Wîkîferheng:Dengdan/Rêzik/Rêzikên standardkirinê

Ji Wîkîferheng
Jump to navigation Jump to search

Rêzikên standardkirinê[biguherîne]

Dengdaneke li ser: standardkirina peyvan. Heta destpêkirina dengdanê em dikarin guherandinan bikin. Rêzikên ku hatine pêşniyazkirin: Wîkîferheng:Rêzikên standardkirinê bi kurtasî:

  • JI BO RASTNIVÎSÎNÊ FERHENGA KURDÎ (KURMANCÎ)-TIRKÎ ya NÛ (2018) çavkaniya bingehîn e.
  • Ku kesek li ser awayê standard a vê pirtûkê li ber rabe, nîqaş û dengdanekê tê lidarxistin.
  • Derbarê awayê peyvekê de çiqas zêde çavkaniyên kitêb an ferhengên rastnivîsînê, ferheng û kovarên zimannasiyê hebin, ew awa wek awayê standard tên pejirandin.

Gotûbêja berê:

Dengdan[biguherîne]

Pictogram voting keep-green.svg
Dengdan di 26.08.2020 de dest pê kir û di 09.09.2020 de bi dawî bû.
Hat pejirandin. Symbol support vote.svg  7 (%70)Symbol oppose vote.svg  3 (%30)Symbol neutral vote.svg  0 (%0)
Dengdan bi 7 dengên erê, 3 na û 2 negûncav re hat pejirandin.

Bo[biguherîne]

  1. Symbol support vote.svg Erê Balyozxane (gotûbêj) 07:08, 27 tebax 2020 (UTC)
  2. Symbol support vote.svg Erê -- Bikarhêner (gotûbêj) 06:34, 28 tebax 2020 (UTC)
  3. Symbol support vote.svg Erê Ercancemaloglu (gotûbêj) 16:18, 28 tebax 2020 (UTC)[Li gorî Rêzikên dengdanê ev deng ne guncav e. (Krîterên 1 û 2)]
  4. Symbol support vote.svg Erê Rewiye tine (gotûbêj) 11:41, 1 îlon 2020 (UTC)
  5. Symbol support vote.svg Erê Guherto (gotûbêj) 19:27, 1 îlon 2020 (UTC)
  6. Symbol support vote.svg Erê Joseph Hemê (gotûbêj) 21:19, 2 Îlon 2020 (UTC+3)
  7. Symbol support vote.svg Erê Mohajeer (gotûbêj) 07:53, 9 îlon 2020 (UTC)
  8. Symbol support vote.svg Erê Mihemed Qers (gotûbêj)
  9. Symbol support vote.svg Erê --Bibliophile (gotûbêj) 17:58, 9 çiriya paşîn 2020 (UTC)

Dij[biguherîne]

  1. Symbol oppose vote.svg Na Hakîmo (gotûbêj) 12:55, 3 îlon 2020 (UTC)
  2. Symbol oppose vote.svg Na --Jiju (gotûbêj) 14:54, 8 îlon 2020 (UTC)
  3. Symbol oppose vote.svg NaPispor (gotûbêj) 15:46, 8 îlon 2020 (UTC)
  4. Symbol oppose vote.svg Na --Diyojen (gotûbêj) 16:02, 8 îlon 2020 (UTC)[Li gorî Rêzikên dengdanê ev deng ne guncav e. (Krîterên 1 û 2)]

Bêalî[biguherîne]

Gotûbêj[biguherîne]

@Balyozxane, Guherto, Ghybu, û Şêr: @Ferhengvan, Pispor, Cyrus the virus, û CathFR: @Alainkhalil, Bibliophile, Biyolojiyabikurdi, û DYARI M.SHAREEF: @Dilyaramude, Dûrzan, Fawaz rengzerî, û Ferhad Kurdi: @Gomada, Hakîmo, IbrahimKocher Duhok, û Joseph Hemê: @Kamuran Çapan, Mamoste Dilovan, Pîranê gundî, û Rewiye tine: @Serchia, SilemanPolat, Xelilof, û Zinar-1974: @Ş.Pêşeng, Şîyar LEVENT, MihemedCan, û Calq:

