidîn Ehmed Ebdo Ferhenga ronak: ferhenga kurdî-erebî bi zarava kurmancî2007
  • hemû û hemîAmadekar: Kamêran Botî Ferhenga Kamêran, Kurdî - Kurdî [arşîv], Spîrêz, 2006, r. 309
--Balyozxane (gotûbêj) 17:08, 12 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

Şirove

Di ekola Hawar Hemî bikaranîye. Lê bitaybetî ferhengên nû hemû tercîh kirine.

Rewiye tine (gotûbêj) 21:24, 23 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

Li gor van çavkaniyan hemû çêtir e. --Balyozxane (gotûbêj) 17:08, 12 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

xûn / xwîn--Balyozxane (gotûbêj) 15:25, 31 tîrmeh 2020 (UTC)[bersiv bide]

Gotûbêj

Şirove Li gorî çavkaniyan:

  • xwînMichael L. ChyetFerhenga Birûskî: Ferhenga Kurmancî-Înglîzî, Kurmanji-English Dictionary, Transnational Press London, 2020, cild M-Z
  • xwînZana Farqînî, Ferhenga Kurdî - Tirkî, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Avrêl, 2005, r. 2073.
  • xwînAmadekar: Komîsyon Ferhenga Zaravên Teknîkî [arşîv], Odeya Endezyarê Makîneyê Şaxa Amedê, 2014, çapa 1em, r. 128, ISBN 978-605-01-0621-3
  • xwînAmadekar: D. İzoli Ferheng Kurdi - Tırki Tırki- Kurdi, Weşanên Deng, 1992, r. 457, ISBN 3-927213-04-7
    Di vê ferhengê de dewsa herfa i → ı, dewsa î → i tê bikaranîn. Loma di ferhengê de wek xwin hatiye nivîsîn.
  • xwînYusuf Ziyaeddin PaşaAmadekar: Mehmet Emin BOZARSLAN Kürtçe Türkçe Sözlük ["El-Hediyye el-Hamidiyye Fi'l-Lugat el-Kurdiyye"], ÇIRA, 1978 ["1894"], r. 157
  • xwînAmadekar: Mustafa Gazî Ferheng Kurdî-Tirkî [arşîv], Enstîtuya Kurdî ya Amedê, 2006, r. 156, ISBN 975-98532-4-8
  • xwîn → J. Blau, Kürtçe/Türkçe/Fransızca/İngilizce Sözlük , Sosyal Yayınları, Mayıs, 1991, r. 251.
  • xwînAmadekar: Musa Anter Ferhenga Khurdî - Tirkî [arşîv], Yeni Matbaa, Istanbul, 1967, r. 156
  • xûnQanetê KurdoFerhenga kurdî-rûsî, NEŞIRXANA DEWLETÊ YA FERHENGÊD ZIMANÊ MILETÊD DEREVE О YÊ SOVÊTÎSTANÊ, Moskva, 1960
  • xûnAmadekar: Viktor Katvalyan, Ašot Arseni Abrahamyan, Gohar Mxit̕aryan FERHENGA KURDÎ-ÊRMENÎ, ÊRMENÎ- KURDÎ, Ասողիկ, YEREVAN, 2016ISBN 978-9939-50-357-8
  • xwîn û xûnAmadekar: Sêfidîn Ehmed Ebdo Ferhenga ronak: ferhenga kurdî-erebî bi zarava kurmancî2007
  • xwîn û xûnAmadekar: Kamêran Botî Ferhenga Kamêran, Kurdî - Kurdî [arşîv], Spîrêz, 2006
--Balyozxane (gotûbêj) 16:18, 12 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

Şirove

  • xwînHalil AktuğRastnivîsa Kurdî(Kurmancî), * Sîtav2019, çapa 1em, r. 520, ISBN 978-605-7920-44-7
  • xwînCeladet Alî BedîrxanFerhengWeşanên Avesta2009, çapa 1em, r. 310, ISBN 978-9944-382-80-9
  • xwînKamuran A.Bedir Khan, Josefe Bertolino, Kendal NezanInstitut Kurde De Paris Ferhenga Kurdî-FransizîAvesta2017, çapa 1em, r. 1902, ISBN 978-2-360134311
  • xwînRamazan Pertew, Mikail Bulbul, Çetin Taş, Ruken Çaliştiran, Bunyamin DemirFono Kurdçe Standart Sozluk/Tirkî-Kurdî Ferhenga StandartFono2018, çapa 2em, r. 96, ISBN 978-975-471-487-6

Rewiye tine (gotûbêj) 20:29, 24 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

Bi eşkereyî xwîn tê çêtirgirtin.--Balyozxane (gotûbêj) 16:18, 12 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

şîrîn

şîrîn / şirîn / şêrîn--Balyozxane (gotûbêj) 01:42, 11 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

Gotûbêj

Şirove Farisî: شیرین google translate [arşîv]

Soranî:شیرین kurdish dictionary [arşîv]

Şirove

  • şîrînRamazan ÇeperFerhenga EtîmolojîyêDo2014, çapa 1em, r. 264, ISBN 978-605-4809-21-9
    etîmîlojiya şîrîn; Şîr+în. ew tiştaku wek şîr e. Mirovan şîrînahîyê berîya her tiştî di şîr de dîtîye. Ji berve yekê her çi tişte ku şekir tê de hebe jê re şîrîn gotiye.
    Ev kitêb ne pêbahwer e, bnr. gotar. -- Guherto (gotûbêj) 19:41, 15 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
  • şîrînHalil AktuğRastnivîsa Kurdî(Kurmancî)Sîtav2019, çapa 1em, r. 473, ISBN 978-605-7920-44-7
    Her sê form jî di kitêbê de hene lê tûrev li ser şîrîn hatiye çêkirin. şîrîn bûn, şîrîn kirin, şîrîna berdîl, şîrînatî, şîrînayî, şîrînbûn, şîrînî, şîrînkelam, şîrînker, şîrînkirin, şîrînmeh, şîrînok, şîrînpeyv, şîrîntî, şîrînpeyv, şîrînziman.
  • şirînKameran BotîFerheng Kurdî-KurdîDo2007, çapa 1em, r. 610, ISBN 978-605-7920-44-7
Ev peyama bêîmze ya Rewiye tine (gotûbêjbeşdarî) ye.

Şirove

  • şîrînZana Farqînî, Ferhenga Kurdî - Tirkî, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Avrêl, 2005, r. 1787.
  • şîrînAmadekar: Mustafa Gazî Ferheng Kurdî-Tirkî [arşîv], Enstîtuya Kurdî ya Amedê, 2006, r. 128, ISBN 975-98532-4-8
  • şîrînAmadekar: Musa Anter Ferhenga Khurdî - Tirkî [arşîv], Yeni Matbaa, Istanbul, 1967, r. 137
  • şîrînAmadekar: Komîsyon Ferhenga Zaravên Teknîkî [arşîv], Odeya Endezyarê Makîneyê Şaxa Amedê, 2014, çapa 1em, ISBN 978-605-01-0621-3
  • şîrîn şêrîn→ J. Blau, Kürtçe/Türkçe/Fransızca/İngilizce Sözlük , Sosyal Yayınları, Mayıs, 1991.
    Wateya şîrîn di vê ferhengê de wek nerm û wateya şêrîn jî wek sempatîk hatiye nivîsin.
    Peyva "şîrîn" di vê ferhengê de tê bikaranîn lê ne wek gotareke serbixwe. Tenê di nivîsê de.
  • şîrinMichael L. ChyetFerhenga Birûskî: Ferhenga Kurmancî-Înglîzî, Kurmanji-English Dictionary, Transnational Press London, 2020, cild M-Z
  • şîrinQanetê KurdoFerhenga kurdî-rûsî, NEŞIRXANA DEWLETÊ YA FERHENGÊD ZIMANÊ MILETÊD DEREVE О YÊ SOVÊTÎSTANÊ, Moskva, 1960, r. 707
  • şîrinAmadekar: Viktor Katvalyan, Ašot Arseni Abrahamyan, Gohar Mxit̕aryan FERHENGA KURDÎ-ÊRMENÎ, ÊRMENÎ- KURDÎ, Ասողիկ, YEREVAN, 2016, r. 375, ISBN 978-9939-50-357-8
  • şîrin û şêrînAmadekar: D. İzoli Ferheng Kurdi - Tırki Tırki- Kurdi, Weşanên Deng, 1992, r. 402, ISBN 3-927213-04-7
    Herfa i wek ı, î wek i di vê ferhengê de tê bikaranîn.
Hem çavkaniyên @Rewiye tine: hem ku yên min lê zêde kirine şîrîn çêtir digrin. --Balyozxane (gotûbêj) 00:55, 18 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

xwînşirîn

xwînşirîn, xwînşîrîn--Balyozxane (gotûbêj) 16:20, 30 tîrmeh 2020 (UTC)[bersiv bide]

Gotûbêj:

Şirove'Xwînşêrîn' jî heye lê di vê ferhengê de nîne.

