ala

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî ala ala
Îzafe alaya alayên
Çemandî ala alayan
Nîşandera çemandî ala wan alayan
Bangkirin ala alayino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî alayek alayin
Îzafe alayeke alayine
Çemandî alayekê alayinan
Alaya Kurdistanê anku Alaya Rengîn

ala

  1. perçem, elem, direfş,
    sembola welatekî yan jî yekîneyek din ya siyasî
    (bi taybetî wek parçeyek cil ya ji çend rengan û carine ji nexşan pêkhatî)
    Alaya Kurdistanê ji jor ve sor, spî û kesk e û di navê de jî rojek zer heye.
    • Ala sê rengîn î, pîroz û şêrîn î, nîşana mizgîn î
      Ey xortê Kurdan silavê lê bikin.
       — (Cigerxwîn: Ala rengîn)

Herwiha[biguhêre]

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Hevmane[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Hevreha soranî ئاڵا(alla), farisî علم('elem), hemû ji erebî علم‎ ('elem: ala; nîşan, îşaret), têkilî elamet. Bo hin peyvên din jî ku tê de "'e-" ya erebî (eyn + e) di kurdî de dibe "a-" binere "alif, aqil". Bo ketina M ji dawiyê bide ber kurmancî "zik" û farisî şikem.

Etîmolojiyeke din ya ihtimal dikare tirkî ala/ala (rengîn) be. Herwiha dikare were texmînkirin ku ji erebî اعلاء‎ (e'lai: bilindtir, berztir, balatir) be ku forma berhevdanê ji rengdêra عالي‎ ('alî: bilind, berz, bala) ye. Têkiliya peyva "ala" bi "al/alî" (rex, teref, hêl) ya kurdî ve nîne, ew etîmolojiya gelêrî ye ji ber ku bi "-a" di kurdî de rengdêr tên çêkirin, ne navdêr.

Werger[biguhêre]

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Rengdêr[biguhêre]

ala

  1. (dînî, îslam) bilind, berz, bala
    erşê ala (esmanê bilind)

Etîmolojî[biguhêre]

Ji erebî اعلاء‎ (e'la: bilindtir, berztir, balatir) be ku forma berhevdanê ji rengdêra عالي('alي) ('alî: bilind, berz, bala) ye.

Rengdêr[biguhêre]

ala, helbestkî:

  1. rengîn
  2. sor
  3. pîvazî, pembeyî, pînk

Etîmolojî[biguhêre]

Ji tirkî ala/ala, têkilî alaca ya tirkî.

Werger[biguhêre]

Îngilîzî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

ala

  1. çeng, bal[1]

Çavkanî[biguhêre]

  1. Ferhenga Kurdî-Îngîlîzî ya Salah Sadallah

Fînî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

ala

  1. bergeh

Bide ber[biguhêre]

Tirkî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

ala

  1. birdobelek
  2. çavmeşinî
  3. şifta reş a stûyê kewê

Latînî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

ala

  1. bask