Ji Wîkîferheng
Here nagîvasyonê Here lêgerînê

Kurdî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr 1[biguhêre]

  1. (malbat) Dayik, day, deyk, dayk, da, dadê, mak, jina kesek ku jê welidiye.

Gotinên pêşiyan[biguhêre]

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Tewandî[biguhêre]

  • Gazîkirin: dayê, yadê
  • Girêdayî: diya (min, te, wê...)

Etîmolojî[biguhêre]

Ji proto-hindûewropî *dhē(i)- (mêtin), hevrehên kurmancî dayik, dayên û dêl, soranî دایک(dayk, dayik), ده‌ڵ (deł: dêl) û دێڵ (dêł: dêl), hewramî eḏa (dayik) û dełe (dêl), farisî دایه‎ (dayê: dayên), yûnaniya kevn θηλυς () û θήλή (sermemik, serçiçik). Heman rehê proto-hindûewropî serekaniya peyva dotin ya kurdî ye jî. Bi rêya proto-hindûewropî *dʰugh₂tḗr belkî ew jî ji *dhē(i)- herwiha hevreha dot (keça kesekî/ê) ya kurmancî, دختر (duxter) ya farisî, daughter ya inglîzî... Bo zêdetir agahiyan li ser wan binere: dot. დედა (deda: dayik) ya gurcî û daduli (dêl) ya lazî bi ihtimaleke mezin ji zimanên îranî hatine wergirtin.

Werger[biguhêre]

Navdêr 2[biguhêre]

nêr

  1. gund, dih

Bikaranîn[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji proto-îranî *desyu- (warê dijminan, welatê dijminan), hevreha sanskrîtî desyu- (dijmin), avestayî dexyu- (war, welat), farisiya kevn dehyu-, pehlewî dêh, dih ya hin devokên kurmancî (derdorên Elbistanê) û navên bajarên Dih û Dihokê ("gundê biçûk"), دێ (dê: gund) ya soranî, dew (gund) ya zazakî û ده (dih: gund) ya farisî

Werger[biguhêre]

Hoker 1[biguhêre]

  1. Peyvikek alîkar dikeve gel lêkerên tewandî û diyar dike ku bûyerek dê di pêşerojê anku dema bêt de biqewime.
    Ez sibê biçim.
    Ew sala bêt bigihe vir.
    Dema mezin bibî, ji bîr bikî.

Hevmane[biguhêre]

Herwiha[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Hevreha zazakî do, ji divê (bide ber inglîzî will = "dê" ji will= vîn, îrade) yan ji "dike" wek "ew dike biçe", yan jî ji "dihê"(dê) wek "ew dihê biçe"

[biguhêre]

  • kurmanciya rojavayî:
    • reşwî: (hilatî) ~ ê

Werger[biguhêre]

Hoker 2[biguhêre]

  1. de, haydî, yella, haydê, hadî, hadê, yela, yellah
    were!
    bêje!
    bixwin!

Werger[biguhêre]