  • "xwînşêrîn" -wiktionary -glosbe = 1370 encam
  • "xwînşîrîn" -wiktionary -glosbe = 724 encam
  • "xwînşirîn" -wiktionary -glosbe = 326 encam

-- Guherto (gotûbêj) 10:51, 31 tîrmeh 2020 (UTC)[bersiv bide]

Şirove Ez dibêjim şêrîn/şirîn/şîrîn jî hewce ne werin standardkirin. -- Guherto (gotûbêj) 10:59, 31 tîrmeh 2020 (UTC)[bersiv bide]

Şirove Di pirtûkê de şirîn/şêrîn beralî dike şîrîn --Balyozxane (gotûbêj) 00:43, 10 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

 Erêxwînşîrîn--Rewiye tine (gotûbêj) 09:56, 17 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

Şirove Li gorî encamên xwîn û şîrîn divê xwînşîrîn be.--Balyozxane (gotûbêj) 10:01, 18 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

çiv/çîv


Guherto (gotûbêj) 14:06, 1 tebax 2020 (UTC) Gotûbêj:[bersiv bide]


Şirove @Guherto: Wateya wan ji hev cuda ne. Em ê çi standard bikin?--Balyozxane (gotûbêj) 14:39, 1 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

Ez van peyva nizanim. Min tenê dît be çiv digot bnr çîv lê tê de nivîs jî hebû min jî got qê çewtîkek heye, û wergera wan ya înglîzî eynî ye.. -- Guherto (gotûbêj) 14:46, 1 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Balyozxane: -- Guherto (gotûbêj) 21:23, 11 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto: Bibore, min gotibû hinek bikolim li çavkaniyan bigerim dûre bersiv bidim lê xuya ye pir wext derbas bûye. Bila li vir bimîne, em li çavkaniyan binêrin dûre li vir dikarin dîsa behsa van bikin. Werger ji hêla botan ve lê hatine zêdekirin loma tenê wateyan û çavkaniyan em binêrin çêtir e. --Balyozxane (gotûbêj) 21:38, 11 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
Temam -- Guherto (gotûbêj) 21:42, 11 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane û Guherto: Birakno, min ferhenga m.emîn bozarslan nêrî çîv û çiv mane wan cuda ne. Min wîkîferhengê zêdekir. Hûn dixwazin jê bibin vê beşê.Rewiye tine (gotûbêj) 19:16, 15 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Rewiye tine: Temam lê divê werger werin rastkirin, go mane cuda bin naxwe werger nikare eynî be (înglîzî). -- Guherto (gotûbêj) 19:17, 15 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

çawa / çawan / çawa yî / çawan î--Balyozxane (gotûbêj) 17:34, 12 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

Gotûbêj

Şirove Ez dibêjim çawa yî rasttir e. -- Guherto (gotûbêj) 14:17, 1 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

Şirove @Balyozxane: Tu naxwazê "çawa yî" ber alî bike "çawa", ne rast? Ne eynî ne. Li gora standarda kitêba rastnivîsînê divê çawan -> çawa, çawan î -> çawa yî. -- Guherto (gotûbêj) 08:58, 13 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

Silav Guherto Na, em ê biryara çawa yî/çawan î li gorî standarda çawa/çawan bidin. --Balyozxane (gotûbêj) 17:50, 13 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

Şirove @Balyozxane: Niha min nêrî di rûpela 110 çawanî derbas dike ez xeletim? Hûn çima î, yî cuda dinivîsîn. Li gor rêziman mirov dikara van cuda bide nîşan?Rewiye tine (gotûbêj) 19:41, 15 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Rewiye tine: Çawan î pirsekê ye. Rewşa te dipirse. çawanî kalîteya tiştekî ye. Ji hev cuda ne. --Balyozxane (gotûbêj) 19:44, 15 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

Şirove

  • çawanKadri YıldırımTemel Araştırma ve Metinlerle Kürtçe Dilbilgisi(Kurmanci Lehçesi)Avesta2013, çapa 3em, r. 37, ISBN 978-605-5279-67-7--Rewiye tine (gotûbêj) 09:10, 17 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
    kadrî yildirim di rêzimana xwe de formên çawan/çawa? nîşan kirîye lê çawan? bi hevokanda bikaranîye(ez çawan im?hwd) û bi tirkî jêrenotek daye; Doğru gramatikal form çawan? dır. Çünkü çi awayan?ın kısaltmasıdır. Fakat konuşma dilinde çawa? formu sıkça kullanılmaktadır.
  • çawaM. Emîn BozarslanFerhenga KurdîDeng2011, çapa 1em, r. A-D;490, ISBN 978-975-7011-75-0--Rewiye tine (gotûbêj) 09:10, 17 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
    Eslê peyvikê çi awa ye. Peyvika i ji peyvika çi yê ketiye û bi ç serê awa ve hatiye zeliqandin. Bi wî awayî, herdu pêkve bûne çawa.
  • çawaSamî TanRêzimana KurmancîWeşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê2015, çapa 3em, r. 178-179, ISBN 978-975-6282-54-0--Rewiye tine (gotûbêj) 09:32, 17 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
    Di kurmancî de ji bilî peyva çawa gelek peyvên ku xwediyê heman wateyê ne, hene. Wekî; “çito", “çilo", "çerê". Her wekî çawa em di mijara hevalnavên şanîdanê yên şibandinê de jî li ser rawestiyabûn, bêje hevedudanî ne. Ew ji bêjeya “çi" û peyvên “awan, lewn û tehr’’ pêk hatine. Her çi qas di zimanê devkî de ev peyv giş bên bikaranîn jî, di zimanê nivîskî de bi giranî çawa tê bikaranîn.
Ev peyama bêîmze ya Rewiye tine (gotûbêjbeşdarî) ye.

Şirove Li gorî hin çavkaniyan:

Li gorî van çavkaniyan awayê standard divê çawa be. --Balyozxane (gotûbêj) 10:58, 18 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

girover/girovir Xuya dikê girover bêhtir tê bikaranîn. Ez dibêjim em girovir bar bikin girover. -- Guherto (gotûbêj) 16:00, 1 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

Gotûbêj

Şirove Ez dibêjim qey ev peyv ji “gir” û “vir” hatiye çêkirin. Eger wisa be em ji reha peyvê dûr nekevin bashtir e Mohajeer (gotûbêj) 17:22, 1 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Mohajeer: Ez dibêjim bikaranîn girîngtir e ji nêzîkîtîya reh. Go kêm cudahî di bikaranîna wan de hebê hingî ez dibêjim yek karê tiştê wilo bifikirê lê weke dî li gora min na. Lê me hê qerar ne daye be ma li gora çi wê peyv êne standardkirin, jkxr fikirên xwe li Gotûbêja_Wîkîferhengê:Rêzikên_standardkirinê bêje. -- Guherto (gotûbêj) 17:27, 1 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
Li gora etîmolojîya rûpela girrovirr ev peyv ji hîndûewropî hatîye. Lê di peyva hîndûewropî de e/i nînin û ji bonî wê ev duvre çêbûne. -- Guherto (gotûbêj) 17:31, 1 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

Şirove

--Rewiye tine (gotûbêj) 22:06, 15 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

Şirove

Piraniya çavkaniyan di destê min de dibêjin divê girover be. --Balyozxane (gotûbêj) 11:27, 18 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

Şirove

  • gilover → Ji Bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî) - Tirkî ya M. Malmîsanij û yên din, Çapa Yekem, Stenbol 2012, Weşanên Rûpel, r. 112.
  • gilover → Ferhenga Kurdî (Zazakî) - Tirkî ya Roşan Lezgîn, Weşanên Roşna, Çapa Yekem, Diyarbekir, 2013, r. 58, 265.
  • gilover, girover, gilor → Ferhenga Îngilîzî - Kurdî ya Musa Altun, Weşanên Sîtav, Çapa Yekem, Rêbendan 2020, r. 624.
Encamên Google Searchê:
gilover → 482.000 encam.
girover → 13.900 encam.
Bi dîtina min awayê zêdetir berbelav "gilover" e. -- Bikarhêner (gotûbêj) 19:05, 20 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
Silav Bikarhêner. Me gotibû ne bi ya dîtina xwe lê bi ya çavkaniyan bikin. Encamê googlê karibin çewt bin. Herwiha Ew çapa 2012 ya rastnivîsînê nayê qebûlkirin ji ber ku jixwe em çapa nûtir ya vê kitêbê bi kar tînin. Herdu heman pirtûk in. --Balyozxane (gotûbêj) 23:12, 20 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Bikarhêner, Balyozxane, Guherto, û Mohajeer:. Dibe ku encamê google çewt bin lê em ji kû bizanin kîjan varyant di nav gel de herî ber belav e? Li gor min ev statîstîk mûhîm in. Ev encama geoogle gelek balkeş e. Ka hînê min jî bikin. Xêra dê bavê xwe. :D Rewiye tine (gotûbêj)
@Rewiye tine: Hêjayê Bikarhêner (g · b · a) li ser googlê tenê gilover û girover lê geriyaye. Lê ew çewt e. Divê wisa lê bigerî:
"gilover" -wiktionary -glosbe
"girover" -wiktionary -glosbe
Dema encamên gilover dinêrî gelek encamên inglîzî hene. Loma mirov nikare rast bi rast bibêje erê gilover zêdetir tê bikaranîn. Bi ya min em dev ji googlê berdin û tenê bi ya Rêzikên me bikin. --Balyozxane (gotûbêj) 10:48, 21 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane: Divê li ser bikaranîna peyvê bên sekinîn ku kîjan bêhtir tê bikaranîn. yek ji pîvanê me ev e. Carina çavkanîyên ferheng, kitêbên rastnivîs belavbûna kelîmê tenê serê xwe nade nîşan. biya min tişta herî muhîm gel e. Çimkî peyva standart çikas nêzîkî gel be gel yê wî bikire û bikarbîne. Çikas peyva standart ji gel dûr be yê ji bireve. Pîvanê me xweş in. Lê eger statîstîkên pêbawer jî hebin dilê mê hêj safî be. Bitaybetî kelîmeyên ku hejmara jêderên nêzîkî hev bin. Lê eger tu bêjî ev statîstik binîre kêrî me naye wek te got em ji dev berdin.--Rewiye tine (gotûbêj) 18:57, 21 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

