Here naverokê

kulav

Gotarên bêçavkanî
Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]
kulav (1)
kulav (2)

kulav n, k-ya nerm

  1. kum, kulik, kulahik, şewqe, fes, dersok, cemedanî, şaşik, kefî, kevînk, serpoş,
    parçeyek cilan e mirov dike serê xwe (bi taybetî daku ji sarmayê bêt parastin)
  2. kitan, kepeng, xepeng, ferencî
    saqoyê şivanan, qapûtê şivanan, cibeyê şivanan
    • Li hundur, li cê raketina min, li bilûr, kulav û darê min nêrî, pişt re bi dengekî zîz û ahengdar gote min: Tu li vir dijî ne? Şivanê reben!... — (1995, Nûredîn Zaza, Keskesor, Stockholm: Weşanên NÛDEM, →ISBN, rûpel 33)
  3. xalî, xalîçe, berik
    • Çend deqe piştî vê gotinê dû, sê gundiyan Kardûk xistine xizakeke bi lihêf, kulav û bitaniyan ew pêçan û berê xwe dan çiyê û çûn. — (2016, Çapa Duyem, Mihemed Şarman, Pirça Winda, Stembol: Avesta, →ISBN, rûpel 36)
  4. bi taybetî çawê kulav ji mûyê lawiran,ne hirî

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Biwêj

[biguhêre]
  • Cil û kulav ji hev pişkaftin
  • Dest bi çêkirina kulavî kirin
  • Dest di kulavî de man
  • Destê yekî ketin kulavî
  • kulavê xwe ji avê derxistin
  • kulavgûyo malî ava
  • Li ser kulavê aştiyê rûniştin
  • Li ser kulavê yekî rûniştin

Etîmolojî

[biguhêre]
(1) Bi maneya kum, şewqe
Hevreha kulav û kulafek (kulavk, kum) yên pehlewî û کلاه (kulah: kulav, kum) ya farisî, hemû ji zimanên îranî

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya hat a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
[biguhêre]
Çavkaniya vê madeyê tine ye, ji ber wê peyitandina malûmatan ne mimkin e.
Eger ev made li gorî krîterên mê yên tevlîkirinê nikare were peyitandin, dê were jêbirin.
Heta ku qerarek ji gotûbêja Wîkîferheng:Daxwazên peyitandinê#kulav (+) dernekeve, şablona {{bêçavkanî}} ji rûpelan ranekin!

Li çavkaniyê bigere: "kulav"xeber · kitêb · akademî · wêne
kulav

kulav m

  1. pence, pencik, pencirk, lep, nînokên tûj yên hin heywanan
    kulavên kitikê
    • Fetl û taban da xuraban
      Ebleq û cohtê şebaban
      Dame ber pence û kulaban
      Dil ji min bir, dil ji min.
      — (Melayê Cizîrî)

Werger

[biguhêre]
[biguhêre]

kulav cins hewce ye (c=m: mê, c=n: nêr, c=mn: mê û nêr, c=nt: nêtar)

  1. cureyeke alavên ku weke qumaş,kitan û hevrîşim pê hin pêwîstîyên nixûmandinê weke cil û berg tên çêkirin e. Bi dewisandina an jî kutana hirîyê bi hevdû ve tê çêkirin. Saqoyê şivan û gavanan, û kumên kulavî du mînakên ku herî tên zanîn in.

Werger

[biguhêre]