ser

Ji Wîkîferheng
Jump to navigation Jump to search

Kurdî[biguherîne]

Serê mirovekî

navdêr, nêr

Wate[biguherîne]

  1. Parçeya jorîn ya leşê mirovan û candarên din (yê mejî, çav, guh, gep, dev û difin lê ne).
  2. Parçeya herî jorîn ya leşê mirovan û candarên din ya porr ango pirç lê şên dibe.
  3. Cihê giring, aliyê giring yê tiştekî.
    • Axa li ser odeyê rûniştî bû.
  4. Aliyê tûj yê tiştekê/î.
    • Serê qelemê xwe tûj kiribû.
  5. Bilindtirîn cihê tiştekê/î yan derekê.
    • Serê çiyayî.
  6. lib, heb, dane
    • 100 ser bizin.
  7. destpêk, pêşî
    • Di serê pirtûka xwe de dibêje ku...
  8. Rexê jorîn yê tiştekî.
    • Li ser banê xanî.
  9. Cihê destpêkirinê.
    • Kes nizane ka serê vî çemî li kû derê ye!
  10. Cihê bidawîhatinê.

Ji wêjeya klasîk[biguherîne]

  • Muhbetê hingavt û şeq bû ew qelem
    Ma li ser lewhê nivîsî dem bi dem
    Serxweş û şukranê Wî navê şêrîn
    (Mewlûda Kurdî ~1470, Mela Hisênê Bateyî)

Hevwate[biguherîne]

Bi alfabeyên din[biguherîne]

Dijwate[biguherîne]

Li gel daçekan[biguherîne]

  • bi ser: 'Bi ser me de hat.'
  • bo ser:
  • di ser de:
  • ji ser:
  • li ser:

Li gel biwêjan[biguherîne]

Etîmolojî[biguherîne]

Ji proto-aryayî *ċr̥Hah, ji proto-hindûaryayî *ĉr̥Has, ji proto-hindûewropî *ḱr̥h₂os. Hevreha avestayî 𐬯𐬁𐬭𐬀 (sāra / sara), farisiya kevn *𐎰𐎼 (*θara), partî 𐭓𐭉𐭔𐭀 (sar), pehlewî 𐭫𐭥𐭩𐭱𐭤 (sar), farisî سر (sar), osetî сӕр (sær), sanskrîtî शिर (śira). Têkildarî kurmancî serî, strî, strû, şax û sîx, sanskrîtî शिरस् (śíras) (serî) û शृङ्ग (śṛṅgá) (şax), hîtîtî karawar, rusî корова (koróva) (manga, çêlek), ermeniya kevn սար (sar) (gupik), yewnaniya kevn κέρᾰς (kéras) (şax), latînî cornū (şax), inglîzî horn (şax), elmanî Hirn (mejî).

Bikaranîn[biguherîne]

[biguherîne]

Werger[biguherîne]

Katalanî[biguherîne]

lêker

Wate[biguherîne]

  1. bûn

Polonî[biguherîne]

navdêr

Wate[biguherîne]

  1. penîr

Spanî[biguherîne]

lêker

Wate[biguherîne]

  1. bûn

Tirkî[biguherîne]

navdêr

Wate[biguherîne]

  1. ser, serî, qaf
  2. ser bexçeyê lîmonan