kurmanciya navendî
Xuyakirin
Navdêr
[biguhêre]| Tewandin: zayenda mê | ||
|---|---|---|
| Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
| Binavkirî | kurmanciya navendî | kurmanciyên navendî |
| Nebinavkirî | kurmanciyeke navendî | kurmanciyine navendî |
| Agahdarî: Di peyvên hevedudanî de tenê peyva yekem li gor diyarîtiyê û li gor hejmarê diguhere. | ||
- Devokên kurmancî yên ku ji Mûsilê heta Diyarbekirê tên peyivîn (merkezê van devokan teqrîben Mêrdîn e).
- Ji Botan rojhilattir kurmanciya rojhilat heye ko li Dihokê, Hekariyan, Urmiyê, Bazîdê, Wanê û deverên nêzîkî wan tê axiftin. Ji Botan rojavatir jî kurmanciya navendî heye ko li Mêrdînê, Qamişloyê, Diyarbekirê û hin deverên din yên nêzîkî wan tê axiftin. Herçi Botan e, ko ji Cizîrê, Sêrtê û hin deverên din pêk tê, ew dikeve navbera van herdu komên devokan (kurmanciya rojhilatî û kurmanciya navendî) û hin ji taybetmendiyên rojhilatî û hin jî yên navendî li Botan li kar in. — (Husein Muhammed: Parvekirina devokên kurmancî, nefel.com 12/2013)