mar

Ji Wîkîferheng
Jump to navigation Jump to search

Kurmancî[biguherîne]

Bilêvkirin[biguherîne]

Navdêr 1[biguherîne]

Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî mar mar
Ravek marê marên
Çemandî marî maran
Nîşandera çemandî marî wan maran
Bangkirin maro marino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî marek marin
Îzafe marekî marine
Çemandî marekî marinan
Mar (1)

mar nêr

  1. heywanekî xwijokbêdest û bêpê ye (zîlika gelek ji wan jehrawî ye)
    • marê reş
    • marê gewr
    • Eger mar bi mirovî vede, dibe ku mirov bimire.
    • Raziqê bêdestûpa û mar û mûr / 'Alimê sirra negotî der sudûr(Mela Hisênê Bateyî: Mewlûd)
    • (...) di jîyîna rojane de mar çawa em zanin wek rawirekî zêdetir bi kûvîtiya xwe, zordestî û êrîşkariya xwe ve tê nasîn. (Folklor û jinên kurd, Rohat Alakom, Weşanxaneya Nefel)
    • "(...) ew debançeya mîna marekî reş ji ber xwe kişand û berê wê da min û te." (Enwer Karahan: Şapînoz, roman 2010)

Herwiha[biguherîne]

Bi alfabeyên din[biguherîne]

Bide ber[biguherîne]

Gotinên pêşiyan[biguherîne]

  • mişk û mar nabin yar
  • mar û mişk bûne xwişk
  • mar kuna/qula xwe nas dike

Bi zaravayên kurdî[biguherîne]

  • Kurmancî: mar, me'r... (bo hemû varyantan li jortin binêrin)
  • Soranî: mar
  • Kurdiya başûrî: mar
  • Goranî/hewramî: mar
  • Zazakî: mar

Etîmolojî[biguherîne]

Hevreha soranî مار (mar), goranî/hewramî mar, zazakî mar, belûçî مار (mar), farisî مار (mar), pehlewî 𐭬𐭠𐭥 (mar). Ji van pê ve bi esehî nayê zanîn.

Di avestayî de "mar" 𐬀𐬲𐬌‎ (aži, /ejî/) bû ku peyveke ji proto-hindûewropî ye û hevreha sanskrîtî अहि (áhi), ermenî իժ (iž), almanî Egel (zêrû) û yûnaniya kevn ὄφῐς (óphis) e. Heman peyv bi awayê ec di pehlewî de jî hatiye qeydkirin. Ew di zimanên niha yên îranî di peyva ejdeha de maye.

Bi nêrîna Tsabolov mar peyveke xwemalî ya ji îranî ye û ji peyva *mer- (mirin) hatiye çêkirin wek çawa ku peyva osetî marg (jehr) jî ji peyva merg, mirin hatiye çêkirin.

Lê bi ihtimaleke mezintir mar ji zimanekî kevn yê ne-hindûewropî yê Rojhilata Navîn hatiye wergirtin lê ne ji zimanekî samî. Bo nimûne belkî ew ji sûmerî hatibe wergirtin ji ber ku di sûmerî de "mar" bi peyvên mir, mirša dihat nasîn.

Çavkanî
  • Chyet, Michael L. (2003): Kurdish-English Dictionary, Ferhenga Kurmancî-Inglîzî, Yale University Press.
  • Цаболов, Р. Л.: Эмцмолоƨцческцц̆ словарь курδскоƨо языка, (Tsabolov, R. L.: Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî, (2-beşî) (bi rûsî), Moskova 2001-2010
  • The Pennsylvania Sumerian Dictionary (Ferhenga sûmerî ya Pennsylvaniayê) [1]
  • The Tower of Babel - An Etymological Database Project [Birca Babilê - Projeyeke Danegeha Etîmolojî] (bi inglîzî û rûsî): http://starling.rinet.ru/

[biguherîne]

Werger[biguherîne]

Navdêr 2[biguherîne]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî mar mar
Ravek mara marên
Çemandî marê maran
Nîşandera çemandî marê wan maran
Bangkirin marê marino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî marek marin
Îzafe mareke marine
Çemandî marekê marinan

mar

  1. mehr, nikah, zewicîn, jinûmêr li hev helal kirin:
    • mela mara wan dibire
    • li xwe mar kirin
    • wî jinik li xwe mar kir anku pê re zewicî

Etîmolojî[biguherîne]

Bi rêya erebî مهر (mehr) ji îranî, hevreha hexamenişî 𐎷𐎰𐎼 (mithra: peyman), avestayî 𐬨𐬌𐬚𐬭𐬀‎ (miθra), sanskrîtî मित्र (mitra)... hemû ji proto-aryayî.

Bo zêdetir agahiyan, binêrin: mehr.

Werger[biguherîne]

Soranî[biguherîne]

Navdêr[biguherîne]

mar

  1. mar (heywanek)
  2. mehr, mar

Zazakî[biguherîne]

Navdêr[biguherîne]

mar nêr

  1. mar (heywan)

Inglîzî[biguherîne]

Navdêr[biguherîne]

mar

  1. leke, teqme

Lêker[biguherîne]

mar

  1. pûç kirin, herimandin, lewitandin, tewizandin, lekedar kirin

Portugalî[biguherîne]

Navdêr[biguherîne]

mar nêr

  1. derya, behr

Spanî[biguherîne]

Navdêr[biguherîne]

mar mê û nêr

  1. derya, behr