gog

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî gog gog
Îzafe goga gogên
Çemandî gogê gogan
Nîşandera çemandî gogê wan gogan
Bangkirin gogê gogino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî gogek gogin
Îzafe gogeke gogine
Çemandî gogekê goginan
zarok gog dilîzin.
goga futbolê
goga berfê

gog

  1. tiştek gurovir e bo pêlîstinê ango yarîpêkirinê
  2. her tiştê gurovir
  3. ji bu hesara erdî tê bikar anîn

Herwiha[biguhêre]

Hevmane[biguhêre]

[biguhêre]

  • gogane
  • goganê
  • gogî
  • gokanî
  • bi gogê lîstin
  • bi gogê yarî kirin
  • gog avêtin
  • gog vegirtin
  • gog (jê) standin
  • gog pif dan
  • gog revandin

Cûnên goganê[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji zimanên îranî ji proto-hindûewropî *gog (gog) , hevreha soranî گۆ(go) (go), zazakî gudi (gilovir), farisî گو(go), گوی(goy), pehlewî goy. Peyvên hevreh: gund, gone, gildik, gilik, gindir, gundor, gindor, kundir, kund, girêl, gindirandin, kunêr... ܓܘܝܐ (goya) ya aramî ji îranî hatiye wergirtin.

Gog û hol herdu jî peyvên kevnar yên kurdî ne. Ew hevrehên peyva "gilovir/girovir" û "gund" in ("gund" maneya meydana gilovir dide û ji zimanekî îranî derbasî ermenî jî bûye niha jî di ermenî de bi maneya "gog"ê ye). Bi sanskrîtî jî gog/hol "गोला (gola) ye û bi hin zimanên slavî jî wiha ye: slovakî "guľa", çekî "koule", ukraynî куля (kulya), polonî "kula". Di zimanên cermenî de jî "kula" heye lê bi taybetî bi maneya yên req yên asinî/hesîn li kar e, wek swêdî "kula", almanî "Kugel", danmarkî "kugle"...

Werger[biguhêre]

Mane 1: