Here naverokê

şêr

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA(kilîd): /ˈʃeːɾ/
  • Kîtekirin: şêr
  • Deng (Bidlîs): guhdar bikeⓘ(file)
[biguhêre]
Şêrekî nêr.
Şêreke mê.

şêr m yan n li gorî maneyê, bi gelemperî nêr

  1. (guhandar) Kitikek kûvî yê gir e û bi taybetî li Afrîkayê dijî.
  2. (mecazî) dilêr, wêrek, çeleng, fêris, bicesaret, biwêr
    • ~ 1640, Melayê Cizîrî, Dîwan:
      Rast û çep dê bêxitin sed sed bi mizraq û qeseb
      Ristem û Cimşîd û Xalid, Hemze yan şêrê 'Elî
      Aferîn ya şehsiwarê tirk û rimbazê 'ereb
    • 2017, Salih Mihemed Emîn, tercimekirina Ziya Avci (ji soranî), Kurd û Ecem, Dîroka siyasî ya kurdên Îranê, Nûbihar, →ISBN, rûpel 243:
      Şêx Ubeydullah jî di karê dîplomsiyê de serî danî ser van her du dewletên Ewropayê. Di nav van her duyan de jî, li gor wî "terefdariya şêrê ji ya roviyê baştir e". Diyar e ev jî ji gotinên pêşiyan ên Kurdan dihat ku dibêje: "Bila ez şikestê şêrê bim ne xweriyê roviyê". Li ba Kurdan şêr remzê camêrî û rovî remzê fêlbaziyê ye. Ji şêrê jî mebasta wî Rûs û ji roviyê jî Îngiliz bû.
    • 2005, Mehmed Uzun, Bîra Qederê, Stembol: Ithaki, →ISBN, rûpel 57:
      Kamuran ku hata hingê bi dîqet li Amojna Sitî guhdarî dike, xwe ranagire û gotina wê dibire,
      — Amojnê, tu dibêjî "şêr û piling û teyr". Ma meriv qet dibin şêr û piling û teyr? Şêr heywan e însan, însan e...
      Celat û Amojna Sitî bi gotinên Kamuran pir dikenin.[...]
      — Kamoyê min, aqilfahmê min, gotina te ye, lê eger te bapîrê xwe bidîta, te dê hingê şêr nas bikira. Ew rêberê kurdan, şêrê welatê Kurdistan bû.
  3. Aliyê hûrdeyê ku bênivîs e; şil.
    Dijmane: xet

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina şêr
Zayendên mê û nêr ên binavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî şêr şêr şêr
Îzafe şêra şêrê şêrên
Çemandî şêrê şêrî şêran
Nîşandera çem. wê şêrê wî şêrî wan şêran
Bangkirin şêrê şêro şêrino
Zayendên mê û nêr ên nebinavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî şêrek şêrek şêrin
Îzafe şêreke şêrekî şêrine
Çemandî şêrekê şêrekî şêrinan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Hevmane

[biguhêre]

Nêzîk

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji proto-îranî, hevreha soranî شێر (şêr), zazakî şêr, tajikî шер (šer, “şêr”), farisî شیر (şîr), pehlewî şegr, pertî şerẍ, xwarezmî ş'rẍ, sogdî ş'rẍu-, sanskrîtî सिंह (siṃha). Herwiha ihtimal e ku têkilî peyva şiyan e (rehê dema niha -şê-) anku "şêr = yê ku dişê / dikare / bihêz e".

Bide ber

[biguhêre]

Herwiha binêre

[biguhêre]

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya lion a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
[biguhêre]

şêr n

  1. Guhartoyeke şer.

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]

şêr n

  1. (guhandar) şêr