lêv

Ji Wîkîferheng
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Kurdî[biguherîne]

lêv

navdêr,

Gotin[biguherîne]

  • IPA: /ˈleːv/
  • Jihevqetandin: lêv

Wate[biguherîne]

  1. deriyên devî,
    herdu deriyên devî yên nerm û bigoşt yên ku ji hev dûr dikevin dema ku dev vedibe
    • lêva jêrîn anku lêva binî û lêva jorîn anku lêva serî.
  2. rex, hindav, tixûb, sinor
    • li ser lêva zinarê

Ji wêjeya klasîk[biguherîne]

Zanim mecala name xwend
Lêvan tebessum kir ji qend
Maset ke-banin fî ruba
(Dîwana Melayê Cizirî ~1640, Melayê Cizîrî)

Bi alfabeyên din[biguherîne]

Ji[biguherîne]

Ji proto-hindûewropî *leb- (livlivîn, livîn, leqîn > lêv), ya ku herwiha serekaniya lêw / لێو ya soranî, lew ya hewramî û zazakî, لب (leb) ya farisî, labium ya latînî, lèvre ya frensî, lip ya inglîzî, läpp ya swêdî, lūpa ya lîtwanî û hwd. e. Peyvên kurdî liv, livîn, livandin, livlivîn, livlivandin û hwd. belkî ji ji heman rehî bin lê bi ihtimaleke mezintir ji lebitîn ji erebî ne.

pehlewî: lep ("lêv")
farisî: leb ("lêv")
belûçî: leb ("lêv")
kurmancî: lêv ("lêv")
soranî: lêw ("lêv")
hewramî: lew ("lêv") ...
zazakî: lew ("lêv")
latînî: labium ("lêv")
elmanî: Lippe ("lêv"), Lefze ("lixav")
inglîzî: lip ("lêv") ...
Çavkanî: Schwartz p.282, MacKenzie P.128, Horn p.212, Watkins p.47 | Pokorny: 651

[biguherîne]

Bi zaravayên kurdî[biguherîne]

Werger[biguherîne]