Şirove

cure/cûre/cor Cûre û cure dibêjin bnr. cor lê di Wîkîferhengê de "cure" tê bikaranîn (mînak Şablon:bêcure, Alîkarî:Cureyên peyvan). -- Guherto (gotûbêj) 18:23, 1 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

Gotûbêj

Şirove Soranî: جۆر, جۆره‌‌ (cor, core) kurdish dictionary [arşîv]--Rewiye tine (gotûbêj) 09:25, 16 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

Şirove

--Balyozxane (gotûbêj) 18:59, 15 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
--Rewiye tine (gotûbêj) 20:17, 18 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

Şirove

  • cureFerhenga Destî, Kurdî - Kurdî, Umîd Demîrhan, Sewad, 2007., r. 63.
  • cureZana Farqînî, Ferhenga Kurdî - Tirkî, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Avrêl, 2005, r. 348.
  • cureAmadekar: Komîsyon Ferhenga Zaravên Teknîkî [arşîv], Odeya Endezyarê Makîneyê Şaxa Amedê, 2014, çapa 1em, r. 34, ISBN 978-605-01-0621-3
  • cûreMichael L. ChyetFerhenga Birûskî: Ferhenga Kurmancî-Înglîzî, Kurmanji-English Dictionary, Transnational Press London, 2020, cild A-L
  • cûreAmadekar: D. İzoli Ferheng Kurdi - Tırki Tırki- Kurdi, Weşanên Deng, 1992, r. 84, ISBN 3-927213-04-7
  • cûre → J. Blau, Kürtçe/Türkçe/Fransızca/İngilizce Sözlük , Sosyal Yayınları, Mayıs, 1991, r. 59.
  • cûreAmadekar: Viktor Katvalyan, Ašot Arseni Abrahamyan, Gohar Mxit̕aryan FERHENGA KURDÎ-ÊRMENÎ, ÊRMENÎ- KURDÎ, Ասողիկ, YEREVAN, 2016, r. 74, ISBN 978-9939-50-357-8
  • cûreQanetê KurdoFerhenga kurdî-rûsî, NEŞIRXANA DEWLETÊ YA FERHENGÊD ZIMANÊ MILETÊD DEREVE О YÊ SOVÊTÎSTANÊ, Moskva, 1960, r. 147
  • cûre û corAmadekar: Sêfidîn Ehmed Ebdo Ferhenga ronak: ferhenga kurdî-erebî bi zarava kurmancî2007
Di çavkaniyên Rewiye tine û yên min de 6 car cure 5 car cûre hatiye bikaranîn. Ku zêdetir çavkanî tunebin cure awayê standard e. --Balyozxane (gotûbêj) 14:43, 19 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane: Çi? Ez 7 cûre dibînim 5 cure dibînim (6 bi ji bo rastni....) -- Guherto (gotûbêj) 10:31, 20 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto, Rewiye tine, û Bikarhêner: Dema du awa di ferhengekê de hene, ez wan nahesibînim. Bihesibînim? --Balyozxane (gotûbêj) 12:41, 20 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
Ev li ser cor/cure/cûre ye. Em dibînin ku cor nikarê weke standard bimînê lê heke di ferhengekê de cor û yeke dî hebê ez ti sedem ji bo nehesibandinê nabinîm. Lê ku cûre û cure hebê hingî nehesibandin baştir e. -- Guherto (gotûbêj) 13:11, 20 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane: Merheba. Wekî ku min li vir jî behs kiribû, ji bo ku tesbît bikî ka di ferhengekî de wek awayê standard kîjan awa hatiye qebûlkirin, çend metod hene. Ya yekem binêre peyvên jêçêbûyî. Di hin ferhengan de piraniya awayên peyvan cih digirin, lê awayên wekstandardqebûlkirî tevî peyvên jêçêbûyî têne tevlîkirin.
Ya duyem jî nimûneten ger ferhenga bi te re ferhengekî duzimanî an zêdetir-zimanî be binêre beşa zimanê biyanî - kurdî ku ji bo wê peyvê xerîb kîjan cih dane peyva kurdî. Mîsalen peyva "cure" ger him wek "cure", him wek "cor", him wek "cûre" di ferhengekî Tirkî - Kurdî / Kurdî - Tirkî de cih girtibe, binêre beşa Tirkî - Kurdî ku ji bo peyva "çeşit" ya tirkî kîjan peyva kurdî bi kar anîye. Ger wisa jî tesbît nebe û cih dabin ji yekî zêdetir peyvan dîsa jî dikarî li vir binivîsînî, lê êdî nivîsandin an nenivîsandin maye bi tercîha te. -- Bikarhêner (gotûbêj) 14:50, 20 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
ez jî wek Guherto difikirim.Rewiye tine (gotûbêj) 17:33, 20 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
Ku zêdetir çavkanî tunebin cûre awayê standard e.--Balyozxane (gotûbêj) 23:07, 20 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
Şirove
  • cure → Ferhenga Kurdî - Tirkî / Tirkî - Kurdî ya Fevzi Karademir, Nezir Gümüş, Ziver İlhan, Ahmet Korkut. Weşanên TDKyê, Enqere, Nîsana 2014an, r.61
Lêgera Google Searchê:

Şirove

fransî/frensî Binêre Gotûbêj:frensî. "Fransî (388.000 encam) bêhtir ji frensî (131.000 encam) tê bikaranîn." -- Guherto (gotûbêj) 18:24, 1 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj

Şirove Ez hez ji ya kitêba rastnivîsînê nakim, û çavkanî li gora yên din gelekî kêm in. -- Guherto (gotûbêj) 08:58, 13 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

ŞiroveFransiz+î. Zêde dişibe Tirkî.Rewiye tine (gotûbêj) 08:29, 16 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

ŞiroveFarisî; فرانسوی google translate [arşîv]Rewiye tine (gotûbêj) 19:27, 22 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

Soranî; فه‌ره‌نسایی kurdish dictionary [arşîv]

Fransî; française(mê), français(nêr), deng(franse) google translate [arşîv]--Rewiye tine (gotûbêj) 22:30, 15 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

Urdu:فرانسیسی, google translate [arşîv]

Ermenî; franseren, google translate [arşîv]

Ispanî; Franfêsa, google translate [arşîv]

Almanî; Französisch google translate Rewiye tine (gotûbêj) 20:43, 24 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

Şirove

  • fransî Halil AktuğRastnivîsa Kurdî(Kurmancî)Sîtav2019, çapa 1em, r. 275, ISBN 978-605-7920-44-7
  • fransî Kameran BotîFerheng Kurdî-KurdîDo2007, çapa 1em, r. 248, ISBN 978-605-7920-44-7
  • fransî Musa AltunFerhenga Îngilîzî KurdîWeşanên Sîtav2020, çapa 1em, r. 283, ISBN 978-605-7920-66-9
  • frensî Ramazan Pertew, Mikail Bulbul, Çetin Taş, Ruken Çaliştiran, Bunyamin DemirFono Kurdçe Standart Sozluk/Tirkî-Kurdî Ferhenga StandartFono2018, çapa 2em, r. 84, ISBN 978-975-471-487-6
  • fransî Mevlut Aykoç, Xunav AltunFerheng/sozluk/Kurdi-Tirkî û Tirkî-KurdîAr2013, çapa 1em, r. 129, ISBN 978-605-4809-12-7
  • fransizî M. Emîn BozarslanFerhenga KurdîDeng2011, çapa 1em, r. E-K;5, ISBN 978-975-7011-75-0
  • fransizî Kamuran A.Bedir Khan, Josefe Bertolino, Kendal NezanInstitut Kurde De Paris Ferhenga Kurdî-FransizîAvesta2017, çapa 1em, r. 531, ISBN 978-2-360134311

Rewiye tine (gotûbêj) 20:11, 22 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

  1.  Na ez vî peyvî dinêrim û difikirim. Yanê çire fransiz? Ez tu mantiqek nabînim. Herwiha zêde dişibe Tirkî. Biya min divê em meyla xwe ji Hînd-Ewrupî bînin.--Rewiye tine (gotûbêj) 22:40, 16 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

Şirove Li gorî hin çavkaniyên din:

  • FirensîMichael L. ChyetFerhenga Birûskî: Ferhenga Kurmancî-Înglîzî, Kurmanji-English Dictionary, Transnational Press London, 2020, cild A-L
  • frensîAmadekar: D. İzoli Ferheng Kurdi - Tırki Tırki- Kurdi, Weşanên Deng, 1992ISBN 3-927213-04-7
  • FransizîZana Farqînî, Ferhenga Kurdî - Tirkî, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Avrêl, 2005.
    Di vê ferhengê de Franskî, Fransî jî hatine ravekirin lê ji peyva fransizî zêdetir peyv çêbûye.
  • FransizîQanetê KurdoFerhenga kurdî-rûsî, NEŞIRXANA DEWLETÊ YA FERHENGÊD ZIMANÊ MILETÊD DEREVE О YÊ SOVÊTÎSTANÊ, Moskva, 1960
    Di vê ferhengê de Fransî wek welata fransizan hatiye ravekirin. Peyva fransizî nehatiye ravekirin lê belê gelek caran peyva fransizî wek zimanê fransizan hatiye bikaranîn.
  • fransizî → Kovara Kurmancî ya Enstituya Kurdî ya Parîsê
    Di vê kovarê de her tim peyva fransizî hatiye bikaranîn.
--Balyozxane (gotûbêj) 22:59, 27 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Balyozxane: Brako, li gor hejmara çavkanîyan divê fransî an frensî be. Enstîtûya Parîs Kamûran Bedirxan ava kirîye, ji bo we biya min ew li gor kowara Hawarê diçin. Di kovara Hawarê de jî fransizî derbas dike. Lê pîvana me ne enstitûya Parîs e. Biya min ev peyva fransiz bi bandora tirkî hatiye çêkirin û ne nezîkî hindî ewrupîye. Soranî û farisî ferensî ye. Bilevkirinêde fransî hêsantir e; f-ran-sî, f-ran-siz-î. Em ji bo vî kelîmeyî dengdanek çêkin. Frans(kr): Fransa(tr), Fransî(kr): Firansiz veya Firansizca(tr) --Rewiye tine (gotûbêj) 10:12, 28 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

Silav Rewiye tine. Fransizî 6 (bi pirtûka rastnivîsî) caran, fransî 4, frensî 2 caran, firensî 1, frensî jî 1 car hatiye bikaranîn. Bi eşkereyî çavkanî fransizî çêtir digrin, ne wisa? Tenê ji ber ku zêde dişîbe tirkî em bi ya çavkaniyan nekin ji bo standardê ne baş e. --Balyozxane (gotûbêj) 11:58, 28 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Balyozxane::Min hinek din ferhenga nêrî.

