Wîkîferheng:Dîwan

Ji Wîkîferheng
Jump to navigation Jump to search
Dîwan
Diyarbakir P1050736 20080427133937.JPG

Tu bi xêr hatî Dîwanê! Ev rûpel ji bo nîqaşkirina mijarên teknîkî, rêgez, û xebatên Wîkîferhengê hatiye çêkirin û ji pênc beşan pêk tê. Ji kerema xwe ji bo lêgerînên xwe tabloya li jêr bikarbîne. Dema tu bixwazî beşdariyê bikî ji kerema xwe têkeve û dîroka şandina xwe binivîse (mîna ~~~~ an jî ji beşa guhertina amûran bişkoka îmzeyan bitikîne).

Glass cup with saucer spoon and sugar cubes.svg

Ji bîr neke ku ev ne rûpela nîqaşan e; lewma li jêr "Beşên Dîwanê" bikarbîne.

Yekşem, 24ê gulana 2020an

Replacement filing cabinet.svg
Arşîv (2013 - 2018)
Arşîv (2019)

Mijarekê lê zêde bike

2020[biguherîne]

Sala we ya nû 2020 pîroz be! Emoji u1f389.svg--Ghybu (gotûbêj) 02:46, 1 kanûna paşîn 2020 (UTC)

Sala te jî pîroz be brocan Emoji u1f389.svg Emoji u1f389.svg-- Şêr (gotûbêj) 06:42, 1 kanûna paşîn 2020 (UTC)
Ya we hemiyan bi xêr û xweşî be. -- Bikarhêner (gotûbêj) 19:48, 1 kanûna paşîn 2020 (UTC)

Bersiv ji bo rojnameyên kurdî[biguherîne]

Hevalên hêja merheba; Wek hûn dizanin, li ser medyaya civakî hesabên me hene ku em danasîna wîkîferhengê dikin. Li wir niha rojnamevanên medyaya kurdî bi me re ketin têkiliyê û dixwazin hevpeyvînê bikin. Ji me hate xwestin ku li ser Whatsappê bikevin têkiliyê lê me got ew derfeta me nîne lê eger yek ji we bixwaze em dikarin têkiliya we deynin. Ji bilî vê hinek pirs ji me kirin ku em bibersivînin. Ji kerema xwe re hûn dikarin bersiv û şiroveyên xwe li ser van pirsan binivîsin ?

Merheba hevalno, rojnameyvan Bilal Gundem, peywendî bi min re jî çêkiribû û min ev bersivên li jêr jê re şandibûn. : --Cyrus the virus (gotûbêj) 11:28, 10 kanûna paşîn 2020 (UTC)

pirsên rojnamevan;

  • Niha teqrîben 800 hezar peyv hene, hedefa we milyonek peyvên Kurdî ye. Ji kengî we û bi çend kesan hûn li ser Wîkîferhengê dixebitin?
Jixwe mîlyonek peyv armanc û hedefeka sembolîk e. Bo balkişandina ser Wîkîferhengê, xwebaweriya Kurdan bixwe ya li ser zimanê xwe. Meriv dikare bêje tiştê ku WîkÎferhengê ji destpêkê ve pêk aniye ev tişta ye: Tu kêmasiya Kurdî ji zimanên din tune. Ew di platform û dinyayeka(dinyaya ferazî, dinyaya sanal de) azadtir de dikare eynî mÎna zimanên din ên serdest cihê xwe, li rêzên pêş, bigire. Gava Kurdî ji zext û sînoran xelas bibe, ew ê ji zîncîr û bendên li dor tê gerandin jî xelas bibe. Hedefa mîlyonek û di rêzên pêş de cihê xwe girtin, ê vê xwebaweriyê bide Kurdan bixwe. Wekî din, ji çendaniyê zêdetir çawanî hedef û armanca pêştir e. Em dixwazin Wîkîferhengê bo her zimanî bikin çavkaniya yekem. Em dixwazin naveroka peyvan, biwêjan, gotinan baştir û çêtir bikin. Loma kesên pispor, kesên ku di her zimanî de dikarin tiştekî li wîkîferhengê zêde bikin bikarin bi me re bibin alîkar. --Cyrus the virus (gotûbêj) 11:28, 10 kanûna paşîn 2020 (UTC)
  • Piştî "Yek Milyon peyvên Kurdî" hedefa Wîkîferheng çi ye?
Ji armanca yek mîlyon peyvan şûnde, armanca me, wek min li jor goti, baştir kirina naveroka ferhengê ye. Hin ziman di wîkîferhengê de bi gelek peyvan hene, hin ziman hîn tenê bi çend peyvan hene. Wek mînak, van rojan bi alîkariya Husein Muhammed em peyvên Fînlandî di Wîkîferhengê de zêde dikin. Di demeka nêzik de WîkÎferhengê bo ferhenga Fînî-Kurdî jî ê bibe yek ji çavkaniyên serektir. WîkÎferheng bo etîmolojî, bo mînakdayîna literatûrî, wêjeyî jî çavkaniyeke gelek dewlemend e. Ji vî alî ve jî em wîkÎferhengê dewlemendtir dikin. Meriv ya rast bibêje, karên ku hewce bi alîkariya gelek kesan, kesên zana û pisporan heye, karê bi salan hîn jî li pêş me ye. --Cyrus the virus (gotûbêj) 11:28, 10 kanûna paşîn 2020 (UTC)
  • Ji xeynî lêbarkirin û lêzedekirina peyvan di nêzîhevbûna zarava û şêwezarên Kurdî de Wîkîferheng dibe pirrek. Ji bo ew pir hê aktîftir û qewîtir bibe mirov dikare çi bike?
Bo nêzikkirina zareve û şêwazerên Kurdî, Wîkîferheng jixwe kêm zêde tiştinan pêk tîne. Wek mînak me gelek peyvên Erebî-Kurdî him bi elfabeya Erebî-Kurdî, him bi elfebaya Latînî Kurdî şÎrove kirine. Kesên ku dixwazin elfebayên Kurdî û Erebî bide beramberî hev dikarin Wîkîferhengê ji xwe re bikin alîkar. Di Wîkîferhengê de şîrove û wergerên di nav zareveyên Kurdî de jî, hin caran bi etîmolojiya wan ve, tên kirin, bi vî hawî meriv dikare ji xwe re bike alÎkar.--Cyrus the virus (gotûbêj) 11:28, 10 kanûna paşîn 2020 (UTC)
  • Karê hûn dikin xuyaye bi hewl û hewesa çend kesan bi rêve diçe, û karûbar li ser pişta wan e. Gelo zimanên ku di nav vê platformê de aktîf in, ew jî bi vî rengî bi saya çend camêr û canikan hene an sazî û dezgeh li pişt wan in?
Karê ku tê kirin, bi hewldan û cehidandina çend kesan tê kirin. Kesên ku bi hawiyekî aktîf tê de kar dikin, bi giştî li derdora 10 kesan maye. Lê berhem û karê ku beramberî vê pêk hatiye tiştekî bêhempa ye. Meriv dikare bibêje WîkÎferheng, Wîkîpediya bi giştî bi vî hawî tên bi rê ve birin. Wek mînak yên Îngîlîzî, Almanî û ên din bi giştî xwebexşane, bi tevkariya kesên dixwazin tê bi rê ve birin. Lê di vî warî de dezavantaja Kurdî kêmasiya kesên ku bikarin bibin alÎkar e. Wek tê zanîn xwendin û nivîsandin di nav Kurdî de bo şert û mercên tên zanîn kêm e. Loma li gor zimanên din Kurdî di rewşeke bi dezavantaj de ye. Wekî din, dabeşbûna zareveyî û sÎnorî û alfebeyî jî dîsa derdikeve beramberî me. Lê dîsa jî kî bixwaze bibe alîkar dikare bi hawiyekî bo vê projeyê bibe alÎkar--Cyrus the virus (gotûbêj) 11:28, 10 kanûna paşîn 2020 (UTC)

