Here naverokê

kevn

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  •  IPA(kilîd)/kɛvn/
  • Deng (Bidlîs): guhdar bike(file)
  • Kîtekirin: kevn
[biguhêre]

kevn m

  1. jêder, kok, esl
    Kevna vê dinyayê ba ye.

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina kevn
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî kevn kevn
Îzafe kevna kevnên
Çemandî kevnê kevnan
Nîşandera çem. kevnê wan kevnan
Bangkirin kevnê kevnino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî kevnek kevnin
Îzafe kevneke kevnine
Çemandî kevnekê kevninan

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji kevna rengdêr, de binêrin jêrê.

Werger

[biguhêre]

Rengdêr

[biguhêre]
Pozîtîv kevn
Komparatîv kevntir
Sûperlatîv herî kevn (merkezî)
tewrî kevn (rojavayî)
kevntirîn (soranîzm)
Telefoneka kevn.

kevn, k-ya nerm

  1. qedîm, dêrîn, mêjîn, ne , ne teze
  2. tişta/ê ku ji mêj ve hebûye
  3. tişta/ê ji ku mêj ve çêbûye yan hatiye çêkirin
  4. bikarînayî, tişta/ê ku (pirr) hatiye bikaranîn
  5. tişta/ê ji ber bikaranînê pûç bûye
  6. tişta/ê êdî kêrî bikaranînê nayê
  7. tişta/ê ku tiştekê/î cihê wê / wî girtiye
    Qanûna kevn êdî betal e.
  8. tişta/ê ku ji mêj ve hatiye dîtin yan hay jê bûn
    Ev nûçeyeke kevn e.
  9. ya / yê ku ji mêj ve bûye tiştek
    Ew dostekê min yê kevn e.
  10. tewandina forma paşerojê ji lêkera ketin an jî keftin
    Ew dê kevn eger ew bilez biçin.

Ji wêjeya klasîk

[biguhêre]
  • ~ 1620, Feqiyê Teyran, Dîwan:
    Rast û dirist û sadiq e
    Çi reng bi şûna rê kevin 7!
    Qenc û letîf û laiq e

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Dijmane

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Herwiha kevin, hevreha soranî کەون (kewin), کۆن (kon), kurdiya başûrî kwane, şahzênî/şêxbizinî köne / kwene, hewramî kune, zazakî kihan, farisî کهنه (kohnê) û کهن (kohen), tacikî кӯҳна (kühne), parsî k'fw'n, pehlewî k'hw'bn, têkilî ketin (eslen keftin, rehê dema niha -kev-), bi soranî kewtin, zazakî kewtene, ji proto-îranî *kep- ji proto-hindûewropî *kop- (lê dan, pê ketin) ku herwiha serekaniya копать (kolandin) ya rûsî û κόπτω (kopto: lê dan) ya yûnanî ye. Anku "kevn" eslen ji "keftin"ê peyda bûye yanî tiştê kevn tiştê ji rewacê ketî, bêqîmetbûyî ye. Bo V di kurmancî de hevberî H di farisî de bidin ber kulav. Heman peyv bi rêya farisî ketiye hin zimanên tirkîkî: azerî köhnə, tirkî köhne, tirkmenistanî köne.

Çavkanî: Cheung p.234, MacKenzie P.130

Bide ber

[biguhêre]

Berhevdan

[biguhêre]

Biwêj

[biguhêre]

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya old a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.