Here naverokê

diyar

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA(kilîd): /diˈjɑːɾ/
  • (Navdêr):
    Deng (Bidlîs): guhdar bike(file)
  • Kîtekirin: di·yar

Rengdêr

[biguhêre]
Pozîtîv diyar
Komparatîv diyartir
Sûperlatîv herî diyar (merkezî)
tewrî diyar (rojavayî)

diyar

  1. Tişta li ber çavan, tişta dikare bi çavan bêt dîtin; tişta dikare bi hêsanî bêt famkirin.
    Hevmane: aşkira, berçav, eşkere, averû, xuya, zelal
    • Lê mixabin li Qefqasya, Rûsya û Asya Navîn rewşa xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî pir kêm e. Di vî warî de rola saziya Berbangê, kovara Nûbarê û rojnameya Jiyana Kurd gelekî girîng e. Lê diyar e ev xebat têrê nake. — (Nûbihar, Hosteykî Edebiyata Kurdî: Eliyê Evdirehmanê Momîn [arşîv], 2021Salihê Kevirbirî, hj. 150, r. 50)

Dijmane

[biguhêre]

Bide ber

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Hevreha pehlewî dîdar (xuya, aşkira). Tîpa 'd' ya di navbera peyvên pehlewî de di kurdî de dibe 'y' an jî winda dibe.

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya visible a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
[biguhêre]

diyar n

  1. der, dever, war, welat, cih, jîngeh
    • Dikarim ez tehemmul kim
      Diyarê kohê Qendîl im
      Meger fîl im di 'işqê da
       — (Melayê CizîrîDîwan , ~1640)

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Beluçî dîgar (erd) lê herwiha dyar (dever, der)

Werger

[biguhêre]
[biguhêre]

diyar

  1. war, diyar
  2. welat, kîşwer, dar û diyar