Şirove

Rewiye tine (gotûbêj) 20:34, 28 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

gorî kirin / gûrî kirin / gorî / gûrî--Balyozxane (gotûbêj) 22:36, 1 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

 Standarda Ji bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî)-Tirkî ya Nû tune ye li gorî çavkaniyên din û encama dengdanê divê standardek were hilbijartin.

Gotûbêj

Şirove gorî ye; di edebiyata klasîk da wek guhrî derbas dibit; gûrî bilêvkirina devokine rojhilatê ye. -- Hakîmo (gotûbêj) 17:48, 21 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

Şirove gor, goristan eger tekîldar be divê gorî kirin be.--Rewiye tine (gotûbêj) 09:03, 16 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

  • Gor, gor kirin, xistin gorê, çûn gorê, goristan; Kamuran A.Bedir Khan, Josefe Bertolino, Kendal NezanInstitut Kurde De Paris Ferhenga Kurdî-FransizîAvesta2017, çapa 1em, r. 587,588, ISBN 978-2-360134311
  • gor, goristan, gorîgeh; Ramazan Pertew, Mikail Bulbul, Çetin Taş, Ruken Çaliştiran, Bunyamin DemirFono Kurdçe Standart Sozluk/Tirkî-Kurdî Ferhenga StandartFono2018, çapa 2em, r. 96, ISBN 978-975-471-487-6
  • Gor, goristan; Ji bo Rastnivîsê Ferhenga Kurdî(Kurmancî)-Tirkî ya NûRûpel2018, çapa 2em, r. 181, ISBN 978-605-66985-2-1
  • Gor, kola gora kesek; M. Emîn BozarslanFerhenga KurdîDeng2011, çapa 1em, r. E-K;315, 316, ISBN 978-975-7011-75-0
  • Gor, goristan; Ji bo Rastnivîsê Ferhenga Kurdî(Kurmancî)-Tirkî ya NûRûpel2018, çapa 2em, r. 181, ISBN 978-605-66985-2-1

Rewiye tine (gotûbêj) 21:11, 24 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]


(bikarîner/bikarhêner/bikarêner/bikarhîner)

 Standarda Ji bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî)-Tirkî ya Nû tune ye li gorî çavkaniyên din û encama dengdanê divê standardek were hilbijartin.

Rûpela bikarhêner dibêjê bnr. bikarîner lê di Wîkîferhengê de her car "bikarhêner" tê bikaranîn. -- Guherto (gotûbêj) 10:43, 2 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

Gotûbêj

Şirove bikarhêner bi riya soranî ketiye nav zimên; bikarîner e. -- Ev peyama bêîmze ya Hakîmo (gotûbêjbeşdarî) ye.

@Hakîmo û Guherto: ingilîsî ev peyv user e ne wisa?--Rewiye tine (gotûbêj) 08:01, 20 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Rewiye tine: Erê. -- Guherto (gotûbêj) 08:56, 20 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
Soranî; بهکارهێنهر Xeletiya Luayê di Modul:script_utilities de, li ser rêza 31: Koda zimanî nehatiye nivîsîn. Parametreya 1 divê koda zimanî be.. — (https://glosbe.com/en/ckb/user [arşîv])
@Hakîmo: Niha mi çend ferhengan nêrî kêm peyv hene bi -hêner dawî dibin. bikarhêner, derhêner, dahêner. Derhêner di termînolojîya sînemaya kurdî de cihê xwe girtîyê. Gelo bikarhêner li nav gel û wêjeyê çikas belav e? Ji bo min jî bikarîner xweşiktir e. -hêner hinik ecêb tê. Lê eger cihê xwe nav ziman girtibe biya min bila bikarhêner bimîne.--Rewiye tine (gotûbêj) 20:03, 20 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

Ez jî "bikarîner" xweştir dibînim, û bilêvkirin jî hesanîtir e. -- Guherto (gotûbêj) 20:06, 20 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

Şirove

Rewiye tine (gotûbêj) 22:27, 24 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

(başûr/başur) -- Guherto (gotûbêj) 20:47, 2 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

 Standarda Ji bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî)-Tirkî ya Nû başûr (r. 60) e.--Rewiye tine (gotûbêj) 09:51, 16 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

Gotûbêj

Şirove Ez awayê rast weke "başûr" dibînim ji bonî:

  • Di înternetê de wexte go yek li "başûr" digerê bêhtir encam derdikevin û ew li ser peyva kurdî ne, lê "başur" bêhtir li ser tiştên din e.
  • Wexte go yek li ""başûrê" "kurdistanê"" digerê 317.000 encam derdikevin lê wextê go yek li ""başurê" "kurdistanê"" digerê tenê 45.000 encam derdikevin.

-- Guherto (gotûbêj) 10:43, 6 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

Şirove

Rewiye tine (gotûbêj) 19:37, 25 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

Birastî min di pêşîyê de ya rêbera rastnivîsînê nivîsîbû lê ez hew dizanim ma pêbahwer e û ji bonî wê min jê bir. -- Guherto (gotûbêj) 19:46, 25 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

lîstin / leystin--Balyozxane (gotûbêj) 21:50, 4 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

Gotûbêj

ŞiroveBi Nêrîna min lêker chiqas di zimanê me de kêrhatî be bila meyla me li ser wê be, her wisa di vê mînakê de dibînim ev herdu lêker xwedî hinek derfetan in, pirraniya kurmancan lîstin bikartîne. Eger ev lêker bibe bingeh, divê peyvên ji vê hatîne chêkirin jî bibin standard. Lê di lêkera leyiztin de jî derfet hene ku mînak ji bo “game”, leyiz berbelavî tê bikaranîn. Ji bo standardîzekirinê bila navdêr û rengdêrên vê lêkerê j bên vekolin Mohajeer (gotûbêj) 06:36, 6 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

Şirove mastar:lîstin, koka dema borî:lîst (Min list), koka dema niha:lîz (ez dilîzîm) (Rêzimana Kadrî yildirim). Lî(s) û Lî(z); hin deran z ditewa û dibe s. Di Ferhenga Rastnivîsê Kurdî de; Lîz:oyun, Lîzbaz:oyuncu, Lîzbazî:Oyunculuk. Lê wexta lîz pêvek distîne, dibe lîs mînak lîstin:oynamak, listok:oyuncak, lîstîkvan:oyuncuRewiye tine (gotûbêj) 10:35, 16 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

Şirove


Ûrmiye / Urmiye / Wirmê / Urmê -- Mohajeer (gotûbêj) 20:25, 5 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

Gotûbêj

Şirove Farisî; ارومیه(Orumîyeh), soranî; ورمێ (wirmê), Ingilisî; Urmia(urmîye)--Rewiye tine (gotûbêj) 08:29, 17 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]


Şirove

Şirove Bnr. w:Gotûbêj:Ûrmiye--Ghybu (gotûbêj) 12:17, 17 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

Şirove Di gotubejê de diyar e kurmancên rojhilat Ûrmîye dibêjin lê soranê rojhilat Wirmê dibêjin. Herwiha brêz Mêhrbexş gotiye, Celadet Alî Bedirxan di pirtûka xwe de dibêje tîpa "u" qet di destpêka bêjeyên Kurmancî de nayê.. Belkî tune lê ev naye wê maneye ku heta hetaye tunebe. Niha nik min çend ferheng hene kêm jî be peyvên bi U destpê dikin hene. Em ne mecburun li gor vî esasî herin biya min. Mînak roj bi roj werger zêde bibin yê peyvên wisa zêde bibin. Li gor min divê em navê bajêr nexin wirmê çimkî ev soranîye. Li nav kurmancan nayê bikaranîn çi bakur çi rojhilat. Stranek heye te dit dibeje leble gulê leblê gulê lê lê urmîye, urmîyê... gelek meşhur e.