Symbol opinion vote.svg Şirove Merheba hevalino. Bi ya min em ferhengên heyî û kovarên zimannasiyê muhîm bigirin lê bila ne tenê ew bin çavkaniyên me. Çavkaniyên din jî girîng in. Di meseleya standardê de çavkaniyên girîngtirîn kitêb an ferhengên rastnivîsînê ne. Piştî van kitêb an ferhengên rastnivîsînê, ferheng û çavkaniyên din ên zimannasan yê li ser wê peyvê di asta duyem de tê. Dû re jî çavkaniyên normal. Mesela ku em binêrin ferhenga Zana Farqînî tê de awayên peyvan ên berbelav hatiye qeydkirin. Mîsalen peyva "biçûk" jî tê de cih digire, peyva "piçûk" jî. Lê di berdewamiya peyva "biçûk"ê de peyvên "biçûkahî", "biçûkanî", "biçûkatî", "biçûkayî", "biçûkbaz", "biçûkbazî", "biçûkbûn", "biçûk bûn", "biçûkbûyîn", "biçûkdîtin", "biçûk dîtin", "biçûkdîtî", "biçûkî", "biçûkîtî", "biçûkî xwe dîtin", "biçûkdîtî", "biçûkî", "biçûkîtî", "biçûkî xwe dîtin", "biçûkker", "biçûkketin", "biçûk ketin", "biçûkketî", "biçûkkirin", "biçûk kirin", "biçûkkirî", "biçûçok", "biçûkoyî", "biçûktayî", "biçûktirîn", "biçûktî", "biçûkxistin", "biçûk xistin", "biçûkxistî" jî hene. Yanî di berdewamiya peyvên ku wek standard qebûl kiriye de cih daye peyvên jêçêbûyî jî.

Ya duyem divê li ser bikaranîna peyvê bên sekinîn ku kîjan bêhtir tê bikaranîn. Derbarê peyveke de çiqas zêde çavkaniyên nivîskî hebe ewqas baş e, lê yekane isûla me ya diyarkirina awayê standard ne hejmara çavkaniyan e. -- Bikarhêner (gotûbêj) 05:31, 20 tebax 2020 (UTC)

@Bikarhêner: Ez bi zanebûnî hevoka Ya duyem divê li ser bikaranîna peyvê bên sekinîn ku kîjan bêhtir tê bikaranîn. guherand kir Divê li ser bikaranîna peyvê bên sekinîn ku kîjan bêhtir tê bikaranîn. Derbarê awayê peyvekê de çiqas zêde çavkaniyên ferheng û kovarên zimannasiyê hebin, ew awa wek awayê standard tên pejirandin. ji ber ku mirov ji hevoka te dikare encamên googlê jî qebûl bike. Gelek ji wan nikarin bibin çavkaniya sereke ji bo me. Dîsa jî tişta ku tu dibêjî çawa ji ya ku ez dibêjim cuda ye? Yanî dibêjî pêşî kitêb û ferhengên rastnivîsînê, dûre ferheng û kovarên zimannasiyê. Ne wisa?--Balyozxane (gotûbêj) 08:38, 20 tebax 2020 (UTC)
@Balyozxane: Belê te rast fam kiriye. -- Bikarhêner (gotûbêj) 19:08, 20 tebax 2020 (UTC)
@Bikarhêner: Temam min sererast kir. Niha çawa ye?--Balyozxane (gotûbêj) 15:48, 21 tebax 2020 (UTC)

Symbol opinion vote.svg Şirove Eger hevrikî li ser peyvê hebe, bila formên din jî werin zengînkirin @Bikarhêner: Mantiqa vê hevokê çi ye? Ji bo standardkirinê ne baş e. Ez dibêm em jê bibin. --Balyozxane (gotûbêj) 14:22, 24 tebax 2020 (UTC)