@Felicisx, Bibliophile, Hêjaxanim, Pispor, IbrahimKocher Duhok, Gomada, û Ghybu: , @Ferhengvan, IbrahimKocher Duhok, û Ferhad Kurdi:

--Mohajeer (gotûbêj) 10:46, 10 kanûna paşîn 2020 (UTC)

Wiki Loves Folklore[biguherîne]

WLL Subtitled Logo (transparent).svg

Hello Folks,

Wiki Loves Love is back again in 2020 iteration as Wiki Loves Folklore from 1 February, 2020 - 29 February, 2020. Join us to celebrate the local cultural heritage of your region with the theme of folklore in the international photography contest at Wikimedia Commons. Images, videos and audios representing different forms of folk cultures and new forms of heritage that haven’t otherwise been documented so far are welcome submissions in Wiki Loves Folklore. Learn more about the contest at Meta-Wiki and Commons.

Kind regards,
Wiki Loves Folklore International Team
— Tulsi Bhagat (contribs | talk)
sent using MediaWiki message delivery (gotûbêj) 06:14, 18 kanûna paşîn 2020 (UTC)

Teknîkî: Şablonên "rastnivîs" û "guharto"[biguherîne]

@Ghybu, Şêr, û MikaelF: Dema mînak li bin "guherto"yan zêde dikim, heta niha wekî li têkel û firokeyê tê dîtin, şablona "{ {rastnivîs|X}}" bi kar anîm. Di şablonê de ev hevok derdikeve: Ji bo guhartoya rastnivîsî binêre X. Ji ber vê jî min bêdilî xebitand. Wekî min di gotûbêja zilam de nivîsand, ev rasterast girêdayî "beralîkirin"ên Wîkîferhengê ye ku ew jî pirsgirêkên rastnivîsiyê derdixe holê: Ji ber kîjan referansê guhertoyek wekî bingeh tê hilbijartin û yên din ber bi wê têne beralîkirin? Lê bîska din pêrgî şablona "{ {guharto|X}}"yê hatim ku li behîfê bi kar anîm ku bi vê şablonê ev hevok derdikeve: Guhartoyeke X. Dema ez van her du şablon li ber hevûdin dadînim, ya çêtir a duda xuya dike û subjektîfî kêmtir dike (heta saziyeke fermî tune be, bawer im tu carî em ê nikaribin sedî sed bibin objektîf). Niha ya meraq dikim, ji aliyê hebûnê ve armancên van her du şablonan çi ne, bi kîjan aliyê ve jev vediqetin? (Heke cudatiyeke berbiçav tune be, dilê min heye, êdî şablona dudan bi kar bînim û heta ji dest tê, yên din jî bînim ser vê.) --Jiju (gotûbêj) 11:28, 21 kanûna paşîn 2020 (UTC)

Ji bo gotûbêjeke têkildarî vê pirsgirekê jkx li vê derê binerin.--Jiju (gotûbêj) 11:46, 21 kanûna paşîn 2020 (UTC)

Rêbaznameya fermî ya Wîkîferhengê[biguherîne]

Dem baş ji we hemûyan re. Min xwast îro behsa rêbaznasiya wîkîferhengê bikim. Qasî ez dizanim vêga rêbaznameyên me yên fermî tune ne. Bo nimûne wek ya inglîzî: Policies and guidelines. An wek ya tirkî: Vikisözlük resmî politikaları. Ez vê wek kêmasiyeke cidî dibînim. Di bin banê van rêbaznameyên wîkîferhengên dinê de gelek agahî û rêzikên girîng tên diyarkirin. Yek ji yên herî girîng jî krîterên lêzêdekirinê ne. Gelek caran hevalên nû tevlî me dibin herî pêşî pirsa vê dikin. Wê demê bi piranî em an li gor xwe bersiv didin, an jî berê wan didin rêbaznameyên wîkiyên dinê, nexasim ya inglîzî. Lê herdû awa jî çareyên awarte ne. Divê em vê girê standardekê bikin. Em jî ji xwe re rûpeleke fermî ya rêzik û rêbaznameyan ava bikin. Helbet li gor rewş û şertên xwe binirxînin û rêzikan wiha deynin. Bo mînak tê de krîterên lêzêdekirinê, şêwaza gotaran, rênivîsa standard, şertên beralîkirinan û wd. gelek tiştên hewceyî diyarkirinê ne tomar bikin. Dê ev bi raya min prestîja wîkîferhenga me jî bilind bike. Hûn çi difikirin? Silav û serkeftin. @Ghybu, Şêr, Ferhengvan, Bibliophile, Cyrus the virus, Mohajeer, û Bikarhêner:, @Jiju, IbrahimKocher Duhok, Gomada, Ferhad Kurdi, Balyozxane, Gulsumake, û Hêjaxanim:Pispor (gotûbêj) 17:48, 22 kanûna paşîn 2020 (UTC)