Li vir pirsek wisa jî peyda dibe. Wexta em biryar ji bo peyvên standart bidin em ê li gor kîjan parçê herin? eger di vî peyvî de em li gor rojhilat herin divê Ûrmîyê be. Lê eger em li gor bakur herin biya min divê Urmîye be. --Rewiye tine (gotûbêj) 21:39, 17 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Rewiye tine: Em ê li gor çavkaniyan herin. Parçê ne giring e. Pirsgirêka me ya mezin ku em çavkanî nebînin em ê çi bikin e. --Balyozxane (gotûbêj) 22:10, 17 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

Şirove Li gor hin çavkaniyan:

Pirsgirêkek din li ser Wîkîferhengê em î ya beriya -y wek i dinivîsin û li ser Pêvek:Rastnivîsî/Alfabe (made 11) jî wisa hatiye nivîsin. Niha em ê çi bikin?--Balyozxane (gotûbêj) 22:34, 17 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
Ma tu îstîsna nîn in? Mînak dibe ku ev qaîde ne ji bo peyvên serenav bin.Rewiye tine (gotûbêj) 10:06, 18 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
Fikrê min ew e, ji ber ku divê em her tiştî li gor çavkaniyan bikin, li vir li gor çavkaniyan bikin. Ku çavkanî bi gelemperî bibêjin -îy hingê em jî wek wisa bikin. Kengî peyvên wek -îy zêdetir bû hingê em vê qaideya -îy/-iy jî biguherînin. --Balyozxane (gotûbêj) 10:49, 18 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

Şirove

Nivîsîna [î]ya berî [y]yê:

Bêjeya ku bi [î]yê diqede û [y] lê dihê zêdekirin, divê ku [î]ya wê nebe [i] û wekî xwe bihê nivîsîn. Ev [î]ya li vê derê behskiriî di kurdîya zazakî û kurdîya soranî da jî wekî xwe dihê nivîsîn.

Weha binivîse Weha nenivîse
azadîya Kurdistanê azadiya Kurdistanê
derzîya min derziya min
gundîyên me gundiyên me
kuştîyên me kuştiyên me
xanîyê me xaniyê me

Komxebeta KurmancîyêRêbera Rastnivîsînê=StenbolWeqfa Mezopotamyayê2019, çapa 1em, r. 54, ISBN 978-605-80975-0-6

Min îro pirs mamosteyek kir komxebeta Kurmancî vê Pêvek:Rastnivîsî/Alfabe (made 11) guhertîyê. Ev agahîya jor guncaw e. Herwiha mamoste got navên taybet xwe diperêzin ku Urmîye/Ûrmîyê navên teybet in.--Rewiye tine (gotûbêj) 19:33, 18 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Rewiye tine: Sala çûyî li ser Rêbera rastnivîsînê gotûbêjek hatibû lidarxistin û encamek erênî tunebû Gotûbêj:Destpêk#"Rêbera_Rastnivîsandinê"_û_Wîkîferheng. Loma hersal em nîqaşa wê bikin nebaş e. Kengî pirtûk û kovarên ku li gorî "Rêbera rastnivîsînê" hatine nivîsin zêdetir bûn, em dikarin dîsa gotûbêja wê bikin. Niha divê em bi ya Pêvek:Rastnivîsî bikin.

Şirove Tirk ji bo vê bajêrê dibêjin urmiye. Belkî kurmancên bakur ji bo bandora Tirkî dibêjin Urmîye le kurmancên rojhilat beyî bandora Tirk dibêjin Ûrmîye. Bila ev jî di aqlê me de be.Rewiye tine (gotûbêj) 19:41, 18 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]


  • "almanî" -wiki -glosbe = 164.000 encam
  • "elmanî" -wiki -glosbe = 60.600 encam

-- Guherto (gotûbêj) 10:37, 6 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

Şirove @Balyozxane û Guherto: em serê ewil alman/elman binêrin paşê yên din. Forma herî xwerû ev e. Beşê almanî, almanya di binê elman/alman de be ne çêtir e?

Gotûbêj:


Şirove


Almanya

Almanya / almanî / elmanî almanî beralî dike elmanî lê elmanya beralî dike almanya. --Balyozxane (gotûbêj) 08:40, 17 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:


Şirove


(gimgimok / gumgumok / qimqimok) -- Guherto (gotûbêj) 19:53, 6 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:


Şirove


(pel / belg) -- Mohajeer (gotûbêj) 20:01, 7 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:


Peyva belge ji belg hatiye çêkirin Mohajeer (gotûbêj) 20:04, 7 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]


pêjgîr / pêşgîr--Balyozxane (gotûbêj) 18:33, 8 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:


Şirove


Ez dibêjim ber mantiq weke guhertoyeke mentiq werê nivîsandin ji bonî go "mentiq" nêzîktirî ya heqîqî ye. -- Guherto (gotûbêj) 20:08, 8 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:


Şirove mentiq e. -- Hakîmo (gotûbêj) 17:48, 21 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]


gur / gurg --Balyozxane (gotûbêj) 01:08, 9 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:


Şirove

Ez dibêjim "gur" û Michael L. Chyet (Ferhenga Birûskî 2020) jî gurg ber alî dikê gur (bi r-ya req).
Ferhenga Mîr Celadet Alî Bedirxan jî dibêjê "gur" û Ferhenga Destî ji Umîd Demîrhan jî dibêjê gur. -- Guherto (gotûbêj) 09:06, 9 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]


Çeşîd - çeşît, standardkirin hewce ye. -- Bikarhêner (gotûbêj) 07:09, 9 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

Gotûbêj:


{{Bi fikra min herfa “d” chêtir e. Bide ber; derD, merD, polaD. Ev peyvên han bingeh-îranî ne ku herfa “D” bêhtir lê tê. Her wisa peyvên bingeh-erebî hene ku divê cuda werin nirxandin; Mihemed/Mihemet, Ehmed/Ehmet hwd. Mohajeer (gotûbêj) 15:09, 10 tebax 2020 (UTC) }}[bersiv bide]


(se / seg) Ez bixwe dibêjim "kûçik" û ji bonî wê nikarim tiştekî li ser vê bêjim. -- Guherto (gotûbêj) 10:56, 9 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:


Şirove Ez dibêjim se ye, çunkî Li Qonyayê se ye (devoka min), u li dihokê jî se ye. Min seg jî nebihîstiye, lê min segvan bihîstiye. -- Hakîmo (gotûbêj) 17:51, 21 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]


(kevçî / kefçî) Rast e yek carna devkî dibêjê "kefçî" (2.770 encam) lê ez awayê "kevçî" (9.690 encam) rasttir dibînim. -- Guherto (gotûbêj) 16:07, 9 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:


Şirove Bi ya min eşkere ye ku awayê wek "kevçî" ya standard e. Ger em li kitêban jî bikolin wê ev yek derê holê. Lê ez jî carina ji ber rehetiya bilêvkirinê awayê wek "kefçî" bi kar tînim di praktîkê de. -- Bikarhêner (gotûbêj) 17:54, 9 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

Bi ya min kefçî baştir e. -- Hakîmo (gotûbêj) 17:58, 21 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
Lê ji bîr mekin ku kefçik jî heye, belkî kefçik baştir e lê ez mucadele dikim seyî ku ez bibînim ka kîjan baştir e. -- Hakîmo (gotûbêj) 07:59, 16 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

aga / agah / ageh--Balyozxane (gotûbêj) 23:12, 9 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

Gotûbêj:


Şirove Agahî jî heye -- Guherto (gotûbêj) 08:13, 10 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

 Erê Ev sê peyvên han di nav xelkê da pirtir li kar in: ageh, agahî, agehdarî > agadarî -- Hakîmo (gotûbêj) 05:41, 6 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]


(bêhnvedan / bênvedan) Bêhn- bêhtir tê bikaranîn. -- Guherto (gotûbêj) 10:39, 10 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

bnr. li jêr bêhn--Balyozxane (gotûbêj) 01:25, 8 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:


Şirove bihnvedan e. bêhnvedan tevîhevkirina bihnvedan u bênvedanê ye. -- Hakîmo (gotûbêj) 18:07, 21 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]


şehir / şehr / şar --Balyozxane (gotûbêj) 15:35, 10 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

Gotûbêj:


Şirove


nijdar / nojdar / nijdarî / nojdarî--Balyozxane (gotûbêj) 16:37, 10 tebax 2020 (UTC) Herwiha: nişdar --Balyozxane (gotûbêj) 10:53, 30 tebax 2020 (UTC) Gotûbêj:[bersiv bide]


Şirove


mejî / mejû / bêmejî / bêmêjî --Balyozxane (gotûbêj) 16:43, 10 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

Mêjî ji bîr neke. -- Guherto (gotûbêj) 16:43, 10 tebax 2020 (UTC) Gotûbêj:[bersiv bide]


Şirove mejî ye; di devoka min da mejo ye. mêjî jî di devokine navendê da çêdibit, ji ber ku bilêvkirina /ɜ/yî ya navendê nêzîkî dengê /ɛ/yî ye, yanî bi transkrîpsiyona teng wiha diguherit: [ɜ] → [ɜ̟]. Li rûpela şev jî mêze ke. Hevalê me @Şêr: şev bi vî awayî bi lêv dikit. -- Hakîmo (gotûbêj) 18:23, 21 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]


mizhar / miz'ar / mizar --Balyozxane (gotûbêj) 19:31, 10 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:


Şirove


(heyv / hîv) Binêre Gotûbêj:hîv. -- Guherto (gotûbêj) 19:33, 10 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:


Şirove


zarok / zaro --Balyozxane (gotûbêj) 02:29, 11 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:


Şirove


Bîya min ber şob werê barkirin şewb. -- Guherto (gotûbêj) 08:58, 11 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:


Şirove


Xuya dikê belxem bêhtir ji bilxem tê bikaranîn. -- Guherto (gotûbêj) 15:28, 11 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:


Şirove



(eynik / neynik) Du rûpel bi eynî naverokê hene. -- Guherto (gotûbêj) 09:38, 13 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:


Şirove


kîte / kite Divê werin standardkirin. -- Bikarhêner (gotûbêj) 20:11, 13 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

Gotûbêj:


Şirove Ji bo kit ez dibêjim kit; nabêjim kît. Ma kîte (kît) li kû derê li kar e? -- Hakîmo (gotûbêj) 15:13, 5 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]


Mişmiş ber alî dikê mijmij, çima? -- Guherto (gotûbêj) 10:04, 15 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

Gotûbêj:


