Here naverokê

livîn

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]

Lêker 1

[biguhêre]
livîn (negerguhêz)  
Rehê dema niha: -liv-
RP.
Niha
ez dilivim
tu dilivî
ew dilive
em, hûn, ew dilivin
Fermanî Yekjimar bilive
Pirjimar bilivin
Rehê dema borî: -livî- / -liviya-
RP.
Boriya
sade
ez livîm / liviyam
tu livî / liviyayî
ew livî / liviya
em, hûn, ew livîn / liviyan
Formên din: Tewandin:livîn

livîn negerguhêz (lêkera xwerû)

  1. Ji cihê xwe çûn, ji cihê xwe hatin û çûn, nesekinîn, ranewestîn. Lebitîn.
    • Di birca roz û şeb tê da
      Li selwa mar livîn pê da
      Bi mestî hate seyranê
       — (Melayê CizîrîDîwana Melayê Cizirî~1640)
    • ...xetên rûyê wî hê jî bi hawê jiyanê diliviyan. — (Robert Louis Stevenson, (wergêr Ciwanmerd Kulek), Meseleya Seyr a Dr. Jekyll û Mr. HydeAvesta2020, r. 60, ISBN 978-605-2246-80-1)

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Herwiha

[biguhêre]

Hevmane

[biguhêre]

Têkildar

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji liv + -în, ji proto-hindûewropî *leb- / *lab- (livlivîn, livîn, leqîn), ya ku herwiha serekaniya lêv ya kurdî ye. Hevreha zazakî liwayen, hewramî لۋای (liway, çûn), hevreha labor (kar, xebat) ya latînî.

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhartoya gotara move a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
[biguhêre]
Tewandina livîn  
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî livîn livîn
Îzafe livîna livînên
Çemandî livînê livînan
Nîşandera çemandî livînê wan livînan
Bangkirin livînê livînino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî livînek livînin
Îzafe livîneke livînine
Çemandî livînekê livîninan

livîn m

  1. lebitîn, bizav, bizavtin, milmilandin, çalakî, livandin, lepitandin, tevgerîn, bizok.
    livîna zêde

Werger

[biguhêre]
[biguhêre]

livîn m

  1. (cihê razanê) Guhartoyeke nivîn.