Bi rastî jî divê rêbaznameyeke hebe da ku ji bo destpêkê agahiyeke/fikreke hevpar bide bikarhênerên nû. Her wiha, em dibînin ku ji aliyê îstatîstîkê ve Wîkîferheng roj bi roj cihê xwe bilindtir dike. Wîkiyek hewqas mezin û bêrêbazname, li hev nakin. Wekî her tiştî em wekî mînak Wîkiya îngilîzî bigirin dê baş bibe lê bo "destpêkê" ya tirkî jî dikare alî me bike. --Jiju (gotûbêj) 18:38, 22 kanûna paşîn 2020 (UTC)
Ez jî li gel we hevbîr im ku rêbaznameyeke me divê hebe. Kî dixwaze dest bi amadekirinê bike? Li ser rastnivîsînê ji xwe min berê ev hazir kiribû [1]. Lê beşên din jî divê bên nivîsîn. Herwiha ev beşa rastnivîsînê jî hewceyî dengdanê ye. Eger hinek kêmasî tê de hebin, kerem bikin min agadar bikin, ez ê rast bikim. --Ferhengvan (gotûbêj) 20:47, 22 kanûna paşîn 2020 (UTC)
Pêşnîyazeke baş e ku dikare rê li ber sergêjîyên bikarhênerên nû bigire, ji bo wan (me jî) bibe alîkar da ku em/ew li gorî rê û rêbazên qebûlbar tevbigerin. Ez bi xwe piştgiriyê didim vê fikrê. --Bibliophile (gotûbêj) 15:58, 23 kanûna paşîn 2020 (UTC)
Bi qenaeta min jî fikreke rast e ku em rê û rêbazan diyar bikin. -- Bikarhêner (gotûbêj) 16:23, 23 kanûna paşîn 2020 (UTC)
Li gor min jî divê rêbaznameya me ya fermî bibe. Lê kî yê qerar bide û binivîse? --Balyozxane (gotûbêj) 21:03, 25 kanûna paşîn 2020 (UTC)
@Şêr, Ferhengvan, Bibliophile, Cyrus the virus, Mohajeer, û Bikarhêner:, @Jiju, IbrahimKocher Duhok, Gomada, Ferhad Kurdi, Balyozxane, Gulsumake, û Hêjaxanim: Hevalên hêja ji bo wîkîferhengeke profesyonel ev karê rêbazname gelek girîng e û divê em biryarekê bidin, kak @Ghybu: gelo ji bo fermîbûna vê rêbaznameyê rê û nîşan çi ye ? Mohajeer (gotûbêj) 18:40, 13 nîsan 2020 (UTC)
Xebera te ye. Em ê çawa bikin?--Balyozxane (gotûbêj) 19:07, 13 nîsan 2020 (UTC)
bnr. Wîkîferheng:Rêbazname û Gotûbêja Wîkîferhengê:Rêbazname--Balyozxane (gotûbêj) 19:39, 13 nîsan 2020 (UTC)

Beşa "Ji"[biguherîne]

Silav, ez ê bi botê navê beşa "Ji" bigerînim ji ber ku beşa "Ji" rind nayê fêm kirin. "Etîmolojî" çito ye? An jî navekî din: pêşniyaz? Erê? Na? Nêrînên we?@Şêr, Ferhengvan, Pispor, Bibliophile, Jiju, û Ferhad Kurdi:--Ghybu (gotûbêj) 22:21, 3 sibat 2020 (UTC)

Silav @Ghybu: Etîmolojî baş e, piraniya wiktiyên din jî wê peyvê bi kar tînin. --Ferhengvan (gotûbêj) 22:27, 3 sibat 2020 (UTC)
@Ferhengvan: OK! Beşa "Jê" (Derived terms bi îngilîzî) jî bigerîninê?--Ghybu (gotûbêj) 23:46, 3 sibat 2020 (UTC)
Etîmolojî an jî tenê "Reh(nasî)" bi min ji navê "Ji"yê çêtir e. Lê bi min pirsgirêkek mezin di navê "Jê"yê de tune ye. Lê heke bo fambartir bibe, dibe ku em li ser navên wekî "Jê pêkhatî/dariştî/çêkirî/wd" bifikirin. Silav û rêz. --Jiju (gotûbêj) 09:15, 4 sibat 2020 (UTC)
Silav Ghybu. Helbet etîmolojî jî dibe, lê "Rehnasî" be bi min çêtir e. Bo nimûne wîkîferhenga farisî (wîkîvaje) "ریشه‌شناسی"(rîşeşînasî) ango rasterast bi kurdî "rehnasî" bi kar tîne. Ne şaş bim "wîkamûs"a erebî "الأصل والاشتقاق" ango "esil û dariştin" bi kar tîne. Herwiha ya tirkî jî "köken" ango "reh" e. Gotina min ew e; têgiha "etîmolojî"yê û cûreyên wê di piraniya wîkîferhengan de wek serdest bixwiyê jî, alternatîf jî hene, lewre bi ya min em jî "rehnasî"yê bi kar bînin tê baş be. @Ferhengvan, Jiju, Bikarhêner, û Balyozxane:Pispor (gotûbêj) 14:01, 4 sibat 2020 (UTC)
Bi min "Jê" baş tê fehmkirin ka mebest çi iye. Li cihê "Etîmolojî" bi min "Rehnasî" ne baş e ji ber ku "reh" di heman demê de tê wateyê rehê lêkeran jî anku ew forma ku mirov pêşgir û paşgiran pê ve dike, bn.: kirin > kir > -k- > di-k-im, na-k-e, bi-k-in...Ev peyama bêîmze ya Ferhengvan (gotûbêjbeşdarî) e. 15:15, 4 sibat 2020‎
Silav Ferhengvan Mamoste dema min peyva rehnasî pêşniyaz kir, pirtûka te ya Rehnas hat bîra min ku wekî pirtûka pîroz a zimanê kurdî bi kar tînim:)) û niha te gotiye peyva "rehnasî" li etîmolojiyê nayê. Hişê min piçekî tevlihev bû. Gelo ji ber sedemên qanihtir, tu êdî bi rexneyî nêzî bikaranîna vê peyvê dibî? --Jiju (gotûbêj) 12:06, 6 sibat 2020 (UTC)
Hêja @Jiju: "Rehnasî" ne zêde xirab e. Lê di kurdî de mirov gelek caran behsa "rehên lêkeran" (verb stems) dike. Loma bi mebesta tevlihevkirinê, ez dixwazim ku em peyva "etîmolojî" li cihê wê bi kar bînin gava ku em behsa etîmolojiyê dikin. --Ferhengvan (gotûbêj) 13:53, 6 sibat 2020 (UTC)

Lîsteyên peyvên kurdî ku alîkarî dixwazin[biguherîne]

--Ghybu (gotûbêj) 23:45, 9 sibat 2020 (UTC)

Silav :), niha min dest bi lêzêdekirina cureyên lêkeran kiriye. --Şêr (gotûbêj) 22:06, 10 sibat 2020 (UTC)
Gelek spas :)--Ghybu (gotûbêj) 22:07, 10 sibat 2020 (UTC)
Ji bo te jî cano :) --Şêr (gotûbêj) 22:12, 10 sibat 2020 (UTC)

Zaravayên kurdî[biguherîne]

@Xwedêda, Balyozxane, Pispor, Jiju, Bikarhêner, Ghybu, û Ferhengvan: Hevalên hêja ji bo tomarkirina peyvên zaravayên din, sîstema me baş xuya nake, yanî divêt bi pîtên aramî em sîstema xwe bihêz bikin. Gelek peyvên soranî bi pîtên latinî hatine tonarkirin, divêt ew jî wek zimanek bihên tomar kirin her wiha peyvên kelhûrî dê werin tomar kirin, divê ji bo vê em amadehiyên xwe bikin. Me peyvên zazakî an kelhûrî wek pêvek li serrûpelê weşandine. [2] ev peyva kelhûrî min wiha tomar kir lê divê wek zimanek bê tomar kirin. Xizmeta ferhenga me divê bigehe hemû zaravayan an jî zimanên kurdan. Ji bo alîkariya teknîkî hewce ye, em çi bikin ? Mohajeer (gotûbêj) 14:51, 11 nîsan 2020 (UTC)

