Here naverokê

pergal

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]

pergal m

  1. sîstem, nîzam, awa û şêweyê kirina tiştekî
  2. alav, alet, hacet, navgîn, tişta/ê tiştek pê têt kirin
  3. statû, rewş, hal
    • 1996, Sidqî Hirorî, Kurê Zinarê Serbilind, Stokholm: Weşanên Nûdem:
      Dema babê Besê jina xwe di wê pergala gelek nexweş de dîtî, yekser biryar stand […]

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina pergal
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî pergal pergal
Îzafe pergala pergalên
Çemandî pergalê pergalan
Nîşandera çem. wê pergalê wan pergalan
Bangkirin pergalê pergalino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî pergalek pergalin
Îzafe pergaleke pergaline
Çemandî pergalekê pergalinan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ihtimalen ji siryaniya klasîk ܦܘܪܩܢܐ (purqena, “çareserî, serbestî, azadî, silametî”), belkî bi rêya ermenî փրկիլ (pʻrkil), ji rehê ܦ-ܪ-ܩ‎ (p-r-q-: cuda kirin, ji hev kirin, ferq kirin) ku hevreha "ferq" ya ji erebî ye. Bo guherîna "n > l" bide ber "nimêj > limêj, nivîn > livîn". Heman peyva "purqena" ya aramî serekaniya peyva Furqan (“bernavekî Qur'anê ye”) yê bi rêya erebî ye jî.

Bi maneya alav, amûr deyn ji farisî پرگار (pargâr),[1] ji proto-îranî, ji proto-hindûîranî. Hevreha sogdî [skrîpt hewce ye] (prγrs’y /⁠parγarsē⁠/, “girover”), sanskrîtî प्रकार (prakāra, “cure, form, sirûşt”), ji proto-îranî *pari- (“girover”), taliyê ji proto-hindûewropî *per- (“pêş”).

Çavkanî:

  1. ^ Michael L. Chyet (2020), Ferhenga Birûskî: Ferhenga Kurmancî-Înglîzî, Kurmanji-English Dictionary, cild M-Z, Transnational Press London

Bide ber

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]