Here naverokê

law

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]
Tewandina law  
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî law law
Îzafe lawê lawên
Çemandî lawî lawan
Nîşandera çemandî lawî wan lawan
Bangkirin lawo lawino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî lawek lawin
Îzafe lawekî lawine
Çemandî lawekî lawinan
Du law. (1)

law n

  1. Zarokên kesekê/î yên nêr.
    Hevmane: kur, xort, genc
    Dijmane: keç
    • – De tu ê anuha bibînî!... Tu ê bibînî bê lawê kê mêr e! — (Hesenê Metê, Epîlog, Weşanxaneya Avesta)
    • Lêkin ji xewadimê di mumtaz
      Sed law sihîqed û serefraz
      Heryek di meqam husnirojek
       — (Ehmedê XanîMem û Zîn~1692)
  2. yar, evîndar (yên kur)

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Herwiha

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Hevreha soranî لاو (law, xort, ciwan, genc), herdu ji ermenî, bi ermeniya kevn լաւ (law), ermeniya nû լավ (lav), herdu bi maneya "baş, çê, qenc", hevreha prûsiya kevn û latviyayî labs (baş), lîtwanî lãbas (baş), lobùs (zengîn, halxweş), yûnaniya kevn λωΐων (lōḯōn, baştir) û λάφυρον (láphuron, qazanc, xenîmet), sanskrîtî लभते (labhate, qazanc kirin, wergirtin, peyda kirin), hemû ji proto-hindûewropî *labʰ- (bi dest xistin, bi dest ve anîn, girtin, zeft kirin).

Di kurmancî de li hin deveran maneya "kurr" wergirtiye lê li hinên din bi maneya keşxe, spehî, lihev" e û li hin cihan jî bi maneya baş" e anku maneya xwe ya bingehîn ya ermenî parastiye. Sebebê guherîna maneyê ji "baş" bo "kurr" ihtimalen di bin tesîra lac / laj (kurr) ya zazakî de ye. Lê "lac, laj" ne hevreha "law" e, ew peyveke îranî ye, hevreha iştihardî لزک (lezek, kurr).

Sebebên ku diyar dikin ku kurdî ji ermenî wergirtiye û ne ermenî ji kurdî wergirtiye ew in ku "law" di zimanên din yên îranî de peyda nabe û "l" di îraniya kevn de tine bû. Loma eger ew ji proto-hindûewropî yekser daketibûya kurdî, diviyabû ku "l" bûbûya "r" (bide ber "roj" û "rêtin").

Bo guherîna maneyê ji "baş" bo "xort, ciwan, kurr" bide ber diyardeyeke berevajî di peyva "qenc" (baş) de ku ji tirkî ye, bi tirkiya kevn [skrîpt hewce ye] (kênç) û tirkiya nû genç (xort, ciwan) ku dubare wek genc jî ji tirkî ketiye kurdî.

Werger

[biguhêre]

Rengdêr

[biguhêre]

law

  1. keşxe, qeşeng, spehî, xweşik, delal, rind, berkeftî, bedew, ciwan
  2. baş, qenc, çê
  3. xort, ciwan, genc, mirovên êdî ne zarok in lê hê nebûne mezin

Werger

[biguhêre]

Rengdêr

[biguhêre]

law

  1. Bi alfabeya latînî nivîsina لاو (law).

Cînav

[biguhêre]

law

  1. gelek, pir

Çavkanî

[biguhêre]
Ev peyv ji wergerên pir hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]

law (jimarbar û nejimarbar, pijimar laws)

  1. qanûn, zagon, yasa

Rengdêr

[biguhêre]

law

  1. dîn, bêhiş, bêaqil

Çavkanî

[biguhêre]
Ev peyv ji wergerên dîn hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]
[biguhêre]

law

  1. qanûn (yasa, zagon)
[biguhêre]

law n

  1. (heywan) şêr

Çavkanî

[biguhêre]
Ev peyv ji wergerên şêr hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]
[biguhêre]

law n

  1. (heywan) şêr

Çavkanî

[biguhêre]
Ev peyv ji wergerên şêr hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]