Merheba @Mohajeer: @Xwedêda, Balyozxane, Pispor, Jiju, Bikarhêner, Ghybu, û Ferhengvan: Birayê ezîz, kekê Mohajeer min gotarê hinekî sererast kir, ji kerema xwe dikarî lê binêrî: ناو. Ger koda zimanê wek "sdh" têkevî rast dibe. -- Bikarhêner (gotûbêj) 21:13, 19 nîsan 2020 (UTC)
Kodên zimanan
ckb = soranî
diq = zazakî
hac = hewramî
kmr = kurmancî
lki = lekî
sdh = kurdiya başûrî (kirmaşanî/kelhûrî)
Ji bo zimanên din, bnr. Modul:ziman/dane
--Ghybu (gotûbêj) 23:00, 19 nîsan 2020 (UTC)
@Bikarhêner: Gelek baş çêbûye, spas Mohajeer (gotûbêj) 15:07, 20 nîsan 2020 (UTC)

Awayên standard ên peyvan[biguherîne]

Merheba hevalê hêja. Xebatên te yên ji bo kurdî baş in. Lê gor qenaeta min ji aliyê standardan ve cihê ku tu lê yî piçekî dûrî standardan e. Ji ber ku di piraniya ferhengên Bakuriyan de - ku standarda kurmanciyê ji aliyê bakuriyan ve tê danîn - mîsalen peyva sûnd wek sond tê nivîsîn. Di ferhengan de jî wisa tê qeydkirin (Ji bo nimûneyan binêre Ferhenga Zana Farqînî, Ji bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî) - Tirkî ya M. Malmîsanij û yên din, Ferhenga TDKyê ya Kurdî - Tirkî / Tirkî - Kurdî û gelek ferhengên din). Min tenê peyva "sûnd" wek mînak nîşan da, lê belê gelek peyvên din jî bi vî awayî ne.

Herwisa nizanim ku tu ji kîjan beşa Kurdistanê yî, û nizanim ku tu li ku mayî jî, lê belê divê diyar bikim ku bi rastî peyvên te piçek devokî ne. Ji xeynî vê te li cihekî jî wek sedem diyar kiribû ku ew peyv di klasîkan de jî wisa derbas dibe. Di vê meseleyê de jî dixwazim vê yekê bibêjim ku ziman herdem diguhere, bi derbasbûna wextê re hin peyvên nû tevlî zimanê me dibin, hin peyv jî manen diguherin, hin peyv jî bi temamî winda dibin, nayên bikaranîn. Lewra mirov nikare bibêje ku ji ber ku ev peyv di klasîkan de wisa derbas dibe divê bi vî awayî were nivîsîn. Herwiha "rastî"ya ziman girêdayî gelek krîteran e. Nimûneten peyva "unwan" ku peyveke kurdî yê riherebî ye ango ji zimanê erebî hatiye deyngirtin. Ger krîtera me ya "rastbûn"ê tenê bibe "awayê eslî / orijînal" divê wê demê em vê peyvê wek "unwan" bi kar bînin, lê di ferhengan de wek "inwan" hatiye qeydkirin. Ango dixwazim bibêjim ku divê em krîtera "rastbûn"a peyvan tenê girê nedin awayê eslî, ji ber gelek taybetiyên din ên zimanê hene ku yek ji wan jî "guherbari"ya wê ye. Herwisa zimannas hewla "zêde rastkirinê" wek hîperkrektî (Ji bo agahiyên derbarê hîperkorektiyê de binêre https://zimannas.wordpress.com/2015/07/06/hiperkorekti-anku-zede-rasti/) bi nav dikin ku ev yek car caran zirarê dide zimanê mirov. -- Bikarhêner (gotûbêj) 21:03, 24 nîsan 2020 (UTC)

