Here naverokê

ziman

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]
Tewandina ziman  
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî ziman ziman
Îzafe zimanê zimanên
Çemandî zimanî, zimên zimanan
Nîşandera çemandî zimanî wan zimanan
Bangkirin zimano zimanino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî zimanek zimanin
Îzafe zimanekî zimanine
Çemandî zimanekî zimaninan
Gotareke li ser ziman (endam) di Wîkîpediya kurmancî de heye.
ziman (1)

ziman n

  1. organekî nerm e di devî de,
    beşek ji leşê mirov û heywanan yê di devî de ku bo tamkirin, alîstin, daûrandinê û (ji aliyê mirovan ve) bo axiftinêbikaranîn
  2. axiftina miletekî,
    axiftina komekê, miletekî, herêmekê yan welatekî ya ku ji alî pergala xwe ve yek e û ji alî hemû kesên pê diaxivin ve tê fehmkirin
    zimanê kurdî, zimanê îngilîzî, zimanê erebî.
  3. pergala danûstandinê,
    sîstema hemî dengên mirov bi kar tînin daku peyamên xwe bi hev bidin famkirin
  4. danûstandinagotin,
    jest û mîmîkên mirov bi hev re bi kar tînin daku pê peyama xwe bigihînin hev
  5. danûstandina lawiran,
    dengên heywan bi kar tînin daku peyamên xwe bigihînin hev yan kesekî / tiştekî
  6. biwêjên taybet,
    pergala ragihandinê ya hin aliyên taybet
    zimanê wêjeyê, zimanê kompûteriyê, zimanê leşkeriyê, zimanê gundiyan.
  7. şêwazên bikaranîna peyvan
    zimanê dîplomasiyê.
  8. hinêra axiftinê,
    karîna anku şiyana peyivînê
    Ew bêziman e.
  9. şêweyê axiftinê
    zimanxweş; zimandirêj
    • Sofî bi goriya zimanê te be. Ew zimanê hungivîn û xweşik... — (Çiyayê Agirî, Yaşar Kemal, Weşanxana Çanda Kurdî)
  10. (devokî) Kilîl, kilît, mifte, enextar, amûrê ku derî pê tê vekirin

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Herwiha

[biguhêre]

Hevmane

[biguhêre]

Çemandî

[biguhêre]

Têkilî

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Herwiha ezman, taliyê ji proto-hindûewropî *dn̥ǵʰwéh₂s.

Hevreha soranî زمان (ziman), kurdiya başûrî ziwan, zwan, hewramî ziwan, zwan, zazakî ziwan, zon, zûn, belûçî زوان (zewan) û زبان (ziban, zuban), farisî زبان (zeban), tacikî забон (zabon), peştûyî ژبه (žəba), partî 𐫙𐫉𐫁𐫀𐫗 (izban), farisiya navîn 𐫙𐫉𐫇𐫀𐫗 (izwan), osetî avestayî 𐬵𐬌𐬰𐬎𐬎𐬁‎ (hizuuā), sanskrîtî जिह्वा (jihvā́) û जुहू (juhū́), hindî जीभ (jībh), almanî Zunge, danmarkî/norwecî tunge, swêdî/îzlendî tunga, holendî tong, îngilîzî tongue, îrlendî teanga, bretonî teod, latînî lingua (guherîna D bi L din bin tesîra L ya peyva lingo anku alîstin de), îtalî lingua, portugalî língua, spanî lengua, fransî langue, ermenî լեզու (lezu) (L-ya destpêkê di bin tesîra լիզեմ /lizêm/ anku alîstin de), latviyayî insuwis, lîtwanî liežùvis (L-ya destpêkê di bin tesîra liežti anku alîstin de), slaviya kevn *ęzỳkъ, rusî/ukraynî/belarusî язы́к (yazýk), çekî/slovakî jazyk, polonî język.

Çavkanî:
  • Cathcart, Chundra Aroor (2015): Iranian Dialectology and Dialectometry, Doctoral dissertation, University of California at Berkeley.
  • Chyet, Michael L. (2003): Kurdish-English Dictionary, Ferhenga Kurmancî-Inglîzî, Yale University Press.
  • Horn, Paul. (1893): Grundriss der neupersischen Etymologie [Bingehê etîmolojiya farisî] (bi almanî). Strassburg r. 144.
  • MacKenzie, David NeilThe dialect of Awroman (Hawraman-i Luhon) Grammatical sketch, texts, and vocabulary[1]Kommissionaer: Munksgaard (København)1966
  • Novák, Ľubomír (2013) Problem of Archaism and Innovation in the Eastern Iranian Languages (PhD dissertation)‎[[2]], Prague: Univerzita Karlova v Praze, filozofická fakulta.
  • Tsabolov, R. L.Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî ["Цаболов, Р. Л.: Эмцмолоƨцческцц̆ словарь курδскоƨо языка"], Moskova, 2001-2010
  • The Tower of Babel - An Etymological Database Project [Birca Babilê - Projeyeke Danegeha Etîmolojî] (bi îngilîzî û rusî): http://starling.rinet.ru/

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]