@Balyozxane: Rast e, ew hevok ji min re jî şaş dixuye. Ger em ji yekî zêdetir awayan wek awayê standard bi berfirehî tevlî vir bikin maneya çêkirina rêzikên standardkirinê namîne. Ji ber ku bawer im wê li ser gelek peyvan nelihevî rû bidin ji ber qonaxa standardiya kurdî -herçiqas hejmara bikarhênerên li vir ewqas kêm e jî-. Lewma, bi ya min em wê hevokê jê bibin. Ping: @Guherto û Ghybu: -- Bikarhêner (gotûbêj) 18:12, 24 tebax 2020 (UTC)
Bi min jî divê her car tenê yek standard hebê. -- Guherto (gotûbêj) 18:48, 24 tebax 2020 (UTC)

Symbol opinion vote.svg Şirove Merhaba ji were. Fîlmek derheqe li ser karê ferhengê heye. Ez dibên yê gelek bala we bikeşe. Navê fîlm the profosor and the mad man. Di be ku hûn ji fîlmê hinek îlham bide we. Quwet be.Rewiye tine (gotûbêj) 09:52, 1 îlon 2020 (UTC)

Symbol opinion vote.svg Şirove Dem baş gelî ciwanmêran. Bi rastî, ez FERHENGA KURDÎ (KURMANCÎ)-TIRKÎ ya NÛ (2018) nas nakim, lê eger ne ji weşanên dezgehên ziman yên fermî û piştrast be ez biştgiriya wê nakim; ji be ku min ferhengin dîtine ku nivîskarê wan bi tenê gotin kom kirine û bê rêbazên fermî û navdewletî ew şirove kirine. Ji bo rêzikên din, bêguman, çi rêyek hebe wateya gotinê bipijirîne, ez pê re me. Joseph Hemê (gotûbêj) 20:42, 2 Îlon 2020 (UTC+3)

Silav Joseph Hemê. Spas bo dengdayîna te. Li vir tenê dikarî yan erê bêjî yan jî bêalî. Herdu bi hev re nabin. navê rast ya vê ferhengê JI BO RASTNIVÎSÎNÊ FERHENGA KURDÎ (KURMANCÎ)-TIRKÎ ya NÛ ye û ji aliyê van beşdarvanên ve hatiye amadekirin: "M. Malmisanij, Mistefa Aydogan, Zana Farqini, Newzad Hirori, Huseyin Kartal, Remzi Kerim, Mahmud Levendi, M. Emin Nrozi, Reşo Zilan". Ez van zimanzanan ji Kovara kurmancî ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê dizanim, gelek beşdariyên wan li ser vê kovarê hene. Ferhengeke kurdî ya din li ser rastnivîsînê jixwe tune ye. Dîsa jî em nabêjin her tiştê ku di vê ferhengê de rast in, em dikarin li ser peyvan nîqaş bikin û standardek din bi alikariya çavkaniyan çêbikin. --Balyozxane (gotûbêj) 18:11, 2 îlon 2020 (UTC)
Silav Balyozxane. Spas ji bo şirovekirinê. Heger wilo be, naxwe ez Erê dibijêrim. Joseph Hemê (gotûbêj) 21:18, 2 Îlon 2020 (UTC+3)
@Joseph Hemê: Gelek spas!--Balyozxane (gotûbêj) 18:23, 2 îlon 2020 (UTC)
HerêDûrzan (gotûbêj) 00:26, 7 îlon 2020 (UTC)
Silav hêjayê @Dûrzan: Ji kerema xwe re dengê xwe di beşa Bo de bi vê # {{erê}} ~~~~ nivîsê re binivîse--Balyozxane (gotûbêj) 00:32, 7 îlon 2020 (UTC)