@Bikarhêner: Spas ji bo vegotina te. Ez tê gihiştim. Lê, keko, bi ya min hûn gelek dûrî standardan e. "Rastnivîs" tête çi maneyê? - "Nivîsa rast". Ku hûn wiha dewam kin hûn ê zimanê me parçe kin. Jixwe ez dibêjim "sond", u nabêjim "sûnd", lê "sûnd" ji bo rastnivîsê çêtir e ji ber ku ew guherto hemî devokên me dikite yek. Kirmancên badînî jî bipiranî bi herfên erebî dinivîsin, loma ew ji herfên latînî dûr in, u ji ber vê yekê jî pir kes berê xwe nadine nivîsên wan ên bi herfên erebî.
Celadet Elî Bedirxan jî di pirtûkên xwe da "hûn" wek "hon" ji bo rastnivîsê pêşkêş kiriye. Lê niha em çi dibînîn? Em "hon" bi kar nayînîn; "hon" belkî bilêvkirina wî bû. Kirmancên rojhilatê dikarin "û" wek "wî" (ü) bixwînin, u "o" li hin deran wek "û". Peyva "kirm" u "kirmanc" jî bi devokê min "kurm" u "kurmanc" e, ji ber ku ev "i" li paş herfê "k"yê dibite "u". Di edebiyata klasîk da jî "kirmanc" bû. Em dibêjîn "kurd", lê em nabêjîn "kurmanc" (devokî); em dibêjîn "kirmanc".
Te wekî din jî got ku ez zêde rast (hîperkorekt) dinivîsim. Nexêr, min wek mînak guhertoyên peyva rîspîyê yên hîperkorekt jî pêşkêş kirine. Navê te jî hîperkorekt e, hevalê min. Ne "bikarhêner" e; "bikarîner" e.
U tiştekî din jî ev peyva "unwan" ku te ji bo nimûneyekê nivîsî nerast e, u bi erebî jî ne "unwan" e. Here kontrol bike. Di edebiyata klasîk da jî "inwan" bû. - Hakîmo (gotûbêj) 10:54, 25 nîsan 2020 (UTC)
Keko esasên meseleya ku em li serê li hev nakin ev e ku zimanê me gihîştiye standardekê, belê standardeke ji yê miletên din kêmtir e û ne ji sedî sed e. Jixwe di miletên din de jî dereceya standardbûnê helbet ti carî nagihîje 100%-yê. Lê wek ji berheman jî diyar e kurmanciya Bakurê bi dereceyekê gihiştiye standardekê. Îca ger em Badînî bigirin dest, Badînî negihîştiye standardeke, jixwe nivîsîna bi tîpên latînî jî rind nizanin. Her yek bi serê xwe ye. Ger em bi navê "danfamkirina bi badîniyan" wek krîter esas bigirin wê kurmanciya bakur tevlîhev be, teqez wê berbad be. Yanî badînî îro ji bo nabin krîterekê. Ger em dewleteke ava bikin em wê gavê bifikirin ku wê çawa be, lê yekkirina zimanê kurdî (an zimanên kurdî) an zarava - devokên kurdî îro şaş e, wê tenê zerarê bide. Tiştê ku em dibêjin ne yekkirina ziman - zarava an devokên zimanê kurdî ye, ez dixwazin ku awayê standard yê zimanê nivîskî ya kurmanciyê bi kar bînin, qeyd bikin ser vê ferhengê (mexseda me ya ji bo kurmancî ev e, helbet peyvên bi soranî, zazakî û zaravayên jî em li ser vê ferhengê qeyd dikin û ji bo wan jî armanca me ew e ku em awayên wan ên standard bi kar bînin di gava qeydkirina wan a li ser vê wîkiyê). Herwiha dixwazim diyar bikim ku tu di heyatê xwe rojane de ger ji bo peyvekê çi bibêjî bêje, lê gava wan peyvan qeydê ser vir dikî ji kerama xwe balê bide ku awayê standard yê nivîsînê qeyd bikî vir. Helbet em di vir de awayên din ên peyvê jî diyar dikin û ji bo wan beralîkirinekê datînin. Ji xeynî vê dixwazim tiştekî din jî diyar bikim ku em li gor çavkaniyan diçin. - Helbet her "çavkanî" jî ne çavkanî ye. - Em hewl didin ku li ferhengan, li kitêbên rastnivîsînan binêrin û bi vî awayî peyvan qeydê ser ferhengê bikin. Ger me di hin peyvan de vê yekê nekiribe jî, divê van şaşiyên me jî hûn kontrol û sererast bikin. Her yek ji me li vir wezîfedar e ku li ferhengê miqate be. Lê wekî ku min got ger em hewl bidin ku badînî û kurmanciyê bi hev re standardîze bikin wê kurmancî jî badînî jî ji vê yekê zirarê bibîne. Ji bo çareserkirina meseleya soranî û badîniyê çendîn metodên din hene. Mîsalen dixwazim vê yekê jî bipirsim ka peyva "hêştir" ser kîjan ferhengê / ferhengan wek "hiştir" dibore? Ji kerema xwe li çend ferhengên mezin ên kurdî yên pêbawer û kitêbên rastnivîsînê binêre û peyvan dû re li gor wan qeyd bike. -- Bikarhêner (gotûbêj) 20:56, 25 nîsan 2020 (UTC)
@Bikarhêner: Em kirmancî parçe kîn? Temam, min nedizanî ku niyeta we ew bû. Em hingê ferhengekê ji bo badînan (kirmancên rojhilatê) ava kîn u yekê ji bo kirmancan (kirmancên navendî/rojavayî) ava kîn. Yan jî em kirmancên navendî u yên rojavayî jî veqetînîn. - Hakîmo (gotûbêj) 21:08, 25 nîsan 2020 (UTC)
Em tiştekê parçe nakin, jixwe ji hev cuda ne. Awayê badînî û awayên din ên berbelav jî dikarî li vir zêde bikî, lê ne wek awayê standard. -- Bikarhêner (gotûbêj) 01:03, 26 nîsan 2020 (UTC)
@Bikarhêner: Erê, cihê ne, lê ne ewqas. Jixwe ez kirmanciya Ehmedê Xanî u Melayê Cizîrî fehm dikim - ne ewqas cihê ye mîna ku tu dibêjî - wan jî bi kirmanciyeke sade u pak nivîsandine, yanî mirov jê fehm dikit. Kirmanciya xeberan, çawa bêjim, her ku ez li wan guhdar dikim, kenê min têt. Ez kirmancên Hekariyê u Botanê (xaseten mirovên ixtiyar) ji wan xweştir fehm dikim, ji ber ku zimanê wan sade ye. Devokê min jî ê rojavayî ye. Hakîmo (gotûbêj) 07:40, 26 nîsan 2020 (UTC)
Keko me dîsa li hev nekir. Ji kerema xwe li çend ferhengên mezin ên kurdî yên pêbawer û kitêbên rastnivîsînê binêre û peyvan dû re li gor wan qeyd bike. Û wek awayê standard bila yek peyv hebe, yên din jî bila werin beralîkirin. Qene bila ji bo peyveke ji yekî zêdetir peyv wek awayê standard neyên qeydkirin. Herwiha ger jixwe peyveke wek standard hatibe qeydkirin, û ku tu wê peyvê wek ne standard bibînî, ji kerema xwe ser gotûbêja peyvê nîqaşeke bide destpêkirin û dû re ger di dawiya encamê de yê ku tu diyar dikî wek standard were qebûlkirin (bi dengdaneke an bi diyarkirina fikran) wê gavê em awayê wekstandarddiyarrkirî biguherînin. Nexwe nabe ku em tev li gor nerînên xwe hereket bikin. Du krîterên esasî ên wîkiyan "biçavkanîbûn" û "bihevrebiryargirtin" e. Ev jî ji bo qenciya me û qenciya ferhengê ne. -- Bikarhêner (gotûbêj) 08:34, 26 nîsan 2020 (UTC)
Gotûbêjê bar dikim ser Dîwanê, ji ber ku meseleyeke giştî ye. -- Bikarhêner (gotûbêj) 08:43, 26 nîsan 2020 (UTC)
@Hakîmo, Ghybu, Mohajeer, û Pispor: @Gulsumake, Ferhengvan, Balyozxane, û Bibliophile: @Biyolojiyabikurdi, CathFR, Cyrus the virus, û Ferhengvan: @Dr. Oremar, Eniboyy, Eyyubfirat, û Ferhad Kurdi: @Gomada, Guherto, IbrahimKocher Duhok, û Jiju: @Penaber49, Sari Mahsun, Zinarê Meley, Ûsibê Bêmal, û Şêr: @Tûrikêxendekê, Sîbelkê, Sêwregî, û Qurreder: Hûn çi difikirin? -- Bikarhêner (gotûbêj) 08:50, 26 nîsan 2020 (UTC)
Temam, lê ko ev bikarînerên han sif ji navendê u rojavayê bin, hingê qet çênabit. Hakîmo (gotûbêj) 09:14, 26 nîsan 2020 (UTC)
@Bikarhêner: Xebera te ye, bira. Hakîmo ji "standarda zimên" fêm nake. Guherandinên wî jêbibe heke ne li gorî standarda zimên bin. Dibêje "kirmancî" ew çi ye yanî jkx.--Balyozxane (gotûbêj) 10:13, 26 nîsan 2020 (UTC)
@Balyozxane: "kirmancî" yanî "kürtçe" ye. -- Hakîmo (gotûbêj) 10:20, 26 nîsan 2020 (UTC)
@Hakîmo: 63 hejmaran kovara KURMANCÎ 1 hene, bira niha em dev ji wan berdin û bibêjin kirmancî? --Balyozxane (gotûbêj) 10:23, 26 nîsan 2020 (UTC)
@Balyozxane: Ez nabêjim "kirmancî" bibêje; ez dibêjim "kirmancî" kevntir u rasttir e, jixwe piraniya xelkê rojhilatê dibêjin "kirmancî" u di edebiyata klasîk da jî wisa ye. "kurd" heye u "kirmanc" heye. Ez jî dibêjim "kurmanc", lê ez wisa nanivîsim. Hakîmo (gotûbêj) 10:28, 26 nîsan 2020 (UTC)
@Hakîmo:

Hakîmo ji "standarda zimên" fêm nake.

