Here naverokê

nînok

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
Bikarhênerek dixwaze ev peyv were standardkirin. Ji kerema xwe tevlî nîqaşa li ser Daxwazên standardkirinê bibin.(+)
neynok  / neynûk  / nînok  / nênûk  / nenîk
Bikarhênerek dixwaze ev peyv were standardkirin. Ji kerema xwe tevlî nîqaşa li ser Daxwazên standardkirinê bibin.(+)
neynok  / neynûk  / nînok  / nênûk  / nenîk
[biguhêre]
Nînokin rengdayî

nînok m

  1. (anatomî) hestiyên nerm û tenik yên bi serê tilên mirov û candarên din ve

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina nînok
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî nînok nînok
Îzafe nînoka nînokên
Çemandî nînokê nînokan
Nîşandera çem. wê nînokê wan nînokan
Bangkirin nînokê nînokino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî nînokek nînokin
Îzafe nînokeke nînokine
Çemandî nînokekê nînokinan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ihtimalen ji soranî nînok (نینۆک), ji proto-hindûewropî *h₃nogʰ-, têkildarî nengu ya zazakî, naxûn ya hewramî, ناخن (naxun) ya farisî, nakun ya belûçî, nix ya osetî, naxun ya pehlewî, नख (nexa) ya sanskrîtî, եղունգ (eġung) ya ermenî, ὄνυξ (onux) ya yûnaniya kevn, unguis ya latînî, ноготь (nogoti) ya rusî, ongle ya fransî, Nagel ya almanî, nail ya îngilîzî...

Farisiya navîn: naxun ("nînok")
Farisî: naxun ("nînok")
Osetî: nix ("nînok") ... alfabeya arî
Kurmancî: nînok, neynûk ("nînok")
Belûçî: nakun ("nînok")
Hewramî: naxûn ("nînok")
Zazakî: nengu ("nînok")
Sanskrîtî: nexa- ("nînok")
Ermenî: eġung ("nînok")
Yûnanî: onux ("nînok")
Latînî: unguis ("nînok")
Almanî: Nagel ("nînok")
Îngilîzî: nail ("nînok; bizmar") ...
Çavkanî: Horn p.228, Watkins p.59, MacKenzie P.130, Etymonline | Pokorny: 780

Nînokên lawiran

[biguhêre]

Bi zaravayên din

[biguhêre]
  • kurmancî: nînok, nînik, nînêk, nênîk, nênik, nenûk, nênûk, neniq, neynik, neynûk, neynok, nîkuk, dirnax
  • soranî: nînok, naxun, naxûn, nanûx, nenûx
  • kirmanckî/zazakî: nendik, nenik, nenûg, nînike, nengû, nûngû, lengû
  • hewramî:
  • kirmaşanî/kelhûrî: newîxan
  • feylî:
  • lekî: nuxan
  • lorî:

Werger

[biguhêre]
[biguhêre]

nînok cins hewce ye (c=m: mê, c=n: nêr, c=mn: mê û nêr, c=nt: nêtar)

  1. (bijîşkî) Kişîna/Spazma firnikan.[1]

Etîmolojî

[biguhêre]
  Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.

Werger

[biguhêre]

Çavkanî

[biguhêre]
  1. ^ Lezgînê ÇALÎ, Rûken BAGDU-KESKÎN (2011), “Navên hin nexweşiyên heywanan”, li ser Kurmancî‎[1], hejmar 48, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, rûpel 1
[biguhêre]

nînok

  1. nînok