kûvî

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Rengdêr[biguhêre]

Piling heywanekî kûvî ye.

kûvî

  1. Ne kedî, ne kehî,
    lawirên ku berdayî dijîn,
    heywanên ku ne hatine kedîkirin yên li çolê azad digerin.
    Siyabend çû nêçîra bizinên kûvî.
  2. Kesên yan heywanên ji mirovan direvin yan xwe nêzî mirovan nakin yan xwe nadin dest mirovan.
    Keçikeke pirr kûvî ye.
  3. ji ko ya kov, ji çîya ya çolê. (ko yan kov = çîya)

Ji wêjeya klasîk[biguhêre]

  • Ayîne li pêş-i tûtiyan girt
    Davik te li pêş-i kûviyan girt
    Ayîne ji wan we ye ko av e
     — (Ehmedê XanîMem û Zîn~1692)

Herwiha[biguhêre]

Bi alfabeyên din[biguhêre]

kurdî-erebî: کووڤی

Hevmane[biguhêre]

Dijmane[biguhêre]

[biguhêre]

Bide ber[biguhêre]

Bi zaravayên din[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji *kûv ("çiya yan çol" lê di kurmancî de nemaye) + , hevreha soranî کێوی(kêwî) ji کێو(çiya) > کوێستان(kwêstan, zozan) ku hevreha zazakî ko (çiya > koyî = kûvî) û farisî کوه(kûh, çiya) > کوهستان(kûhistan, zozan) e, hemû ji zimanên îranî. Bo nimûneyeke din jî, ku hevbera "h" ya farisî di kurmancî de "v" ye, bide ber kurmancî kevn û farisî کهن(kohen) û zazakî kihan. Bi heman awayî bingehê dijwateya "kûvî" anku kedî / kehî*ked yan *ke (mal, xanî) di kurmancî de nemaye lê di hin ziman û zaravayên din yên îranî de diyar e: zazakî keye, pehlewî kedek, avestayî kete-, peştûyî كوټه(koṭe).

Werger[biguhêre]