ba

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr 1[biguhêre]

Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî ba ba
Îzafe ba bayên
Çemandî ba bayan
Nîşandera çemandî ba wan bayan
Bangkirin bayo bayino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî bayek bayin
Îzafe bayekî bayine
Çemandî bayekî bayinan
Dar li ber bayî diçemin.

ba nêr

  1. Hewayê ku dilive.
    Îro bayekî sar tê.
  2. Hêzek civakî yan aborî yan siyasî.
    Bayê azadiyê.
  3. Kuş, tir, fis, piv.
    Bayek berda, bêhnek bi ser odeyê xist!
  4. Bêwate, hewante.
    berba / berbad

Ji wêjeya klasîk[biguhêre]

  • Sed hizar çav min divîna
    Bayekî perde hilîna
    Xet û xal min têr bidîna
     — (Feqiyê Teyran, )

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Têkilî[biguhêre]

Bide ber[biguhêre]

Tewang[biguhêre]

[biguhêre]

Binêre herwiha[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Hevreha soranî با(ba) (ba), kurdiya başûrî wa, hewramî wa, zazakî va / vay, partî wād, farisî باد‎ (bad), tacikî бод (bod), avestayî vā́ta, vātō (vate-, vato-), belûçî گوات(gwat), sanskrîtî वात (vā́ta), latînî ventus, fransî vent, swêdî vind, îngilîzî wind, almanî Wind, toxarî A want, wänt, toxarî B yente, yûnaniya kevn ἀέντα (aenta), bretonî gwent, weylsî gwynt, hîtîtî huwanz... hemû ji proto-hindûewropî * h₂wéh₁n̥ts (ba) ji * h₂weh₁- (ba hatin, ba lê dan). Bo guherîna B/V/W bide ber: baran, berf. Bo guherîna B/G bide ber: beraz, birçî, binas. Ji eynî rehî: he-wa.

Çavkanî: Horn p.35, Watkins p.95, MacKenzie P.140, Etymonline

Bi zaravayên din[biguhêre]

  • Soranî: ba
  • Zazakî: va
  • Hewramî: wa
  • Kurdiya başûrî: wa

Werger[biguhêre]

Navdêr 2[biguhêre]

ba

  1. bang, gazî, hawar, deng: ba kirin
    bang kirin, gazî kirin

Etîmolojî[biguhêre]

Qusandin ji bang: bang > ban > ba

Werger[biguhêre]

Daçek 1[biguhêre]

ba

  1. cem, nik
    ba: Ez çûm ba wê.
    ji ba: Ez ji ba wê hatim.
    li ba: Ez li ba wê me.

Hevmane[biguhêre]

Hevmane[biguhêre]

Were ba min.

  • Were tela min
  • Were gel min
  • Were cem min
  • Were rex min
  • Were nik min
  • Were def min
  • Were rav min
  • Were kêleka min
  • Were tenişta min
  • Were hêla min
  • Were hinda min
  • Were rû min

Etîmolojî[biguhêre]

Kurtkirina bal ji erebî [Peyv?].

Werger[biguhêre]

Daçek 2[biguhêre]

ba

  1. (Tenê di klasîkan de) bi

Etîmolojî[biguhêre]

Ji farisî با(ba), hevreha kurmancî bi, soranî "be", pehlewî "ped".

Werger[biguhêre]

Hoker[biguhêre]

ba

  1. Bila, dibe ku, destûr heye ku.
    Ba ew jî were.
  2. Bila, divê ku, gerek e ku, lazim e ku.
    Ba hespê xwe li wir nesekinîne!

Etîmolojî[biguhêre]

Kurtkirina bila ji erebî [Peyv?].

Werger[biguhêre]

Formeke lêkerê[biguhêre]

ba

  1. bûya, baya
    • Eger hikûmet di aştiyê de jidil ba, wê çaxê qereqol çênedikir. Em van qereqolan qebûl nakin û heta çêkirina wan neyê sekinandin em dest ji çalakiyên xwe bernadin. — (rudaw.net/kurmanci 4/2014)

Etîmolojî[biguhêre]

Kurtkirina bûya

Anagram[biguhêre]

Soranî[biguhêre]

Lêker[biguhêre]

ba

  1. ba (hewa)
  2. bila, ba

Çîçewayî[biguhêre]

Lêker[biguhêre]

ba

  1. dizîn, dizî kirin

Romagnolî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

ba nêr

  1. (malbat) bav, bab

Viyetnamî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

ba

  1. (malbat) bav, bab