--Balyozxane (gotûbêj) 10:31, 26 nîsan 2020 (UTC)

@Balyozxane: Em mîna mezinan bipeyvîn. Weng nabit, heval, eyb e. -- Hakîmo (gotûbêj) 10:34, 26 nîsan 2020 (UTC)
@Hakîmo: Eyb eyba te ye, bira. Tu çima xwe hertim dispêrî wêjeya klasîk û yên rojhilatiyan? Çima carekê jî nabêjî niha her kes wisa dinivîse? Çima nabêjî li bakûr 15m kurmanc hene li Dihok û rojhîlat belkî 4m jî tunne? Çima nabêjî êdî zanko û beşên kurdî hene hinkî ji wan sûd wergirim? Di wêjeya îngilîzî de Beowulf heye salên 900î hatiye nivîsîn, Shakespeare salên 1500î de jiyaye. Ti kes hene di wiktionary-ê de dibêjin em wek Shakespeare binivîsîn? Tu çima îmana me diçikînî? Tu jî jkxr hinkî ji me fêm bike. Ew evîna zimanê rêkûpak ji kû tê jkx dev ji wan gotinan berde û were em zimanekî standard bi kar bînin. Bes.--Balyozxane (gotûbêj) 10:43, 26 nîsan 2020 (UTC)
@Balyozxane: Di wêjeya îngilîzî de Beowulf heye salên 900î hatiye nivîsîn, Shakespeare salên 1500î de jiyaye. Ti kes hene di wiktionary-ê de dibêjin em wek Shakespeare binivîsîn?. Inglîzî gelek guheriye. Tu behsa "middle English" u "old English" dikî. Zimanê edebiyata me yî klasîk (ji xeyrî hin peyvên erebî u farisî) hîn bi kar têt. -- Hakîmo (gotûbêj) 10:50, 26 nîsan 2020 (UTC)
@Hakîmo: Hey çavê wî xwaro, eynî wisa. Inglîzî gelek guheriye. Her wiha nivîsîna kurmancî jî gelek guheriye. Demekê bi devoka hekarî gelek kes nivîsî û xelas. Niha bi awayê standard her kes hewl dide ku binivîse. Tu jî jkxr hinkî hewl bide.--Balyozxane (gotûbêj) 10:55, 26 nîsan 2020 (UTC)
@Balyozxane:Hey çavê wî xwaro, eynî wisa. Ez çi dibêjim tembûra min çi lêdixit. Birayê min, hinekî mîna mezinan bipeyive. Em ne zarok în qey. Hakîmo (gotûbêj) 11:01, 26 nîsan 2020 (UTC)
@Hakîmo: Min bibore lê roja ku tu ji zimanê standard fêm bikî ez ê jî mîna mezinan bi te re bipeyivim. Niha wekî ku tu zarok î em ji te re behsa zimanê standard dikin.--Balyozxane (gotûbêj) 11:06, 26 nîsan 2020 (UTC)
@Balyozxane, Ghybu, Şêr, û Ferhengvan:
Axiftina Balyozxane li dijî min: Niha wekî ku tu zarok î em ji te re behsa zimanê standard dikin. Hakîmo (gotûbêj) 11:17, 26 nîsan 2020 (UTC)
@Hakîmo, Ghybu, Şêr, û Ferhengvan:
Vandalîzma Hakîmo li ser wîkîferhengê [[3]], 2, 3, 3
@Balyozxane: min ew 3 jê biribû. -- Hakîmo (gotûbêj) 11:35, 26 nîsan 2020 (UTC)
Merheba hevalên hêja; Hevalê @Hakîmo: ez di jiyana xwe ya rojane de bi badînî diaxivim, min ji dê û babê xwe wiha dîtiye. Lê ji bo standardîzebûna ziman hewce ye em xudan-devok fedakariyan ji bo zimanê xwe biken. Eger her kesê xudan-devokek bibêje, devokê min standarttir e, wê demê zimanê kurmancî namînît. Elbete peyvên di pirtûkên klasîk de diborin divên bên qeyd kirin û ez jî di wê fikrê de me ku ew peyv werin bikaranîn. Lê ez vê jî dibînim ku ziman tiştekê zindî ye, her diguherît. Devoka min Badînî nêzî Îranê ye û ez bawer dikem ji botanî,serhedî bêhtir nêzîkî zimanê Avestayê ye jî. Lê ziman diguherît, mirov neşêt bibêjît kîjan devok rasttir e. Bi fikra min devokê me yê Badînî ji ber sedemên cografîk nêzî soraanî ye jî nêzî farisî ye jî, em dişên delîlan jî rêz biken. Mînak eger tu li Hekarî bi taybetî li Şemzînanê bigerî tu dê bibînî ku gelek tesîra soranî li ser vê herêmê heye, her wisa tu biçî Urmiyeyê(badînî ne) tu dê bibînî ku tesîreke dîtbar ya farisî li ser kurmanciya herêmê heye. Ji bo peyvan ez dişêm vê bibêjim ku ji bo me peyva standard peyva biçavkanî ye, eger di pirtûkên klasîk de tenê hebît, ew peyv standard e. Eger wêjevan û zimanzanên nûjen bi delîl di pirtûkên xwe de peyvek dî wek standard nîşan biden, ew peyv standard e. Ji ber vê ez dibêjim ziman zindî ye. Nifşên nû belkû peyvên me qebûl neken û li gor delîlan peyvên nû bipejirînin.Li gel silavan Mohajeer (gotûbêj) 12:54, 26 nîsan 2020 (UTC)
Wek din dixwazim vê jî bibêjim ku wîkîferheng di rêzbûna dinyayê de dibe ku bikeve asta 10ê [4], em bihevra hişyar bin û hevalên nû tevlî vir bikin Mohajeer (gotûbêj) 13:00, 26 nîsan 2020 (UTC)
@Mohajeer: Ez kirmancî u soranî wek du zimanên cida dibînim. Ez naxwazim ku em soranî u kirmancî bikîne zimanekî ("zimanê hewbeş"), çunkî jixwe çênabit ji ber ku ew du zimanên cida ne. Mîna swêdî u danmarkî, ew jî du zimanên cida ne. Ereb jî ji bo standardê erebiya Quranê bi kar tînin. Ez jî dizanim ku ziman zindî ye u diguherit. Meselen paşgira "-it" e kirmancî. Em dikarîn vê paşgirê wek "-i", "-e", "-î", "ît" hwd bixwînîn, lê divêt em wek "-it" binivîsîn. paşgira "-t"yê ya zimanê frensî jî pir caran nayête xwendin, lê tête nivîsîn. Wekî din çi bêjim, ez nizanim, lê gotina te jî rast e. Divêt em bifikirîn... Hakîmo (gotûbêj) 13:25, 26 nîsan 2020 (UTC)
@Hakîmo: bi rastî ji bo peyva kurdî ez jî li gel te me ku zimaneke wisa tine ye, zimanên kurda hene.Ji bo vê ez neşêm tiştekî bibêjim. Wek din bawer bike ez ji te bêhtir dixwazim ku badinî bibe kurmanciya standard lê divê mirov hinekî realîst be, nifûsa zêde çawa diaxive, standardîzebûn jî li gorî wan çêdibe. Ji bo tevahiya Kurdistanê jî ev wisa ye ku tu dibînî li Başûr zimanê serdest Soranî ye, malbata barzaniyan kirmanc e lê neşiyan zimanê xwe bikin zimanê serdest, çûnkî rastî li pêş çav in. Soran ji wan bêhtir in. Li vir jî divê aliyek înadê berde û tevlî aliyê din be ji bo standarîzasyona kurmancî. Tenê ji we dixwazim hevdu neêşînin, bi rehetî, dilgermî em bihevra biaxivin, çi tişt nîne ku bi axiftinê çareser nebît. Silav û rêz Mohajeer (gotûbêj) 15:14, 26 nîsan 2020 (UTC)
@Mohajeer: Min negot, em badînî bikinî standard. Meselen ez naxwazim "hûn" bibite "hün" yan "hwîn", mîna badînî. Spas ji bo nêrîna te u rêzgirtina te. Xwedê ji te razî bit. Mixabin hin kes bi min ra tehl deng dikin. -- Hakîmo (gotûbêj) 15:58, 26 nîsan 2020 (UTC)
Silav û dembaş hevalno. Ez hinekî dereng ji niqaşa agahdar bûm, min jî xwest çend tiştan bibêjim. Li berî her tiştî, jixwe li vir em çend kes in ku bo Wîkîferhengê dixebitin û dixwazin naveroka wê baştir bikin. Loma, hewceya me bi xebat û keda herkesî heye. Lêbelê, gerek ew xebat û tevkarî li gor standart û rêbazan bin. Wek mînak, gotarên ku ji zû de ye di bin sernavekî de hatine çêkirin, gerek ji dû niqaş û lihevkirinan re, bên guheztin guhertoyeka din. Min hinekî çav li guherandinên kek @Hakîmo: gerand û ew guhertinan gerek ji dû niqaşan re bên kirin. Wek mînak, em jî devoka xwe de "payîz"ê wek "peyîz" bi lêv dikin. Lê nivîsandina "payîz" hema bêje êdî bûye standart. Loma sernava bingehîn "payîz" û "peyîz" li wê bê beralîkirin baştir e. Ji ber ku ew baştir e. Eger em dixwazin Kurmancî di Wîkîferhengê de êdî wek Kirmanc binivîsin, gerek ew ji dû niqaşan re bibe rêbaz. Ew bo "xûn/xwîn", "biheşt/bihuşt", "hilatin/hilhatin" jî wiha ye. Bo van guhertinan, gerek yek bi yek niqaş bên kirin û ji dû re guhertin bên çêkirin. Jixwe standarta wîkî'yan jî destnîşana vê rebazê dike. --Cyrus the virus (gotûbêj) 19:20, 26 nîsan 2020 (UTC)

