Here naverokê

kar

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • (Navdêr 1, Navdêr 2) IPA(kilîd): /ˈkʰɑːɾ/
    • Deng (Amed): guhdar bikeⓘ(file)
    • Deng (Bidlîs): guhdar bikeⓘ(file)
  • (Navdêr 3)  IPA(kilîd): /kʌːɾ/
  • Kîtekirin: kar
[biguhêre]

kar n k-ya req

  1. Tiştê mirov dike.
    Hevmane: xebat, ked, şol, şuxl, îş, çalakî, erk, vatinî.
    • ~ 1720, Mela Hisênê Bateyî, Mewlûda Kurdî:
      Ma remeyte îz remeyte" goşîdar
      Destê wî destê Xuda der kar û bar
  2. amadekarî, amadehî, hazirî
    Me xwe bo çûnê kar kiriye.
  3. sûde, kelk, feyde, qazanc, qezenc, kêr, mifa, berjewendî.

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina kar
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî kar kar
Îzafe karê karên
Çemandî karî karan
Nîşandera çem. wî karî wan karan
Bangkirin karo karino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî karek karin
Îzafe karekî karine
Çemandî karekî karinan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

    Têkilî kirin, -ker. Ji proto-îranî *kar- (“kirin”) ji proto-hindûewropî *kʷer- (“kirin”).

    Hevreha soranî کار (kar, “kar”), hewramî kar (“kar”), zazakî kar (“kar”), farisî کار (kâr, “kar”), sanskrîtî कर्मन् (karma, “bizav, hereket, kar”).

    Çavkanî:
    • Cheung, Johnny (2007), Etymological Dictionary of the Iranian Verb [Ferhenga Etîmolojiyê ya Fiîlên Îranî] (Leiden Indo-European Etymological Dictionary Series [Leiden Seriya Ferhengên Etîmolojiya Hindûewropî]; 2) (bi îngilîzî), Leiden, Boston: Brill, →ISBN, rûpel 237
    • Watkins, Calvert (2007), The American Heritage Dictionary of Indo-European Roots (bi îngilîzî), çapa 2an, Boston: Houghton Mifflin, rûpel 45

    Bide ber

    [biguhêre]

    Herwiha binêre

    [biguhêre]

    Werger

    [biguhêre]
    Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya work a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
    [biguhêre]

    kar m k-ya req

    1. sûde, kelk, feyde, qazanc, kêr, mifa, berjewendî
      • 2005, Bible Society in Turkey, “Şîretên Silêman 3:14 / Kitêba Pîroz”, li ser bible.com‎[1]:
        Çimkî qezenca wê ji zîv zêdetir e, kara wê ji zêrê xas çêtir e.
    2. Nêçîra heywanan (bi taybetî firindeyan) li zivistanê yan dema ku berf bariye û heywan qerimîne
      (nêçîrvan tomikî diavêtin ber wan û heywan nêzîk dibin û nêçîrvan wan digire yan dikuje)

    Tewandin

    [biguhêre]
    Tewandina kar
    Zayenda mê ya binavkirî
    Rewş Yekjimar Pirjimar
    Navkî kar kar
    Îzafe kara karên
    Çemandî karê karan
    Nîşandera çem. wê karê wan karan
    Bangkirin karê karino
    Zayenda mê ya nebinavkirî
    Rewş Yekjimar Pirjimar
    Navkî karek karin
    Îzafe kareke karine
    Çemandî karekê karinan

    Etîmolojî

    [biguhêre]

    (wate 2) Ji zimanên îranî, hevreha farisî شکار (şikar). Bo ketina şi- ji destpêka peyvê, bidin ber nasîn, bi farisî û zazakî şinas-.

    Werger

    [biguhêre]
    [biguhêre]

    kar m k-ya nerm

    1. Binêre: karik

    Etîmolojî

    [biguhêre]
      Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.
    [biguhêre]

    kar

    1. kar
    2. lêker

    Cînav

    [biguhêre]

    kar

    1. ew (pirjimar), wan
    [biguhêre]

    kar

    1. (heywan) kûçik, se
    [biguhêre]

    kar

    1. (heywan) masî
    [biguhêre]

    kar

    1. (navgîn) tirimpêl, otomobîl, erebe, seyare, maşîn

    Çavkanî

    [biguhêre]
    Ev made ji wergerên tirimpêl hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]

    Rengdêr

    [biguhêre]

    kar

    1. ker (kerr, nebihîz, guhgiran)

    Çavkanî

    [biguhêre]
    Ev made ji wergerên ker hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]

    Bilêvkirin

    [biguhêre]
    [biguhêre]

    kar

    1. Berf, befr.

    Anagram

    [biguhêre]