çiya

Kurdî[biguhêre]
Bilêvkirin[biguhêre]
[biguhêre]
Zayenda nêr a binavkirî | ||||
---|---|---|---|---|
Rewş | Yekjimar | Pirjimar | ||
Navkî | çiya | çiya | ||
Îzafe | çiyayê | çiyayên | ||
Çemandî | çiyayî | çiyayan | ||
Nîşandera çemandî | wî çiyayî | wan çiyayan | ||
Bangkirin | çiyayo | çiyayino | ||
Zayenda nêr a nebinavkirî | ||||
Rewş | Yekjimar | Pirjimar | ||
Navkî | çiyayek | çiyayin | ||
Îzafe | çiyayekî | çiyayine | ||
Çemandî | çiyayekî | çiyayinan |


çiya nêr, ç-ya nerm
- (erdnîgarî) Cihên ku bi kîlometreyan ji derdorên xwe bilindtir in û serên wan bi awayekî giştî tûj û kevirîn in.
Bi alfabeyên din[biguhêre]
Herwiha[biguhêre]
- çiyo – hin deverên kurmanciya rojavayî
- ço – hin deverên kurmanciya rojavayî
- çiwa
- çî
- çiy
- çê
- ça
- ço
Çemandî[biguhêre]
Gotinên pêşiyan[biguhêre]
- Adarê, meşke li darê, ne li vir li çiyayê Şingarê
- Bela xelkê ji çol û çiyan tê, ya min belengazê Xwedê ji ber lingên min tê
- Bûye çiyayê Sîpanê, serê xwe dananê. (natewîne)
- Bav ber bi zarok diçe, zarok ber bi çiya diçe
- Çavê dê û bava li ewladan, çavê ewlada li çiyayê Qaf
- Çiya naçe, dewrêş diçe
- Çûm li serê çiya, zûriyam weke gura, birazî nabin bira
- Di navbera wan de çiya hene
- Dilê dê li ser dotê, yê dotê li ser çiyayê Qaf
- Ez çiya û tu çiya, golik ma bê giya
- Ji weynê jinan çiyayê Cûdî xwar bûye
- Keçika bêbav, çiyayê bêav
- Keçika be dê wek çiyayê bê rê
- Keça bê dê, çiyayê bê rê
- Kerguh ji çiyê xeyidiye, çiya haj pê tune
- Ku agir li çiya ket, ter û hişk tev de dişewitin
- Pişta xwe kutaye çiyayê bilind
- Xwedê çiyan jî tenê neke
Jê[biguhêre]
Etîmolojî[biguhêre]
Hevreha kurdiya başûrî çiga, çixa, farisî چکاد (çekad, “gupik, şilk, lûtke”), pehlewî çikad, çekat, hemû ji îranî, bi îraniya kevn *čakāta-. Bi texmîna Tsabolov herwiha hevreha sanskrîtî ककुद् (kakúd: gupik, lûtke) û latînî cacūmen (gupik, lûtke)... hemû ji proto-hindûewropî *ka-kut- yan jî zimanên îranî peyv ji akadî 𒊕𒁺 (“qaqqadu”) wergirtiye. Peyva akadî hevreha peyva îbranî קדקוד (qodqod) û ugarîtî 𐎖𐎄𐎖𐎄 (q'dq'd) e. Peyva akadî wek գագաթն (gagatʿn: şilk, gupik) ketiye ermenî jî.
K di zimanên îranî de berê dibû Ç loma guherîna K/Q bi Ç diyardeyeke normal e. Berê di hemû zimanên îranî de K-ya hindûewropî dibû Ç/S, niha jî heman diyarde bo nimûne di soranî û di zazakiya Dêrsimê de maye. Bo nimûne: zazakiya giştî keye > zazakiya dêrsimî çê (mal, xanî) yan soraniya giştî kwê > soraniya hin deveran çwê (kû, kû der, çi cih).
Guherîna K-ya li nava peyvê pêşî bi G (bo nimûne pehlewî çekat û kurdiya başûrî çiga) jî awayekî dengguherînê yê berbelav e û guherîna G bi Y (wek kurdiya başûrî çiga û kurmancî çiya) dîsa fenomeneke mişe ye. Ketiya D li nav an dawiya peyvê piştî vokalan jî diyardeyeke berbelav e ku kurdî ji farisî ferq dike (bo nimûne farisî bad, bûd lê kurdî ba, bû).
Bikaranîna peyva çiya di kurdî de tenê di kurmancî de berbelav e. Di zazakî de qet peyda nabe, di soranî de tenê wek peyveke ji kurmancî wergirtî di hin berhemên nivîskî de tê dîtin. Di kurdiya başûrî de jî pir kêm tê bikaranîn. Di farisî de jî peyva چکاد (çekad) kêm tê nasîn û bikaranîn.
