Here naverokê

ketin

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA(kilîd): /ˈkʰætɘn/
  • Deng (Amed): guhdar bike(file)
  • Kîtekirin: ke·tin

Lêker

[biguhêre]
ketin (negerguhêz)   
Rehê dema niha: -kev-
RP.
Niha
ez dikevim
tu dikevî
ew dikeve
em, hûn, ew dikevin
Fermanî Yekjimar bikeve
Pirjimar bikevin
Rehê dema borî: -ket-
RP.
Boriya
sade
ez ketim
tu ketî
ew ket
em, hûn, ew ketin
Formên din: Tewîn:ketin
Nîşaneke metirsiya ketina parçe-keviran ji jor de.

ketin negerguhêz (lêkera xwerû)

  1. (bêhemdî xwe) Hatin xwarê, nizm bûn, dahatin.
    Ew ji ser darê ket erdê û gelek êşiya.
  2. Xwe li ser piyên xwe negirtin.
  3. Çûn di derekê ve.
    Ketin hindir.
    Ketin zanîngehê.
    Diz ketin mala wan.
  4. bûn bara yekî/ê, bûn behra yekî/ê
    Xanî bo birayê min ket.
  5. li hev qelibîn, hatin ber yan ser hev:
    • ~ 1640, Melayê Cizîrî, Dîwan:
      Kewkeban seyra muxalif girt û têkil kir hisab
      Vêk ketin Şems û Zuhel îro di birca 'Eqrebê
      Seyf-i çû destê Merîxê mulkê dil lew bû xerab
  6. Ketin rewşekê , bûn.
    Piştî gelek salan bi ser ketin.
    Karên me dereng ketin.
    Li hevala xwe xwedî bikeve.
  7. eleqedar nebûn, têkilî nekirin
  8. kêm bûn
    • 2020, Robert Louis Stevenson, tercimekirina Ciwanmerd Kulek, Meseleya Seyr a Dr. Jekyll û Mr. Hyde, Stenbol: Avesta, →ISBN, rûpel 69:
      Wek hawê ricafekê bi min digirt, û nebza min diket.

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Herwiha keftin, rehê dema niha -kev-, hevreha kurdiya başûrî keftin, soranî کەوتن (kewtin), lekî [skrîpt hewce ye] (ketin), hewramî [skrîpt hewce ye] (kewtay), zazakî kewtene, belûçî کپت (kept) / کپگ (kepeg), rusî копа́ть (kopátʹ, kolandin), çekî kopat (kolandin; pêhn lê dan), polonî 'kopać (pêhn lê dan, lê xistin), latviyayî kapât (jê kirin, birrîn), lîtwanî kapóti (jê kirin, birrîn), yûnaniya kevn κόπτω (kóptō, lê dan, lê xistin; jê kirin, birrîn; hejandin), yûnaniya bîzansî κόβω (kóbō), yûnaniya niha κόβω (kóvo)... hemû proto-hindûewropî *kop (lê dan, lê xistin).

Wek ku tê dîtin, di piraniya şaxên din yên hindûewropî de peyv transitîv e ("lê dan, lê xistin, kolandin...") lê di zimanên îranî (kurdî û belûçî) de bûye intransitîv ("bêhemdî xwe hatin xwarê"). Hêjayî gotinê ye di nav zimanên îranî de ev peyv di farisî de peyda nabe.

Çavkanî
  • Cheung, Johnny (2007), Etymological Dictionary of the Iranian Verb [Ferhenga Etîmolojiyê ya Fiîlên Îranî] (Leiden Indo-European Etymological Dictionary Series [Leiden Seriya Ferhengên Etîmolojiya Hindûewropî]; 2) (bi îngilîzî), Leiden, Boston: Brill, →ISBN, rûpel 234
  • Watkins, Calvert (2007), The American Heritage Dictionary of Indo-European Roots (bi îngilîzî), çapa 2an, Boston: Houghton Mifflin, rûpel 43
  • Etymonline. Online English Etymology Dictionary. <etymonline.com> by Douglas Harper.

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya fall a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
[biguhêre]
Ketina gogekê.

ketin m

  1. (bêhemdî xwe) Hatin xwarê, nizm bûn, dahatin.
  2. Xwe li ser piyên xwe negirtin.
  3. Çûn di derekê ve.
  4. Bûn bara yekî/ê, bûn behra yekî/ê.
  5. Çalakiyek ji hilweşandinê.
    Ketina navenda bazirganiya cîhanê rûreş bû.
  6. Çalakiyek ji Dawiyê.
    Şoreşê ketina dîktatoriyê gengaz kir.

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina ketin
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî ketin ketin
Îzafe ketina ketinên
Çemandî ketinê ketinan
Nîşandera çem. ketinê wan ketinan
Bangkirin ketinê ketinino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî ketinek ketinin
Îzafe ketineke ketinine
Çemandî ketinekê ketininan

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]

Anagram

[biguhêre]