bilind

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Rengdêr[biguhêre]

Pozîtîv Komparatîv Sûperlatîv
bilind bilindtir herî bilind
bilindtirîn

bilind

  1. Ne nizm, ji erdê ber bi esmanan dirêj.
    Hevmane: berz, bala
    Ev avahî 80 metre bilind e.
  2. Ji erdê dûr û ber bi esmanan.
    Firokeya me carinan 10 km bilind difirî.

Ji wêjeya klasîk[biguhêre]

  • Ew jî te li mihrê muşterî kir
    Balayê bilind te daye ser wan
    Pabendê bela te da tezer wan
     — (Ehmedê XanîMem û Zîn~1692)

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Dijmane[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji proto-hindûewropî *bʰərgʰ- (bilind), bi sanskrîtî brh(+ent), bi avestayî berez(+ent), bi farsiya kevin berd(+ent), bi pehlewî bulend, bi farisî bolend, bi belûçî ääburz, bi zazakî û soranî berz, bi almanî Berg (çiya). Têkildarî peyva birc ya ku ji zimanekî hindûewropî ketiye erebî û paşî li kurdî vegeriye.

proto-hindûewropî *bhergh- ("berz")

proto-îranî ra *barz- ("berz")
avestayî: brzent- ("berz")
partî: burz ("bilind, berz")
sogdî: barz'y ("bilind, berz")
farisî: buland ("bilind, berz")
bilind ("bilind, berz")
berz ("bilind, berz")
zazakî: berz ("bilind, berz")
belûçî: burz ("bilind, berz")
talîşî: barz ("bilind")
osetî: baerzont ("bilind") ...
sanskrîtî: bhrant- ("bilind")
ermenî: berj- ("bilind")
yûnanî: purgos ("kelh")
latînî: burgus ("kelh"), fortis ("asêgeh")
almanî: Berg ("çiya")
îngilîzî: borough ("kelh") ...

Werger[biguhêre]

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.