Di soranî de bi wateya çiya bi piranî peyva شاخ (şax) tê bikaranîn.
Di zimanên niha û kevn yên îranî de bi piranî ev peyva hevreh li kar e/bû: zazakî ko, belûçî کوہ (koh), farisî کوه (kûh), tacikî кӯҳ (küh), pehlewî 𐭪𐭥𐭯 (kōf), hexamenişî 𐎣𐎢𐎳 (kaufa), avestayî 𐬐𐬀𐬊𐬟𐬀 (kaofa). Ew wek peyveke serbixwe di kurmancî de êdî nayê bikaranîn lê di peyvên kurmancî kovî / kûvî de maye. Di soranî de ew wek کێو (kêw) heye lê pir kêm tê bikaranîn lê di soranî de jî di peyvên کێوی (kêwî) (kovî, kûvî) û کوێستان (kwêstan) (zozan) heye û tê bikaranîn.
Bo H di farisî de beramberî V di kurmancî de (farisî kohî, kurmancî kovî, kûvî) bidin ber: kulav, kevn, dev.
Heman peyva îranî wek कोह (koh) ketiye hindî û wek کوہ (koh) jî ketiye ûrdûyî.
- Çavkanî:
- Հրաչեայ Աճառեան / Հրաչյա Աճառյան ՀԱՅԵՐԷՆ ԱՐՄԱՏԱԿԱՆ ԲԱՌԱՐԱՆ [Hraçya Açaryan: Ferhenga etîmolojî ya ermenî] (bi ermenî)
- Chyet, Michael L. (2003): Kurdish-English Dictionary, Ferhenga Kurmancî-Inglîzî, Yale University Press.
- لغتنامه دهخدا [Ferhenga Dihxoda] (farisî-farisî): [1]
- Tsabolov, R. L., Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî ["Цаболов, Р. Л.: Эмцмолоƨцческцц̆ словарь курδскоƨо языка"], Moskova, 2001-2010
Binêre herwiha[biguhêre]
Bi zaravayên din[biguhêre]
- Soranî: şax, kêf, kêw, kej, çiya, çewl, kwêstan, benden, yall
- Zazakî: ko, koe, kue, kûwe, kuh, çiya
- Kelhûrî/kirmaşanî/feylî: küye, küyesan, şax, çewl, kwe, keş
- Hewramî: keş, koy, ko, herd, kwê
- Lekî: koyê
- Şêxbizînî: ko
- Şebekî: kuh
Werger[biguhêre]
- Abaknonî: tagudtod
- Afrîkansî: berg → af
- Albanî: bjeshkë → sq, mal → sq
- Almanî: Berg → de m, Gebirge → de
- Altayiya başûrî: кыр (kïr)
- Astûrî: montaña → ast
- Aymarayî: jachʼaqollo
- Azerî: dağ → az
- Baskî: mendi → eu
- Başkîrî: тау (taw)
- Belarusî: гара (hara)
- Bembayî: ulupili
- Biatah bidayuh: dərŭd
- Bretonî: menez → br
- Bulgarî: планина → bg (planina)
- Cimbrî: pèrge
- Çamoroyî: sabana
- Çekî: hora → cs
- Çînî: 山 → zh (shān)
- Damariya rojhilat: ˈuhu
- Danmarkî: bjerg → da n
- Dîdîngayî: horom
- Erebî: جبل (cebel)
- Ermenî: լեռ → hy (leṙ), սար → hy (sar)
- Ermeniya kevn: լեառն (leaṙn)
- Esperantoyî: monto → eo, montaro
- Farisî: کوه → fa (kûh)
- Ferî: fjalla; fjøll
- Fîjî: ulunivanua
- Fînî: (un mont) vuori → fi, (un massif) vuoristo → fi
- Fransî: montagne → fr, mont → fr
- Frîsî: berch → fy, berchte
- Gaelîka skotî: beinn
- Gagawzî: bayır
- Godoberî: бе̄л
- Gotî: 𐌱𐌰𐌹𐍂𐌲𐍃 (baírgs)
- Gujaratî: પહાડ (pahāḍa)
- Gurcî: მთა → ka (mta)
- Haîtî: montay
- Hawayî: kuahiwi
- Hindî: पर्वत → hi (parvata), पहाड़ → hi (pahāṛ)
- Hmongî: roob
- Holendî: berg → nl, gebergte → nl
- Holîkaçukî: sith
- Indonezî: gunung → id
- Inglîzî: mountain → en, highlands → en, fell → en
- Inglîziya kevn: beorg, beorh
- Îbranî: הר → he (har)
- Înuîtî: ᖃᖅᑲ (qaqqa), ᑭᙵᖅ (kinngaq)
- Îrlendî: sliabh → ga
