revîn

Ji Wîkîferheng
Jump to navigation Jump to search

Kurdî[biguherîne]

revîn (lêkera negerguhêz)
Raya dema niha: –rev–
RP.
Niha
ez direvim
tu direvî
ew direve
em, hûn, ew direvin
Fermanî Yekjimar bireve
Pirjimar birevin
Raya dema borî: –revî– / –reviya–
RP.
Boriya
sade
ez revîm / reviyam
tu revî / reviyayî
ew revî / reviya
em, hûn, ew revîn / reviyan
Formên din:1rightarrow.png Tewandin:revîn

lêkera xwerû, negerguhêz
navdêr,

Wate[biguherîne]

  1. bazdan, bezîn, filitîn, finîn,
    ji derekê dûr ketin daku ji belayekê rizgar bibe
  2. koç kirin, koçber bûn
  3. çûn li gel yarê/a xwe

Ji wêjeya klasîk[biguherîne]

'işqa xedar sohtî sitar nêv me û yar sed sûr-i bû
Şahî cevîn xem jî revîn marê şevîn îsand evîn
Derd û bela wên çûn hela 'umrek Mela mehcûr-i bû
(Dîwana Melayê Cizirî ~1640, Melayê Cizîrî)

Bi alfabeyên din[biguherîne]

Herwiha[biguherîne]

Tewîn[biguherîne]

Lêker:

  • -rev-

Ji[biguherîne]

rev + -în

parsî: 'hr'm- ("rakirin"), nyr'm- ("ragirtin")
pehlewî: 'hr'm- /ehram-/ ("rakirin")
farisî: remîden / rem- ("revîn") … alfabeya arî
belûçî: remit / rem- ("revîn")
kurmancî: revîn / -rev- ("revîn")
zazakî: remayen / rem- ("revîn")

Çavkanî: Cheung p.312

[biguherîne]

Bi zaravayên kurdî[biguherîne]

Werger[biguherîne]