Gotûbêja bikarhêner:Zerwanda

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê

Xêrhatin[biguhêre]

Merheba bikarhênera/ê me ya/ê hêja: Zerwanda,

Bi xêr hatî ferhenga kurdî-kurdî WÎKÎFERHENGê Bişirîn

Em hêvîdar in ku tu jî di avakirina vê ferhengê de alîkariya me bikî.

Eger pirsên te hebin, dikarî li ser WF:Dîwanê bipirsî.

Xebatxweş.

Balyozxane (gotûbêj) 17:55, 6 adar 2024 (UTC)[bersiv bide]

Çend têbînî[biguhêre]

Silav. Dîsa bi xêr hatî! Min xwest çend têbînî li ser guhartinên te binivîsim.

  1. Me dev ji formata nivîsina peyvan bi "rr" berdabû, ji kerema xwe re tu jî tenê bi yek "r" binivîse. Eger di beşa Etîmolojiyê an jî Bilêvkirinê de hewce be, dikarî bi kar bînî lê belê ji bo nivîsên gelemper bi kar neyînî çêtir e. Yanî "hevreh" şûnda "hevrreh".
  2. Rûpela WF:Etîmolojîyê çend car bixwîne da ku {{Şablonên etîmolojiyê}} hîn bibî. Bi taybetî ji ber ku navên zimanan ne standard in, baştir e ku em navên zimanan bi şablonê li gorî kodên xwe bi kar bînin. Loma bikaranîna şablonan gelek muhîm in. Ji bo nav û kodên zimanan binêre WF:Lîsteya zimanan. Piraniya kodên wan li gorî wîkîferhenga îngilîzî hatine çêkirin loma eger navê zimanekî lê digerî dikarî bi en:WT:List of languages miqayese bikî.
  3. Dema etîmolojiyê dinivîsî, ji kerema xwe hay ji Etîmolojiya gelêrî hebe. Eger di destê te de çavkanî hebe lê zêde bike. Tiştên bêçavkanî wekî teoriyên kesane lê zêde neke. Eger tiştên bêçavkanî bibînî, wana jê bibe û li gotûbêja peyvê behsa etîmolojiya ku te jê bir û teoriya xwe binivîse. Kengî çavkanî yek ji wan te dît, ê ku biçavkanî ye li gotarê zêde bike. Mixabin dîtina etîmolojiyên biçavkanî ji bo kurdî tiştekî pir zor e lê belê ji ber ku em gelek rastî êrîşan tên li vir jêbirina tiştên bêçavkanî baştir e.
  4. Ji bîr neke li vir çend krîterên me ji bo çêkirina peyvên nû û guhartina sernavên rûpelan hene. Eger çavkanî ji bo peyveke nû tinebe, rûpel tê jêbirin. Eger zanibî li kû derê tê bikaranîn, wê demê binêre Peyvên herêmî.

Eger alîkarî hewce be, dikarî li rûpela WF:Dîwanê yan jî li gotûbêjên me binivîsî. Qewet be! Balyozxane (gotûbêj) 23:27, 13 adar 2024 (UTC)[bersiv bide]

Hişyarî[biguhêre]

Silav. Ortografiya zimên heye û zûbizû naguhêre. Eger xebata xwe bi nivîsîna "rr" dewam bikî, tu yê werî blokkirin. Ji kerema xwe re dev jê berde. Balyozxane (gotûbêj) 16:10, 16 adar 2024 (UTC)[bersiv bide]