gund

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî gund gund
Îzafe gundê gundên
Çemandî gundî gundan
Nîşandera çemandî gundî wan gundan
Bangkirin gundo gundino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî gundek gundin
Îzafe gundekî gundine
Çemandî gundekî gundinan
Gundekî Stewrê

gund nêr

  1. Komeke malan yên ku li derekê li nêzîkî hev dijîn (û bi hev re tên birêvebirin). Gund ji bajar û bajarokan biçûktir in û hejmara kesên lê dijîn bi gelemperî nagihe hezaran.
    Li gundê me 50 mal hene.
    Hê negihiştibû nav gundî, zarrok hatin pêşiyê.

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Hevmane[biguhêre]

[biguhêre]

Bide ber[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Hevreha pehlewî gund (kom, ref, grûp; leşker, leşkergeh), farisî غند(xund) / غنده(xundê) anku gumtik, gumtilk, girik... ji zimanên îranî. Tê texmînkirin ku peyva erebî جُنْدِيّ(jundiyy /cundî/, ku wek cindî ketiye kurdî jî) ji peyva îranî "gund" be. ܓܘܕܐ(gudda, leşker, ref) ya aramî jî ji îranî ye. Bo hin nimûneyên din jî yên ku tê de "g" ya îranî di erebî de dibe "c" binere gûz, gêzer, gewher. Peyva "gund" di Serdema Navîn de di kurmancî de ser ji peyva dih stand ku êdî di kurmancî de pir kêm bi maneya "gund" tê bikaranîn lê hevrehê wê دێ() di soranî de, dew di zazakî de û dih di farisî de bi berbelavî li kar in lê di soranî de di heman demê de گوند(gund) jî tê gotin.[çavkanî hewce ye]

Bi zaravayên din[biguhêre]

Werger[biguhêre]