Collaboration with en.wiktionary[biguherîne]

Good day, all. I read an article in a newspaper about Kurdish Wiktionary recently, and was surprised to see how active the website is. Good for you! I also was editing English Wiktionary and found [5], which contains 339 entries made by a translating bot about 10 years ago. Can some of you look at these? --Elvinrust (gotûbêj) 11:02, 4 gulan 2020 (UTC)

@Elvinrust: Thank you for your effort to Kurdish language, and Kurdistani peoples. Can you adress we that article please, we wonder about that. Also, we will check that bots articles, in a short time. Thank you. -- Bikarhêner (gotûbêj) 18:24, 4 gulan 2020 (UTC)
The article is at https://www.kurdistan24.net/en/news/eebaab17-1f83-4c7b-8907-9026bf9d81e7 --Elvinrust (gotûbêj) 19:36, 4 gulan 2020 (UTC)

Hin rûpelên bi problem[biguherîne]

@Ghybu: @Balyozxane: @Bikarhêner: yek ji we karê problemên va rûpela çêkê? Guherto (gotûbêj) 18:13, 7 gulan 2020 (UTC)

@Guherto: Ew lînka pastebin naxebite.--Balyozxane (gotûbêj) 18:32, 7 gulan 2020 (UTC)
@Balyozxane: Gelek ecêb. Tu karê vê lînkê biceribênê? Guherto (gotûbêj) 18:37, 7 gulan 2020 (UTC)
@Guherto: Li tevlî pirsgirêkên vira bikinê Bişirîn Min tiştik fêm nekir: te çima ew nivîsa li ser Wîkîferhengê nanivîsînî?
Nivîsa lînkê:

Rûpelên xirab go ber werin jêbirin: افلام سكس هندي
Rûpelên go problem bi "=" ya di wan de hene: nêgir, godfather, erection, Saudi Arabia, shemale, businesswoman, nejîr, ebarîq, qut, efraz, despot, qurre, Ton, umwickeln, Gebäude, Küche, gefasst, wişandin, اجراءات, الحادي, الغما, القوة, النقة, پێڕابون
Rûpelên bi werger-ser lê bê werger-bin: reşo, cîhadî, Hek, tüş, qül, qülî, îşporta, ostrojen, dîldo

--Ghybu (gotûbêj) 18:39, 7 gulan 2020 (UTC)
@Ghybu: Di nav wa peyvan de heneke go ez ne xwestim bi hesaba xwe li vir binivîsenim hebûn (ji bonî go hin tiştê ne xweş hene), ji bonî wê min wa xiste pastebîn/ghostbîn-ekî go piştî 14 roja wê ê jêbirin. Guherto (gotûbêj) 18:42, 7 gulan 2020 (UTC)
Silav hevalno, hûn karin li va rûpela jî mêzênin? watene -- Monitor -- pêtav Guherto (gotûbêj) 10:46, 10 gulan 2020 (UTC)
@Guherto: Tu çawa wan rûpelên çewt dibînî? --Balyozxane (gotûbêj) 12:18, 10 gulan 2020 (UTC)
@Balyozxane: Min programekî çekiriye go wikitextên ji https://dumps.wikimedia.org/ dixwênê û duvre li problema di wan de digerê. Yek karê lînkên xirabûyî, sernavên bi kêm yan jî gelek "=", sernavên go bi "=" destpê dikin lê na êne girtin (=== sernav bi dêla === sernav ===), sernavên bê nivîs (vala), sernavên çewt (bo nimûne "Wergerr" bi dêla "Werger"), werger-serên bê werger-bin û hin tiştên dî bibînê. Guherto (gotûbêj) 12:45, 10 gulan 2020 (UTC)
@Guherto: A gelek baş e. Destxweş!--Balyozxane (gotûbêj) 13:47, 10 gulan 2020 (UTC)
@Balyozxane: Pirsekî min ji tere heye, ti kurdîya min fêm dikê? Ez ne ne berî gelek wextî destpêkirim bi kurdî binivîsênim (berî 6-7 meh wilo) Guherto (gotûbêj) 13:52, 10 gulan 2020 (UTC)
@Guherto: Erê fêm dikim :) Hin peyvan tu bi devokî dinivîsî lê ne gelek giring e. --Balyozxane (gotûbêj) 13:55, 10 gulan 2020 (UTC)

Lêker (hevedudanî) û navdêrên kurdî[biguherîne]


@Şêr, Balyozxane, û Bikarhêner:. Formên navdêr û lêker bi vî awayî lê zêde bikinê (nd: [7] / l: [8])?