Symbol opinion vote.svg Şirove Me di nav rêbaznameya Wîkîferhengê de bo Pîvekên tevlîkirinê nîqaşan kiribû û piştî nîqaşan bo "gotarbûnê" du biryar hate qebûlkirin. Bi ser de em rabin bo qedrê standardkirineke bê xebata akademîk ferhengeke ceribandinê wekî qanûnnameyeke bidin ber wîkîvanan dê em ê zehmetiyê bidin wan. Kesek ji me wê nexwaze ku karê wîkîvaniyê giran bike ku niha yek ji derdê me yê mezin bêxwedîbûna van deran e. Divê em bi bîr bînin ku standardkirin ne armanc û hedefa wîkîferhengê ye. Li vir meqsed sêwirandina zimanê nivîskî û ya jiyanê ye. Standardkirina peyvan karekî akademîk e û wîkî cihekî alternatîf be jî ne akademî ye. Herwiha divê bibêjim ku ji xwe Pîvekên tevlîkirinê heye loma tu hewceya me bi Rêzikên standardkirinê tune ye. Wê ev tişt kar û barên burokrasiyê bixetimîne. --Jiju (gotûbêj) 15:16, 8 îlon 2020 (UTC)

Symbol opinion vote.svg Şirove Biya min jî wek jiju got ev kar, karê Akademia ye. Heta divê sazîyek devletê ava bibe û heta heta ye kar û barê wî ev be. Lê a niha Akedemia ya kurdan ne azad e û tu sazîyê me jî vî avayî nînin. Tirk biya min di weqtekî kin de heqê zimanê nadin, belkî qet nedin jî. Mirov nikare hevîya xwe Akademia û sazîya re girê bide. Çimkî pêşeroj ne diyar e. Erê ev kar yê barê zêde bike lê yê tecrûbeyek nû be. Û belkî pêşerojê, ji bo akedemia kurdan ye serbixwe û xwedîyê aborî bibe çavkanîyek. Li ser standartîze kirine jî nîqaş çêdibin ka hewceya an na? Hin dibêjin eger kurdî standartîze bibe yê gelek devok wunda bibin falan pîvan...Eger em bixwazin neteweyek bin em mecbure standartîze kirine. Em hev dû fehm nakin, brakno! Kesek colemergî û sêrtî tirkî diaxin dibêjin em hev du fêhm nakin. Em nikarin wisa bihêlin, nabe. Divê zimanek standart bê çêkirin ku zarokê me hev û dû fehm bikin û neteweyek ava bikin. Herwiha ev ceribandinek e. Sibe ev kar rêve neçe cardin em dikarin li ser nîqaş bikin. Mala we hemûyan ava.Rewiye tine (gotûbêj) 17:05, 8 îlon 2020 (UTC)

Symbol opinion vote.svg Şirove @Jiju û Rewiye tine: Hevalno, ez dibêjim hûn vî tiştî şaş fêm kirine. Ev dengdan tenê ji bonî peyvên ku du awayên wan hene û eynî naverok li herduyan hene (mînak sînor/sinor, hemû/hemî). Ji bonî go guhertin hêsantir bibe divê yek ji rûpela ber alî bike ya dî, naxwe divê her go yek tiştekî biguherê yek herduyan biguherê. Û ji bonî rûpelên ku şaş hatine beralîkirin (mînak ku awayê ku gelekî bêhtir ji ya dî tê bikaranîn ne weke ya serekî hatibe nivîsîn) wê kitêbeke ku jixwe heye (Ji bo rastnivîsînê ... ) ê bikaranîn û go peyv tê de nîn be li gora hejmara bikaranînê di înternetê de wê ê yekkirin/standardkirin. -- Guherto (gotûbêj) 17:14, 8 îlon 2020 (UTC)

Symbol opinion vote.svg Şirove Krîterên beşdarbûnê çi ne ? Xêzkirina mirovan evqas hêsan e?. We şermezar dikim!Ev peyama bêîmze ya 78.175.49.25 (gotûbêjbeşdarî) e.