- Îtalî: montagna → it m, monte → it, montagne → it
- Îzlendî: fjalla
- Japonî: 山 → ja (yama)
- Karaîmî: таў, тав
- Katalanî: muntanya → ca, mont → ca, serra → ca
- Kîkongoyî: mongo
- Kînyarwandayî: sozi (umusozi)
- Kirgizî: тоо → ky (too)
- Koreyî: 산 → ko (san)
- Kornî: meneth
- Koyukonî: dleł
- Kumikî: тав (taw)
- Latînî: mons → la
- Latviyayî: kalns → lv
- Lîtwanî: kalnas → lt
- Tananaya jêrîn: ddheł
- Luksembûrgî: Bierg → lb
- Makedonî: планина (planina), гора (gora)
- Malagasî: vohitra → mg, tendrombohitra → mg, bongo → mg, tanety → mg
- Malezî: jabal, gunung
- Maorî: maunga
- Maratî: पर्वत (parvat)
- Mecarî: hegy → hu
- Nahwatliya klasîk: tepetl
- Nedersaksî: Barg → nds, barg → nds, Berg → nds, Bärg → nds, Biärg → nds, Biarig → nds
- Nepalî: पहाड (pahāḍa)
- Nîwî: mouga
- Nlûyî: ǃao
- Nogayî: тав (tav)
- Norsiya kevn: berg
- Norwecî: berg → no; fjell → no
- Oksîtanî: montanha → oc, sèrra → oc
- Ozbekî: togʻ → uz
- Papyamentoyî: sero (aussi seru)
- Polonî: góra → pl
- Portugalî: montanha → pt, monte → pt, cadeia de montanhasl, serra → pt
- Puncabî: ਪਰਬਤ (parabata)
- Qazaxî: тау (taw)
- Qiwenyayî: oron
- Rapanuyî: maʻuŋa
- Romancî: muntogna
- Romanyayî: munte → ro
- Rusî: гора → ru (gora)
- Samiya bakurî: várri
- Samoayî: mauga
- Sanskrîtî: पर्वत → sa (parvat)
- Sebwanoyî: bukid
- Sicîlî: munti → scn
- Sîndarînî: amon
- Sirananî: bergi
- Sirboxirwatî: planina, gora, brdo → sh
- Sirboxirwatî: планина → sh (planina), гора → sh (gora)
- Slovakî: hora → sk
- Slovenî: gora → sl
- Sorbiya jorîn: hora
- Sotoyiya bakur: thaba
- Babariya başûr-rojhilat: ˈwor
- Spanî: montaña → es, monte → es, sierra → es
- Swahîlî: mlima → sw
- Swazî: ín-tsaba
- Swêdî: berg → sv, berg → sv
- Şawî: adrar
- Şonayî: gomo
- Şorî: таг
- Tacikî: кӯҳ → tg (küh)
- Tagalogî: bundók
- Tahîtî: mouʼa
- Tamîlî: மலை → ta (malai)
- Tayî: ภู → th (pou), เขา → th (kăo)
- Teterî: тау (tau)
- Teteriya krîmî: dağ
- Tirkî: dağ → tr
- Tirkmenî: dag
- Tofalarî: дағ
- Tokpisinî: maunten
- Tongî: moʻunga
- Tuvanî: даг (dag)
- Ûkraynî: гора → uk (hora)
- Ûrûmî: даг (dag)
- Weylsî: mynydd → cy
- Xakasî: тағ (tağ)
- Ximêrî: ភ្នំ → km (phnum), បព្វតា (bɑɑpvɔɔtaa)
- Yakutî: хайа (xaya)
- Yiyiya siçuwayî: ꁧ
- Yûnanî: όρος → el (óros), βουνό → el (vounó)
- Zuluyî: intaba
- Zuniyî: yala
[biguhêre]
çiya mê
- çi ya, çi tişta, çi kesa:
- Ew çiya te heye? (Ew çi kesa te ye?)
- Te çiya xwe winda kiriye? (Te çi tişta xwe hinda kiriye?)
Têkilî[biguhêre]
- Kurdî
- Bilêvkirina IPAyê bi kurdî
- Navdêr bi kurdî
- Navdêrên nêr bi kurdî
- Bilêvkirinên kurdî bi ç-ya nerm
- Erdnîgarî bi kurdî
- Mînak bi kurdî
- Ji wêjeya klasîk (kurdî)
- Jêgirtinên ji pirtûkan bi kurdî
- Jêgirtin bi kurdî
- Ji kurdî/îranî
- Peyvên kurdî yên mîrasmayî ji proto-hindûewropî
- Peyvên kurdî ji akadî
- Cînav bi kurdî
- Cînavên mê bi kurdî