  • {{l|ku|c=h-gh|nd=hez kirin|g=2}}hez kirin lêkera hevedudanî, gerguhêz (forma navdêr hezkirin)
  • {{nav|ku|z=m|l=hez kirin|g=2}}hezkirin (forma lêker hez kirin)

--Ghybu (gotûbêj) 20:07, 8 gulan 2020 (UTC)

@Ghybu: 1 van jî jê bibin? --Balyozxane (gotûbêj) 20:14, 8 gulan 2020 (UTC)
@Balyozxane: bi min vitira (bnr-l / bnr-n --> bnr-h) çêtir e.--Ghybu (gotûbêj) 20:17, 8 gulan 2020 (UTC)
An jî her dû jî bisekinin?--Ghybu (gotûbêj) 20:22, 8 gulan 2020 (UTC)
@Ghybu: Em yek ji van bi kar bînin lo, hewce nake ku em karê xwe zêdetir bikin.--Balyozxane (gotûbêj) 20:30, 8 gulan 2020 (UTC)
@Balyozxane, Ghybu, Mohajeer, û Şêr: @Bibliophile, Gomada, Cyrus the virus, û Dr. Oremar: @Eyyubfirat, Ferhad Kurdi, Guherto, û Hakîmo: @Herman astiyag, IbrahimKocher Duhok, Jiju, û Pispor: @Zinarê Meley, Ûsibê Bêmal, û Zimanhebûne: Hevalino, min hinekî li ya îngilîzî nêrt, ka gelo ew çawa dikin di vê mijarê de. Bi qasî ku min jê fam kir, di wîkiya îngilîzî de ji bo lêkeran formên wextan wek "third-person singular simple present loves, present participle loving, simple past and past participle loved"; ji bo navdêran agahiyên wek "countable and uncountable, plural loves" datînin. Û ew "bnr"yên li jor jî ji bo "peyvên ku nivîsîna wan nêzîk in" bi kar tînin. Lê di ya wan de cudahiyek wek "hezkirin" û "hez kirin" tine, lewma em nikarin ya wan muqayese bikin.
Sîstema bnr-yên li jor wek jî gelek baş e, em wan ranekin wê baş be. Awayê din yê ku hêja Bikarhêner:Ghybu pêşniyar kir jî zirarek wê nîn e, bi wî awayî jî dibe lê ger ku em qerar bidin ku bnr-yên li jor jê bibin û tenê awayê nû ango li cem lêkeran forma navdêrî nîşan bidin jî wê ev yek me hinekî mijûl bike û wext bigire. -- Bikarhêner (gotûbêj) 01:05, 9 gulan 2020 (UTC)
@Bikarhêner: Sîstema wîkiya îngilîzî û yê mê yek nînin: ew bi gotina te çêdikin em jî li aliyê rast agahiyan di nav tablo de çêdikinê (bnr. ku: ami#Lêker / en: ami#Verb; take#Lêker)... Çima tablo? ji ber ku bi min tablo pedegojîk e (agahî rindtir tên dîtin)...--Ghybu (gotûbêj) 01:19, 9 gulan 2020 (UTC)
@Bikarhêner û Ghybu: Bi ya min jî ji bo kurdî tablo çêtir in. Lê ez dibêjim em têne "bnr"yên li jor bi kar bînin.
  • {{nav|ku|z=m|l=hez kirin|g=2}}hezkirin (forma lêker hez kirin)

Ev peyvan tevlihevtir dike. Ne hewce ye. --Balyozxane (gotûbêj) 09:08, 9 gulan 2020 (UTC)

Li şûna wan em dikarin navdêran wekî hevedudanî, dariştî, an xwerû kategorîze bikin. Gelo dikarî şablonek ji bo wan çêkî?--Balyozxane (gotûbêj) 09:09, 9 gulan 2020 (UTC)

Mafê jêbirina rûpelan[biguherîne]

@Ghybu, Bikarhêner, û Şêr: ez dixwazim karibim rûpelên wisa 1, 2 jê bibim. Çawa dikarim?--Balyozxane (gotûbêj) 16:54, 9 gulan 2020 (UTC)

@Balyozxane: Wîkîferheng:Rêveber#Mafên rêveberan çi ne?. Xwestin: Wîkîferheng:Rêveber/Balyozxane (Mînak: [9])--Ghybu (gotûbêj) 16:59, 9 gulan 2020 (UTC)
Silav Ghybu. Spas!--Balyozxane (gotûbêj) 17:11, 9 gulan 2020 (UTC)

Ferhenga Musa anter[biguherîne]

Ew ferheng
Musa AnterFerhanga Khurdî-Tirki, Kürtçe-Türkçe Sözlük, , 1967 Ev peyama bêîmze ya Dr. Oremar (gotûbêjbeşdarî) e. 16:19, 14 gulan 2020‎

@Dr. Oremar: Spas!--Ghybu (gotûbêj) 17:04, 14 gulan 2020 (UTC)
Li vêderê ferhengên din jî hene: http://tirsik.net/danegeh/ferheng/ Guherto (gotûbêj) 20:31, 17 gulan 2020‎ (UTC)

CommonVoice bi kurmancî[biguherîne]

Silav hevalno, hûn karîn e-peyamekê ji CommonVoiceê re bişînin deqena yek karibê bi kurmancî jî beşdarî bike? Tenê soranî heye.. (https://voice.mozilla.org/en/languages). Yek nikarê di malpera wan de kurmancî bixwazibê û ji bonî wê em hewcêne e-peyamekê bişînin commonvoice@mozilla.com --Guherto (gotûbêj) 15:40, 23 gulan 2020 (UTC)

Cejna Remezanê[biguherîne]

Sibeha we bi xêr hevalno, cejna we ya remezanê pîroz bê! --Guherto (gotûbêj) 09:02, 24 gulan 2020 (UTC)

@Hakîmo, Ghybu, Mohajeer, û Pispor: @Gulsumake, Ferhengvan, Balyozxane, û Bibliophile: @Biyolojiyabikurdi, CathFR, Cyrus the virus, û Ferhengvan: @Dr. Oremar, Eniboyy, Eyyubfirat, û Ferhad Kurdi: @Gomada, Guherto, IbrahimKocher Duhok, û Jiju: @Penaber49, Sari Mahsun, Zinarê Meley, Ûsibê Bêmal, û Şêr: @Tûrikêxendekê, Sîbelkê, Sêwregî, û Qurreder:
Hevalino Cejna we ya Remezanê pîroz be. Xwedê Teala taetên me qebûl bike. Bi hêviya rojên xweştir û geştir. -- Bikarhêner (gotûbêj) 09:58, 24 gulan 2020 (UTC)
Cejna we hemûyan pîroz be Mohajeer (gotûbêj) 10:09, 24 gulan 2020 (UTC)
Gelek spas, cejna we hemûyan pîroz û rojên xweş li benda we bûn. -- Şêr (gotûbêj) 12:44, 24 gulan 2020 (UTC)