Şirove


Weke go stêrk bêhtir ji "stêr" tê bikaranîn. Stêrik jî heye. -- Guherto (gotûbêj) 19:49, 15 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

Gotûbêj:


Şirove


hêvişandin / êvişandin / hewişandin--Balyozxane (gotûbêj) 21:50, 15 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:


Şirove


hêsan / asan


Gotûbêj:


Şirove Hêsan xweştir dibînim, em dibêjin "hasan". -- Guherto (gotûbêj) 09:00, 13 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]


birçî / birsî --Balyozxane (gotûbêj) 01:23, 16 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:


Şirove


--Balyozxane (gotûbêj) 01:37, 16 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:


Şirove


--Balyozxane (gotûbêj) 09:09, 16 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:


Şirove


Eynî rûpel li zeng û jeng heye. Ez awayê rast wek zingar dibînim. -- Guherto (gotûbêj) 12:34, 18 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:


Şirove


axaftin / axivtin / axiftin / axivîn--Balyozxane (gotûbêj) 12:23, 19 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:


Şirove Axiftin û axivîn ne eynî tişt in. -- Guherto (gotûbêj) 09:05, 22 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]


jêbir--Balyozxane (gotûbêj) 15:41, 19 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:


Şirove Xuya dike paşgira -k (bi vê maneyê) gelekî nayê bikaranîn. Agirkuj bi dêla agirkuj-k tê bikaranîn, min tenê "jêbir" bihîstîye, "xwêdan-k" bêçavkanî ye, "demjimêr-k" kêm peyda dibê (bêhtir di spam de heye) ... -- Guherto (gotûbêj) 09:39, 22 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]


bager / bagêr--Balyozxane (gotûbêj) 21:16, 19 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:


Şirove


--Balyozxane (gotûbêj) 10:52, 20 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:


Şirove


evraz / hevraz / evrazî / hevrazî--Balyozxane (gotûbêj) 15:03, 20 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:


Şirove


xwişk / xweng / xwek / xuşk--Balyozxane (gotûbêj) 15:33, 21 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:


Şirove xuşk u xweh ji ber ku di devoka min da herdu jî têne bikaranîn, wek xuçik u xweng. xwek devokî ye u bipiranî li rojavayê tê bikaranîn. -- Hakîmo (gotûbêj) 15:49, 21 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

Silav Hakîmo Kengî dengdana li ser Rêzikên standardkirinê xilas bû, em ê dest bi standardkirinê bikin. Tu jî dikarî fikrên xwe li vir bibêjî Wîkîferheng:Dengdan/Rêzik/Rêzikên standardkirinê.
Di devoka min de xwîşk, xuh û xwak hene. Di wextên cuda de tên bikaranîn. -- Guherto (gotûbêj) 16:06, 21 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

Ez awayê rast ya xwîşk/xwişk weke "xwîşk" dibînim, û di înternetê de bêhtir encam hene (hejmara rûpelan binêrin, hejmara encaman şaş e.) -- Guherto (gotûbêj) 15:27, 25 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

xwendevan / xwandevan / xwêndkarî / xwîndkarî --Balyozxane (gotûbêj) 22:50, 21 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:


Şirove Xwendevan û xwendekar bi eynî maneyî ne lê ne eynî peyv in, nikarin weke yek werin standardkirin. Ji ber ku xwendin/xwandin weke xwendin hatîye standardkirin divê xwendevan jî wilo bibê. -- Guherto (gotûbêj) 14:05, 4 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]


--Balyozxane (gotûbêj) 13:34, 22 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:


Şirove


îngilîzî - inglîzî Standardkirin lazim e. -- Bikarhêner (gotûbêj) 06:54, 23 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

Gotûbêj:


Şirove Bnr Gotûbêja modulê:ziman/dane#Awayê_standard. Ez awayê rast weke "înglîzî" (bê "i") dibînim. -- Guherto (gotûbêj) 07:44, 23 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Guherto: Ew di bin tesîra tirkan da bûye înglîzî. Ez o piraniya ixtiyarên ku bi tirkî nizanin wek inglîzî bi lêv dikinê. Li Başûrê jî herdem wek inglîzî derbaz dibit. -- Hakîmo (gotûbêj) 14:09, 11 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]


Tunîsya / Tûnis. Li ser Wîkîpediyayê wek Tûnis hatiye qeydkirin. Li ser madeya Tunus ya tirkî jî wergera kurdî wek Tûnis hatiye dayîn. -- Bikarhêner (gotûbêj) 17:49, 25 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

Gotûbêj:


Şirove


qudsî / qutsî. Standardkirin lazim e. -- Bikarhêner (gotûbêj) 20:51, 25 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

Gotûbêj:


Şirove


milêb / melêv--Balyozxane (gotûbêj) 14:20, 26 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:


Şirove


pergala xebatê / pergala xebitandinê

-- Guherto (gotûbêj) 15:29, 26 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:


Şirove


guhertin / guhartin --Balyozxane (gotûbêj) 15:23, 27 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

Gotûbêj:guhertin#Awayê standard--Balyozxane (gotûbêj) 15:24, 27 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

Gotûbêj:


Şirove Paşgira vê peyvê -artin e; rehê vê paşgirê jî herdem dibit -êr-, wek mînak:

Paşgira -ertin tine ye; lêkera negerguhêz guherîn e, u ji ber ku -guher- di nav da ye, hingê tevlihevî çêdibit. -- Hakîmo (gotûbêj) 07:15, 29 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

Ji wextê niha û wextê ku hê ne hatîye em her car guherîn bi kar tînin. Ji bo wextê çûyî guhertin. (Ez diguherim, ez ê (bi)guherim, ew diguhere, ez guhertim, ew guhert, wa diguhert, min guhert). Nivîsîn/nivîsandin jî du lêkerên ku wateya wan eynî ye ne lê ez yan ji hemûyan re dibêjim nivîsîn yan jî nivîsandin, ne li gora tiştekî. -- Guherto (gotûbêj) 08:16, 29 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Guherto: Merheba. Bilêvkirina Nisêbînê piçekî dûrî bilêvkirina standard e. Çima? Ji ber ku "e"yê hin devokên navendî hinekî cuda ye. Li rûpela min jî binêre (min bilêvkirina hemî devokên kurmancî êxistine wê derê): [ɜ] bûye [ɜ̟], yanî nêzîkî /ɛ/ bûye. Gava ku dengdêrek piştî yan berî dengdara "r" bit, carinan ew "r"ya han wê dengdêrê vekirîtir dikit, wek mînak: nêrîn > nerîn; biguhêre (guhartin e; ne guherîn e) > biguhere; çêrîn > çerîn; rûvî > rovî; mûrî > morî. Bawer bike, heval, min guh daye hemî devokên kurmancî, u ez dizanim ka bilêvkirina standard kîjan e; ne [ɜ̟] ye. Herwiha devoka min jî piçekî dûrî bilêvkirina standard e. -- Hakîmo (gotûbêj) 13:27, 29 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Hakîmo: Spas ji bo şîrovekirina te, lê çima hin dibêjin biguhere (an jî biguhêre) lê hin dibêjin biguherîne? -- Guherto (gotûbêj) 13:37, 29 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto: Ji ber ku guherandin hatiye tewandin. Em dizanin ku hemî lêkerên ku bi -andin bi dawî tên bi -în- têne tewandin. -- Hakîmo (gotûbêj) 13:42, 29 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto: Ma tu bi cudahiya di navbera guherîn u guhartinê da dizanî, heval? -- Hakîmo (gotûbêj) 13:53, 29 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Hakîmo: Min carekê pirsîbû (Gotûbêj:guherîn), Bikarhêner got ku guhertin tê kirin û guherîn bixwe dibe. Min digot qê "biguhere" guherîn e ji ber ku tewandina di rûpela wê de wilo dibêjê. Birastî serê min piçekî tevlîhev bû Bof. -- Guherto (gotûbêj) 14:06, 29 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto: Erê, Serhişk rast gotiye, lê te fam nekiriye? -- Hakîmo (gotûbêj) 14:15, 29 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto: biguhere guherîn e; biguhêre guhartin e. -- Hakîmo (gotûbêj) 14:17, 29 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Hakîmo: Problem ew e ku di devoka min de eynî ne, ji bonî wê ne ketibû serê min de :) Lê ez vêce fêm dikim, spas. -- Guherto (gotûbêj) 14:28, 29 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

guherandin

guhêrandin --Balyozxane (gotûbêj) 20:17, 18 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:

Şirove Guher-tin û guher-andin eynî peyv in. Ferhenga Birûskî jî -andinê ber alî dikê -tin. -- Guherto (gotûbêj) 20:30, 18 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Guherto, Balyozxane, Ghybu, Bikarhêner, û Rewiye tine: Na, guhartin o guherandin eynî peyv in. Bi hin devokên kirmancî -andin li paş rehê dema niha ê lêkera negerguhêz zêde dibit, wek mînak:
rijîn (-rij-) / rêtin > rijandin
guherîn (-guher-) / guhartin > guherandin
O hin jî -an li paş rehê dema niha ê lêkera gerguhêz zêde dikin, wek mînak:
hiştin (-hêl-) > hêlan
anîn (-în-) > înan
Ji bo zimanê nivîskî guhartoyên pêşîn baştir in: guhartin (ne guherandin), rêtin (ne rijandin), hiştin (ne hêlan), anîn (ne înan).
Hêvîdar im ku hûn tê bigihin. -- Hakîmo (gotûbêj) 11:00, 19 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Hakîmo: Ji bo diyarkirina mijarê dixwazim di pêşiyê de hin agahiyan bidim.
Bi normalî qertafa "-în" tê paşiya lêkeran û maneya fiîlê dide ji bo kesê yekem yê yekjimar. Nimûneten lêkera "firîn": "Ez firiyam". Lê gava qertafa "-andin" tê li ser vê lêkerê, dibe "firandin" ku ev jî maneya fiîlê dide ji bo kesê sêyem yê yekjimar. Nimûne: "Kevokekê firand". Ev qaîdeya giştî ye. Lê istisnayên vê qaîdeyê jî hene. Bi dîtina min yek ji van istisnayan jî lêkera "guherandin" e.
Lêkera "guherîn" û "guherandin" wê fonksiyona ku min li jor zikir kiribû nahewînin. Li vir ji ya jor hinekî cudatir e hal. Di vir de qertafa "-în" ku hatiye ser "guherîn"ê, maneya cudabûneke bê xwestek an îradeya însanekî dide. Lêkera "guherandin" ku qertafa "-andin" pêvekirî jî maneya cudakirineke bi daxwaz û îradeyê dide. Bi vê halê xwe ji îzahata li benda duyem dûr ketiye.
Ya duyem, ji peyvên "guherîn, guhêrîn" / "guhertin, guhêrtin" / "guherandin, guherandin" yên standard eşkere ne (yê bi "e"yê standard in, wek guherandin).
Dîsa ji bo peyvên "guhertin" û "guhartin" jî awayê wek "guhertin" bûye ya standard. -- Bikarhêner (gotûbêj) 20:36, 19 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Bikarhêner: Na, kekê min. :) Hê jî nebûye ya standard. Bi devoka min geh guhartin derbaz dibit geh guherandin jî derbaz dibit. O em dizanin ku bi kurmanciya rojhilatî wek guherandin ticar derbaz nabit, loma eşkere ye ku guherandin formeke nû ye o devokî ye (mixabin ez guhartoyên devokî di zimanê nivîskî da qebûl nakim). guherandin o guhêrandin jî meseleyeke dirêj e, çunkî pir axiverên ku bi kurmancî baş nizanin guhartin (guherandin) o guherîn tevlihev dikin, loma guhartoyên - mîna ku tu dibêjî (guhêrîn, guhêrandin, guhertin o guhêrtin) - bi der dikevin. -- Hakîmo (gotûbêj) 16:37, 22 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Hakîmo: Keko, bi rastî nivîsa te li gorî kurmanciya niha hinekî nestandard dixuye. Mîsalen "o"ya te, ku em wek "û" dibêjin û dinivîsînin. Esasa kurmanciyê Bakur e, û standarda Bakur jî "guherandin" e, wekî ku min li jor jî îzah kiriye. Belkî gotinên te li gor herêma te ya standard be lê li gor kurmanciya Bakur nestandard e. -- Bikarhêner (gotûbêj) 20:34, 22 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Bikarhêner: Em ê ferhengên heyî binêrin ku zêdetir çavkanî bibêjin hem guhertin/guhartin hem jî guherandin standard e, em ê hem guherandin hem jî guhertin/guhartin bikin. --Balyozxane (gotûbêj) 20:39, 22 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

Navdêra qet/qed

Ji erebî hatîye û ya erebî "qet" e (bi t-ya qalin weke tewandin). Ya kurdî bi t-ya normal e. -- Guherto (gotûbêj) 18:24, 28 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:


Şirove

@Hakîmo: Bibore, min şablonê li navdêrê danîbû lê baştir e ez binivîsim ku li ser navdêrê ye. (Min vêce nivîsî). -- Guherto (gotûbêj) 14:30, 29 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]


asin / hesin / hesinker / asinker--Balyozxane (gotûbêj) 21:21, 29 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:


Şirove


normatîv / normatîf -- Bikarhêner (gotûbêj) 11:01, 30 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Bikarhêner: Bira li gorî rêbaznameyê (Pêvek:Rastnivîsî/Peyvên deynkirî) divê wek -îv be ne îf.--Balyozxane (gotûbêj) 11:19, 30 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane: Bira ew ne Rêbazname ye. Pêvekek e ku ji aliyê Ferhengvan ve hatiye hazirkirin. Ez jî di wê qenaetê de me ku ya standard forma "-îv" e. Lê min nexwest ku ez bi serê xwe hereket bikim. Lewma min tevlî vir kir. -- Bikarhêner (gotûbêj) 13:44, 30 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Bikarhêner: Erê lê belê me di dengdana rêbaznameyê de wan pîvekan wek rastnivîs qebûl kiribû. Bnr. Wîkîferheng:Rêziman û rênivîs Dibêje di rênivîs û rêzimanê de ev kurterêbera rastnivîsiyê tê şopandin: Pêvek:Rastnivîsî.--Balyozxane (gotûbêj) 13:48, 30 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

Gotûbêj:


Şirove Bilêvkirina -îf bi min hinekî giran têt; kurmanc herdem wek -îv bi lêv dikin. Ez bawer im ku bilêvkirina tirkan tesîra xwe lê kiriye. -- Hakîmo (gotûbêj) 07:56, 31 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]


darberû / darberî--Balyozxane (gotûbêj) 21:36, 30 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:


Şirove


[diran] / didan--Balyozxane (gotûbêj) 08:52, 31 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

Gotûbêj:


Şirove didan awayê standard e ji ber ku diran ji wê hatiye: didan > diran

Em dibêjin diran û dinan. "Didan" formeke lêkerê ye jî ("ew xwarin didan xelkê"), baştir e ne weke hev bin.

Diran (înternetê bigere "diranê" û "diranên") gelekî bêhtir ji "didan" ("didanê", "didanên") tê bikaranîn.

Fikirên Ferhengvan (23ê îlonê 2019) li vir hene: Gotûbêja pêvekê:fînî-kurdî. -- Guherto (gotûbêj) 19:02, 1 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

Şirove @Guherto û Hakîmo: Hevalno hûn tim behsa bilêvkirinê dikim lê hûn ti carî behsa çavkaniyan nakin. Binêrin Wîkîferheng:Dengdan/Rêzik/Rêzikên standardkirinê dibêje Derbarê awayê peyvekê de çiqas zêde çavkaniyên kitêb an ferhengên rastnivîsînê, ferheng û kovarên zimannasiyê hebin, ew awa wek awayê standard tên pejirandin. Yanî bilêvkirina xelkê ne xema me ye. Heta niha 4 kes gotine erê, ku hûn naxwazin em bi ya çavkaniyan bikin hingê dengê xwe bidin, bibêjin na daku ew rêzik nayên pêjirandin û em dîsa gotûbêj çêkin, rêzikên din hilbijêrin. --Balyozxane (gotûbêj) 19:11, 1 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Balyozxane: Min gotibû Diran (înternetê bigere "diranê" û "diranên") gelekî bêhtir ji "didan" ("didanê", "didanên") tê bikaranîn.. Ew li ser çavkanîya ne. -- Guherto (gotûbêj) 19:26, 1 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto: Hingê çima dengê xwe nadî? --Balyozxane (gotûbêj) 19:27, 1 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane: Min hin sanîye berî ku tu vê peyama xwe ya talî şand dengê xwe da :) -- Guherto (gotûbêj) 19:28, 1 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto: Mala te ava! :) --Balyozxane (gotûbêj) 19:30, 1 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane: Merheba. Min berê jî gotibû: rewşa kurmancên me gelek xirab e, u ji ber hindê pir kurmancên me bi xwendin u nivîsîna zimanê xwe nizanin. Çavkaniyên niha bipiranî ji devokên navendî tên, hinên rojhilatê jî bi herfên erebî ne. Zimanê standard bi çavkaniyan çênabit, divêt li gorî zimanê hemî kurmancan çêbit. -- Hakîmo (gotûbêj) 16:19, 2 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane: Herwiha didan helbet dikarit wek diran bi lêv bibit, lê berevajî nabit. -- Hakîmo (gotûbêj) 16:22, 2 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Hakîmo: Merheba, fikirên xwe li dengdanê çima nadê? -- Guherto (gotûbêj) 16:44, 2 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto: Ne min dayê... -- Hakîmo (gotûbêj) 12:53, 3 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

dur û dir --Balyozxane (gotûbêj) 19:41, 31 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:


Şirove


nanoziko / nanzikî / nano ziko--Balyozxane (gotûbêj) 06:57, 4 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:


Şirove


sînor / sinor

-- Guherto (gotûbêj) 21:15, 4 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:


Şirove


agahdarî--Balyozxane (gotûbêj) 19:07, 5 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:


Şirove @Guherto: Nabe ku mirov bêyî standardkirinê peyvekê bi vî hawî biguherîne. Ji kerema xwe, heta dengdan xilas bû bisekine! --Balyozxane (gotûbêj) 19:07, 5 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

Temam. Bibore, ji min ne hat ez li vir zêde bikim û dûvre hêvîya dengdan, standardkirin, gotûbêj hwd.. bimînim. --Guherto (gotûbêj) 19:16, 5 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto: Xwedê, ez jî dixwazim agahdarî bibe, lê divê rê û rêbaz hebe, wisa nabe. --Balyozxane (gotûbêj) 19:20, 5 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

Şirove Agahdarî: di wergerên MediaWikiyê de "agahdarî" = 3 encam, "agadarî" = 0. -- Guherto (gotûbêj) 19:16, 5 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

Li rojhilatê pir li kar e. Li wê derê pir caran wek agehdarî derbas dibit, lê agadarî dikarit bibit standard, wek mînak: behdînî > badînî. Li rojhilatê ageh ji guhartoyên din pirtir li kar e. Guhartoya *agahdarî hîperkorekt e, yanî guhartoyeke wisa di nav xelkê da derbas nabit. Ev guharto hîperkorekt e... -- Hakîmo (gotûbêj) 05:31, 6 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

