Here naverokê

kaçmak

Ji Wîkîferheng

Lêker

[biguhêre]

kaçmak

  1. revîn, verevîn
    Kızları evden kaçmış.Keça wan ji malê reviye.
  2. bazdan, revîn
    Kedi bizi görünce hemen içeriye kaçtı.
    Gava ku pisîkê em dîtin hema reviya çû kete hundir.
  3. jê revîn
    Babasından sürekli kaçıyordu.Tim ji bavê xwe direviya.
  4. revîn
    Ben işten kaçmam.Ez ji kar narevim.
  5. jê çûn, tê re çûn
    Kazandan islim kaçıyor.Hilm û gulm di sîtilê re diçe.
  6. filitîn
    Çorabım kaçtı.Goreya min reviya.
  7. ketin
    Kulağıma su kaçtı.Av kete guhê min.
  8. şemitîn, şiqitîn, çûn
    Halı aşağıya kaçmış.Xalî bi jêr de şemitiye.
  9. qelizîn, revîn
    Arkadaşınız burdaydı, nereye kaçtı?Hevalê we li virê bû, bi ku de reviya?
  10. şikîn, şikestin
    Keyfim kaçtı.Kêfa min şikiya.
  11. ber pê de çûn
    Bu renk yeşile kaçıyor.Ev reng ber bi kesk ve diçe.
  12. xwe jê girtin
    Gelin kayın babasından kaçıyor.Bûkê xwe ji xezûrê xwe digire.
  13. revîn
    Kız herifin birine kaçmış.Keçik reviyaye bi pey yekî ketiye.
  14. ji reng ketin, ji reng çûn
  15. şihitîn, filitîn
    Ağzımdan kaçtı.Ji devê min filitî.
  16. hatin

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji tirkiya kevn 𐰴𐰲 (kaç-).