Here naverokê

çûn

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  •  IPA(kilîd): /t͡ʃʰuːn/
  • Deng (Amed): guhdar bikeⓘ(file)
  • Deng (Bidlîs): guhdar bikeⓘ(file)
  • Kîtekirin: çûn

Lêker

[biguhêre]
çûn (negerguhêz)   
Rehê dema niha: -her-er-r- / -ç- / -her-
RP.
Niha
ez terim — diçim — diherim
tu terî — diçî — diherî
ew tere — diçe — dihere
em, hûn, ew terin — diçin — diherin
Fermanî Yekjimar here — biçe — bihere
Pirjimar herin — biçin — biherin
Rehê dema borî: -çû-
RP.
Boriya
sade
ez çûm
tu çûyî
ew çû
em, hûn, ew çûn
Formên din: Tewîn:çûn
Fîlek bi rê ve dihere/diçe/tere.

çûn negerguhêz (lêkera xwerû)

  1. Ji derekê dûr ketin, cihek bi cih hêlan / bi cih hiştin, dûrî derekê bûn.
    Hevmane: herîn, rewtin, bi rê ketin
    Dijmane: hatin
    • 1937, Têmûrê Xelîl Mûradov, Nezerê Mêrxas:
      Nezer ji mala dewatê der tê û di riya xwe de diçe.
    • 2022, İkram Oğuz, Jîyan bi kurdî xweş e, Weşanên NavKurd, r.187:
      Gor gotina apê min, ew terin di mêrga Şêx da gihê diçinin.
    • 1944, Ronahî, hj.25, Boẍoçef an Petroyê siseyan:
      Jinikê digote xelkê: Ev mêrê min Boẍoçêf e. Berê xwe dide Pêtro û digot-ê: Boẍoçêf, tu çûyî kû; ez û zarowên xwe tazî û birçî hiştin...
  2. Hinda bûn, neman, berze bûn, rabûn.
    • 2014, Mihemedê Cezawîr, “Welato (helbest)”, li ser xelat.org‎[1]:
      Xelk pir kenî bi me tama
      Genim çû ewîr û ka ma
      Têvedan kevirê dama
      Me derda û wan vexwarî

Ji wêjeya klasîk

[biguhêre]
  • ~ 1720, Mela Hisênê Bateyî, Mewlûda Kurdî:
    Çûn ji behrê me'rîfet ew hate der
    Qetre jêr werya bi ilham ew qeder
  • ~ 1620, Feqiyê Teyran, Dîwan:
    Taziyê uryan im ez
    Perde çû ez mame tazî
    Dil sera mehbûb dixwazî

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Têkildar

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

    Ji proto-hindûewropî *ḱey-. Guherîna *ḱ-ya proto-hindûewropî bi /ç/ di zimanên hindûîranî de diyardeyeke berbelav e, binêrin bo nimûne: çar, çav, çend, çi...

    Hevreha soranî چوون (çûn), kurdiya başûrî çûn, şêxbizinî cigin, zazakî şiyayene, goranî/hewramî şiyay, osetî цӕуын (çæwyn), farisî شدن (berê /şuden/ bi wateya çûn, niha /şoden/ bi manaya bûn, bûn tiştek), tacikî шудан (şudan), farisiya navîn şuten, hexamenişî 𐎠𐏁𐎡𐎹𐎺𐎶 (š(i)yav-, /şiyev/), peştûyî شول (şwəl), avestayî ş(ii)aw- (/şyew-/), sanskrîtî च्य्अवते (cyavate) (cyávate: ketin), yûnaniya kevn σεύω (seúō) (seúō: dan pey, li pey çûn; lezîn) û κῐ́ω (kíō: çûn) û κῑνέω (kīnéō: livandin), latînî cieō (livandin), albanî qoj (bixwîne: /çoy/, hişyar kirin)... Bêjeka kurdî ketiye ermenî wek ermeniya kevn չուեմ (čʻuem, “çûn”) û ermenî չու (čʻu, “rêwîtî”), չվել (čʻvel, “bar kirin, koç kirin”).

    Peyva yûnaniya kevn κῑνέω (kīnéō) (kīnéō: livandin) wek kîne- û sîne- ketiye gelek zimanan û kurdî jî, bo nimûne: kînetîk, sînema.

    Çavkanî:
    • Cheung, Johnny (2007), Etymological Dictionary of the Iranian Verb [Ferhenga Etîmolojiyê ya Fiîlên Îranî] (Leiden Indo-European Etymological Dictionary Series [Leiden Seriya Ferhengên Etîmolojiya Hindûewropî]; 2) (bi îngilîzî), Leiden, Boston: Brill, →ISBN
    • Chyet, Michael L. (2003), “çûn”, li ser Kurdish–English Dictionary Ferhenga Kurmancî - Inglîzî‎[2], with selected etymologies by Martin Schwartz [li gel etîmolojiyên bijarte ji hêla Martin Schwartz ve], New Haven û London: Yale University Press
    • Lubotsky, Alexander. Indo-Aryan inherited lexicon . University of Leiden.
    • Cabolov, R. L. (2001–2010), Etimologičeskij slovarʹ kurdskovo jazyka [Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî] (bi rusî), Moskova: Russian Academy Press Vostochnaya Literatura

    Bi zaravayên din

    [biguhêre]

    Werger

    [biguhêre]
    [biguhêre]

    çûn m

    1. birêketin, dûrketin, dûrbûn, royîştin, rewtin, seferkirin
      Çûna we bixêr be! ― Hûn bixêr biçin!

    Tewandin

    [biguhêre]
    Tewandina çûn
    Zayenda mê ya binavkirî
    Rewş Yekjimar Pirjimar
    Navkî çûn çûn
    Îzafe çûna çûnên
    Çemandî çûnê çûnan
    Nîşandera çem. wê çûnê wan çûnan
    Bangkirin çûnê çûnino
    Zayenda mê ya nebinavkirî
    Rewş Yekjimar Pirjimar
    Navkî çûnek çûnin
    Îzafe çûneke çûnine
    Çemandî çûnekê çûninan

    Bi zaravayên din

    [biguhêre]

    Werger

    [biguhêre]

    Hoker

    [biguhêre]

    çûn

    1. Wek, mîna, şibî, nola, fena (li pey peyvan bi kar tê).
      Mirov çûn. ― Wek mirovan.

    Etîmolojî

    [biguhêre]

    Têkilî çawa.

    Werger

    [biguhêre]

    Lêker

    [biguhêre]

    çûn

    1. Bi alfabeya latînî nivîsina چوون (çûn).