Silav! Ji kerema xwe binêre Guncanbûna ji bo dengdanê --Balyozxane (gotûbêj) 18:31, 8 îlon 2020 (UTC)

Symbol opinion vote.svg Şirove Slav, bê guman eger ku em dixwazin siberojê bibin netewek û yek netew bimînin, divê zimanekê standart ya Kurdî hebe û yek zimanê fermî bibe.Ev nayê wê manê ku zarava an jî devokên din bê qedexekirin ew dîsa bê axaftin lê divê tenê zimanê standart bê nivîsîn(Wek mînak li Erebî da xêncî devokan herî kêm bîst zarava heye lê ev 1400 sale tenê zimanê quranê tê nivîsîn,Mînak2:Li nav Albana 2 zaravê sereke dehan devok heye lê tenê zaravê Şqîp fermî ye,Minak3:Sed sal bere li nav Almana nêzî 9 zarava hebû wana tenê yekî bijart wê standart kirin,Îtalyanan jî ewsa kirin û mînak pirrin).Her wiha ev rewşa pir bi zarava an jî pir bi devokî heta sed sal berê bo zimanên Ewropî û pirranî zimanên din yê dunyayê jî li holê bû,lê wan bi desthilatiyên xweva zimanên xwe standart kirin û yekîtîyên xwe xurttir kirin. Lewma ji bo avakirina netewbûnê zimanêkî fermî hewce ye.Lê divê ev kar ji alîyê komeke pispor va bê kirin û pir bi hûrgilî bê xebitîn. Ev peyama bêîmze ya Mihemed Qers (gotûbêjbeşdarî) e.

Silav Mihemed Qers. Spas bo şîroveyê. Gelo dikarî bi vî awayî {{erê}} ~~~~, {{na}} ~~~~, {{bêalî}} ~~~~ li jor dengê xwe jî bidî. --Balyozxane (gotûbêj) 19:59, 9 îlon 2020 (UTC)

Symbol opinion vote.svg Şirove Bi ya min yek jî pirsgirêka herî girîng ya zimanê Kurdî,ev alfebe ya ku 31 tîpa pêk tê têra zimanê me nake.Di axaftina Kurdî da du cureyên tîpên p-ç-t-k-r-h-a heye.Mînak: kêr:alava ku tiştan pê dibirrin kêr(k û r nerm tê xwendin):fayde kêrr (k nerm tê xwendin):poz dewixî ker:ajal kerr (k nerm tê xwendin):yê ku nabihîze kar (k nerm tê xwendin :bebika bizina kar: şixul,xebat gava ku Kurdekî zimanê xwe baş bizanibe dikare peyvên li jor li nav hevokekîda hevdu veqetîne,lê yekî destpêkî ku ziman hîn dibe an jî bîyanîyekî nikare wan rast bixwîne.Ez gellek caran şahid bûm peyvên jor gişkan wek 'ker:ajal','kêr:alav' dixwînin û jibo gellek peyvan jî mînak pirrin,lê li vir nivîs têr nake Ev peyama bêîmze ya Mihemed Qers (gotûbêjbeşdarî) e.

Dîsa Silav Mihemed Qers :). Hevalekî me hemû alfabeya kurdî bi denga xwe li rûpelan zêde kirine. Hevaleke din jî hêdî hêdî peyvan bi lêv dike û li rûpelan zêde dike. Bnr Kategorî:Deng (kurdî). Tu jî dikarî alikariya me bikî û dengê xwe qeyd bikî. Qeydkirin li ser malpera Lingua libre bi rêya kompûtirê pir hêsan e. Ji bo alîkariyê dikarî her tiştî ji min bipirsî. Herwiha ji kerema xwe dema peyamek dinivîsî îmzeya xwe ji bîr neke. Bnr. Alîkarî:Îmze --Balyozxane (gotûbêj) 21:38, 9 îlon 2020 (UTC)