qanûn
Kurdî[biguhêre]
[biguhêre]
Zayenda mê ya binavkirî | ||||
---|---|---|---|---|
Rewş | Yekjimar | Pirjimar | ||
Navkî | qanûn | qanûn | ||
Îzafe | qanûna | qanûnên | ||
Çemandî | qanûnê | qanûnan | ||
Nîşandera çemandî | wê qanûnê | wan qanûnan | ||
Bangkirin | qanûnê | qanûnino | ||
Zayenda mê ya nebinavkirî | ||||
Rewş | Yekjimar | Pirjimar | ||
Navkî | qanûnek | qanûnin | ||
Îzafe | qanûneke | qanûnine | ||
Çemandî | qanûnekê | qanûninan |
qanûn mê
- Rêgezek yan biryarek yan fermanek giştî ya dewletê
(bi taybetî ya ji alî perlemanekê ve hatiye dan). - Hemî biryarên giştî yên dewletê yên ku divê ti kes li dijî biryaran dernekeve.
Ji wêjeyê[biguhêre]
Bi alfabeyên din[biguhêre]
Hevmane[biguhêre]
Bide ber[biguhêre]
Jê[biguhêre]
- bêqanûn
- bêqanûnî
- biqanûn
- biqanûnî
- dijqanûn
- dijqanûnî
- qanûndaner
- qanûndanerî
- qanûndar
- qanûndarî
- qanûnder
- qanûnderî
- qanûngêrr
- qanûngêrrî
- qanûnî
- qanûnîtî
- qanûnnas
- qanûnnasî
- qanûnvan
- qanûnvanî
- qanûnzan
- qanûnzanî
- (Lêker) bi qanûnê kirin
- (Lêker) dijî qanûnê kirin
- qanûn danîn
- qanûn îmza kirin
- qanûn pesind kirin
- qanûn rakirin
- (Navdêr) qanûndanîn
- (Navdêr) qanûndan
- (Rengdêr) qanûnbûyî
Etîmolojî[biguhêre]
Deyn ji erebî قانوون (qanûn) ji yûnaniya kevn κανών (kanón) ji κάννα (kanna, “rûl, çîx, qamîş”) ji akadî 𒄀 (qanû) ji sûmerî 𒄀𒈾 (gi.na).
Herçi "yasa" ye, ew bi rêya tirkî "yasa" ji mongolî "yasag" e. Heman peyv serekaniya "yasak" (qedexe, mennû') ya tirkî ye (> kurdî "yasax"). Lê herwiha dayika peyva kurdî "asa" (norm, rêbaz, rêgez) e > asayî (normal) > asayîş (ewlehî, emniyet). Hin nimûneyên din jî yên kurdî ku ji tirkî hatine deynkirin û tê de herfa "y" ji destpêkê ketiye ev in: "ol" (ji "yol=rê"), aprax / îprex (ji tirkî yaprak "belg, belçim"), "erpîze" (ji "yelpaze), û hêwaş (di soranî de bi maneya "hêdî, hêdîka" ji "yavaş" ya tirkî). Hin ji van peyvan ne ji tirkiya niha ya standard lê belkî ji ziman û devokên din yên tirkîkî hatibin deynkirin.
"Zagon" ji "закон" (zakon) ya rusî ye û ihtimal e ku bi rêya kurdên Sovyeta berê ketiye kurdî.
Herçi peyva "distûr" e, ew li Iraqê ne tenê di kurdî lê herwiha di erebî de jî bi maneya "qanûna bingehîn" (ing: constitution, tirkî: anayasa) tê bikaranîn. Lê ereban ew ji farisî yan kurdî deyn kiriye.
Lê di kurdî de "destûr" bi giştî bi maneya "izin, ruxset, îcazet, rêdan" tê bikaranîn.
Peyva "qanûn" bo bikaranînê ji peyvên din baştir e ji ber ku hemû kurd li hemû parçeyên Kurdistanê wê fehm dikin.
Werger[biguhêre]
- bulgarî: закон
- Çekî: zákon → cs
- Danmarkî: lov → da
- Almanî: Gesetz → de nêtar, Bestimmung → de mê, Regel → de mê, Vorschrift → de mê, ?Lehrsätze → de, ?Auflage → de
- Erebî: قانون → ar, ?تشريع → ar
- Esperantoyî: leĝo → eo
- Farisî: قانون → fa
- Fînî: laki → fi, säädös → fi
- Fransî: loi → fr
- Holendî: wet → nl
- Îbranî: חוק → he
- Inglîzî: law → en, statute → en, act → en, norm → en, rule → en, nom- → en, ?canon → en, ?legislation → en, ?prescript → en, ?regulation → en, ?enactment → en, ?lex → en, ?public act → en, ?public bill → en
- Îtalî: legge → it
- îzlendî: lög
- mecarî: törvény
- Norwecî: lov → no
- Portugalî: lei → pt
- Rusî: закон → ru (zakon)
- serboxirwatî: zakon
- Spanî: ley → es
- Swêdî: lag → sv
- Tirkî: yasa → tr, kanun → tr, kural → tr, hukuk → tr
- Tirkmenî: wesяet → tk, kanun → tk
[biguhêre]

qanûn mê
Bi alfabeyên din[biguhêre]
Etîmolojî[biguhêre]
Ji erebî قانون (qanûn) ji yûnanî όργανον (órganon) (organon: amûr, alet) ku herwiha serekaniya peyvên organ û org e jî. Bo hin peyvên din jî ku tê de kîteya destpêkê ya peyva ji yûnanî di erebî dikeve, binere: Incîl û iblîs.