Here naverokê

kurmancî

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA(kilîd): /kʊɾmɑːnˈd͡ʒiː/, /kʷɘɾmɑːnˈd͡ʒiː/
  • Deng (Qers): guhdar bikeⓘ(file)
  • Deng (Bidlîs): guhdar bikeⓘ(file)
  • Kîtekirin: kur·man·cî
[biguhêre]
  Kurmancî (1) an kurmanciya jorê (2).
  Soranî an kurmanciya jêrê (2).
Gotareke li ser kurmancî di Wîkîpediya kurmancî de heye.

kurmancî m, k-ya nerm, r-ya nerm

  1. (ziman) Zaravaya kurdî ya serekî ku li Bakurê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê, bakurê Başûrê Kurdistanê, bakurê Rojhilata Kurdistanê, li Xorasanê û li herêmine Sovyetistana berê tê axivîn.
    Hevmane: kurmanciya jorê, kurdiya bakur, kurdiya jorîn, behdinanî, here-were, were-here
    • ~ 1692, Ehmedê Xanî, Mem û Zîn:
      Teqbîḥ nekin evan ṭifalan
      Ev meywe eger ne abdar e
      Kirmancî ye, ew qeder li kar e
    • 2013, Rojen Barnas, Sîlvan/ Silîvan / FARQÎN, Nûbihar, →ISBN Invalid ISBN, rûpel 189:
      Silîvî: Awayê kurmanciya herêma Silîvan e, ku li nîvroyê rojhelat ji kurmanciya Botan-Hekar-Behdînan û li nîvro û rojava jî ji ya Beriya Mêrdînê û rojavayê Qeredaxê bi hin awayan vediqete.
    • (Tu dikarî tarîxa vê jêgirtinê binivîsî?), Şêxmûs Ozpolat, “Romaneke Nîvcomayî: Min Çi Dît”, li ser www.nuhev.com‎[1]:
      Wî berhemên Pûşkîn, Lêrmantov, Tolstoy, Nêksarov, Şêvçenko, Gorkî, Mayakovskî û şoreşger-helbestvanê bi eslê xwe kurd Fêrîk Polatbêkov ji rûsî wergerandine kurmanciyê.
    • 2005 hezîran 10, Newzad Hirorî, “bêjing”, li ser www.nefel.com‎[2]:
      Ergatîvî mohra kurmanciyê ye.
  2. (ziman) Kurdî; hemî zaravayên kurdî, bi taybetî kurmancî (1) û soranî.
    • 1992, Mehmed Uzun, Destpêka edebiyata kurdî:
      Van weşanên bi kurdî û osmanî, bi awayekî fireh, cih dan ziman, çand û berhemên edebiyata kurdî. Wan herdu zaravayên mezintirîn, kurmanciya jorê û kurmanciya jêrê esas girtin. Di nav van weşanan de, ya girîng, bêguman, Jîn e.

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina kurmancî
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî kurmancî kurmancî
Îzafe kurmanciya kurmanciyên
Çemandî kurmanciyê kurmanciyan
Nîşandera çem. wê kurmanciyê wan kurmanciyan
Bangkirin kurmanciyê kurmanciyino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî kurmanciyek kurmanciyin
Îzafe kurmanciyeke kurmanciyine
Çemandî kurmanciyekê kurmanciyinan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

    Ji kurmanc + -î.

    Bide ber

    [biguhêre]

    Bi zaravayên din

    [biguhêre]

    Werger

    [biguhêre]

    Rengdêr

    [biguhêre]
    Pozîtîv kurmancî
    Komparatîv kurmancîtir
    Sûperlatîv herî kurmancî (merkezî)
    tewrî kurmancî (rojavayî)

    kurmancî

    1. Her tiştê bi kurmancî.
      Stranên kurmancî; çîrokên kurmancî.
      Di alfabeya kurmancî ya latînî de 31 herf hene.
      • (Tu dikarî tarîxa vê jêgirtinê binivîsî?), Evdirehmanê Axtepî:
        Binêrin li şi‘ran heçî zaniye
        Çi terkîbekî serfê kurmancî ye

    Werger

    [biguhêre]