 Erê Ev sê peyvên han di nav xelkê da pirtir li kar in: ageh, agahî, agehdarî > agadarî -- Hakîmo (gotûbêj) 05:47, 6 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Hakîmo: Min tam fêm nekir ku tu çi dibêjî, tu bi "a > b" dibêjê "a bêhtir ji b tê bikaranîn" yan jî "a bûye b" yan jî "a baştir e ji b"? -- Guherto (gotûbêj) 09:05, 13 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto: Bi min herdu rast in: behdînî yan badînî; agehdarî yan agadarî. Lê ku tu bipirsî ka ez ji kîjan bihtir hez dikim, hingê behdînî o agehdarî ne. -- Hakîmo (gotûbêj) 05:08, 16 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
Spas. Ez jî weke te difikirim li ser hebûna "h". -- Guherto (gotûbêj) 14:51, 16 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

Awayê dî: "aga". -- Guherto (gotûbêj) 19:23, 5 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:


Şirove

 Erê Ev sê peyvên han di nav xelkê da pirtir li kar in: ageh, agahî, agehdarî > agadarî -- Hakîmo (gotûbêj) 05:42, 6 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]


ard / ar -- Guherto (gotûbêj) 14:10, 6 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]



Gotûbêj:


Şirove ard rasttir dibînim -- Guherto (gotûbêj) 14:10, 6 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]



guhorîn--Balyozxane (gotûbêj) 16:58, 6 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:


Şirove


ajnî--Balyozxane (gotûbêj) 19:05, 6 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:


Şirove


gurî / gurîtî / gurriyatî--Balyozxane (gotûbêj) 20:53, 6 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:


Şirove


enerjiya tavê / enerjiya rojê--Balyozxane (gotûbêj) 23:45, 6 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:


Şirove


partî--Balyozxane (gotûbêj) 23:09, 7 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:

Şirove


bihn--Balyozxane (gotûbêj) 01:17, 8 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

bnr. li jor bêhnvedan--Balyozxane (gotûbêj) 01:24, 8 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

Gotûbêj:

Şirove


xwestin / xwastin

xwestin rasttir dibînim. -- Guherto (gotûbêj) 18:09, 9 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:

Şirove Ez jî xwestin rasttir dibînim; jixwe xwastin bi min giran têt, o xwestin di hemî lehceyên kirmancî da heye. -- Hakîmo (gotûbêj) 08:21, 19 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]


îrrasyonal--Balyozxane (gotûbêj) 22:44, 9 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:

Şirove


ajel / ajal

Em dibêjin heywan :) -- Guherto (gotûbêj) 19:11, 10 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:

Şirove


çêl--Balyozxane (gotûbêj) 19:27, 10 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:

Şirove Bi ya min çêlek û çêl hevwate ne loma em nikarin wan wek guhertoyên yekî din nîşan bidin. --Balyozxane (gotûbêj) 19:27, 10 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

Şirove Çêlek rasttir dibînim. -- Guherto (gotûbêj) 09:06, 13 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:

Şirove JI bo rastnivîsnê ferhanga kurdî; di pera 365 wek pîrebok hatiye standardîze kirin. Di ferhengê de herweha ev form jî hene. pîraboçk,pîrabok, pîraboşk, pîrabotîk, pîravok, pîravtong,pîreboşk, pîrebotk. Wîkîferhengê herwiha forma pîrhebok heyeRewiye tine (gotûbêj) 21:15, 10 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]


şirove / şîrove --Balyozxane (gotûbêj) 00:50, 11 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:

Şirove


pezkovî--Balyozxane (gotûbêj) 08:59, 11 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:

Şirove


çakûç / çekûç

Çakûç rasttir dibînim û bêhtir tê bikaranîn. -- Guherto (gotûbêj) 19:21, 11 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:

Şirove


dibistana seratayî--Balyozxane (gotûbêj) 19:22, 12 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:

Şirove


derece Ji bo Wateya yekem--Balyozxane (gotûbêj) 19:42, 12 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:

Şirove


/ sêzde.

sêzdeh rasttir dibînim, sê + z + deh. Ti sedem nîne ji bo jêbirina "h" -- Guherto (gotûbêj) 09:34, 13 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:

Şirove Ferhenga Michael L. Chyet (2003) sêzde ber alî dike sêzdeh. -- Guherto (gotûbêj) 09:34, 13 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

yazdeh/yazde (beralîkirin), çardeh/çarde (dubare), pazdeh/pazde (beralîkirin), şazdeh/şazde (beralîkirin), hevdeh/hevde (beralîkirin), hejdeh/hejde (beralîkirin), nozdeh/nozde (beralîkirin) -- Guherto (gotûbêj) 09:37, 13 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]


çirîsk/çirûsk


çirûsk(m):1.kıvılcım, çıngı

çirîsk(m): binêre(çirûsk)(per 116,117)Rewiye tine (gotûbêj) 22:46, 13 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

Gotûbêj:

Şirove


êriş--Balyozxane (gotûbêj) 17:11, 15 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:

Şirove


momîn--Balyozxane (gotûbêj) 18:22, 16 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:

Şirove


xwarza / xwarzî / xuharzî--Balyozxane (gotûbêj) 15:14, 17 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:

Şirove


nerîn / nêrîn / lênêrîn / lê nerîn--Balyozxane (gotûbêj) 21:19, 17 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:

Şirove


hewar/hawar --Şêr (gotûbêj) 10:07, 19 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:

Şirove


muhakeme / mihakeme--Balyozxane (gotûbêj) 11:59, 19 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:

Şirove


tewabûn--Balyozxane (gotûbêj) 18:22, 19 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:

Şirove


fiêl / fîil / fîîl Standardkirin lazim e. -- Bikarhêner (gotûbêj) 20:12, 19 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:

Şirove


pêşniyarkirî, pêşniyar beralî dike pêşniyaz--Balyozxane (gotûbêj) 22:24, 19 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:

Şirove

xwehr / xwar Standardkirin hewce ye. -- Bikarhêner (gotûbêj) 07:43, 20 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

Gotûbêj:

Şirove @Bikarhêner: Kîjan mane? Jixwe ya xwehr (îng crooked) standardkirî bû lê te xwehr kopî kir xwar. Çima? -- Guherto (gotûbêj) 09:07, 20 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Guherto: Merheba bira. Li ser rûpela "xwar" maneya rengdêrî ya "ne rast, tewandî" tinebû. Tenê maneyeke wek "çewt, xelet" (bi cureyê rengdêrî) hebû. Ji ber ku mane kêm û şaş hatibû dayîn min ji rûpela "xwehr" mane û beşên din kopî kir û bi rûpela "xwar" ve kir. Û ji ber ku ji bo tenê maneyekê du awayên nivîsê yê wek "xwar" û "xwehr" wek standard cih digirtin, min şablona standardkirinê tevlî wan her du rûpelan jî kir, û ji bo ku em awayê standard bibijêrin li vir beşekê nû vekir. -- Bikarhêner (gotûbêj) 09:25, 20 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
Tu dikarîbû bnr-ek lê zêde bikê, ne hewce ye kopîkirin. -- Guherto (gotûbêj) 09:48, 20 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto: Ji ber ku ez awayê standard wek "xwar" dibînim min rûpelê wek standard hazir kir. Awayê bnr-yî ne awayê wek standard e. -- Bikarhêner (gotûbêj) 10:07, 20 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
Temam. Lê hêjî kopîkirin ne hewce ye, bnr min çawa kir li #girover ji ber ku ez wê standard didîtim (dibînim). -- Guherto (gotûbêj) 10:11, 20 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto: Baş e, di yên din de êdî ez ê wisa bikim. -- Bikarhêner (gotûbêj) 14:35, 20 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

dirist/dirust

-- Guherto (gotûbêj) 13:44, 20 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:

Şirove

neynok/neynûk/nînok/nênûk/nenîk

Awayê ku herî kêm tê bikaranîn (nînok) weke standard hatîye neqandin, ez vê şaş dibînim. -- Guherto (gotûbêj) 20:43, 20 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

Eynî rûpel li nînok û nênûk hene. -- Guherto (gotûbêj) 20:45, 20 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:

Şirove

neynokbir/neynûkbir/nenîkbir

Divê li gora encama #neynok werê standardkirin. -- Guherto (gotûbêj) 20:39, 20 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:

Şirove

xişok--Balyozxane (gotûbêj) 02:46, 21 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:

Şirove

pir hindik--Balyozxane (gotûbêj) 20:34, 22 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:

Şirove

qîreqîr--Balyozxane (gotûbêj) 17:22, 23 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:

Şirove

/pênivîsk.

Pênivîs bêhtir tê bikaranîn. Ev û pênûs eynî peyv in, lê pênûs li gora "nûsîn"a soranî û pênivîs li gora "nivîsîn"a kurmancî hatîye çêkirin. Em wan bikin yek?

-- Guherto (gotûbêj) 14:58, 24 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:

Şirove

/bas.

Em dibêjin beḧs. -- Guherto (gotûbêj) 17:49, 24 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:

Şirove

/dîmendêr.

-- Guherto (gotûbêj) 21:43, 25 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:

Şirove

/Rojavaya Kurdistanê.

-- Guherto (gotûbêj) 12:16, 26 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:

Şirove

/dizîker/dizîkar.

-- Guherto (gotûbêj) 12:37, 27 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:

Şirove

rêxistin --Balyozxane (gotûbêj) 22:03, 27 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]


Gotûbêj:

Şirove

cihêl / cehêl standardkirin lazim e. -- Bikarhêner (gotûbêj) 14:38, 29 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

Gotûbêj:

Şirove