dev

Ji Wîkîferheng
Here nagîvasyonê Here lêgerînê

Kurdî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr 1[biguhêre]

Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî dev dev
Îzafe devê devên
Çemandî devî devan
Nîşandera çemandî devî wan devan
Bangkirin devo devino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî devek devin
Îzafe devekî devine
Çemandî devekî devinan
Devê jinekê (1)
Di Wîkîpediyaya kurdî de gotarek li ser devê mirov heye.

dev nêr

  1. Kuna li leşî ya ku mirov tê re diaxive û dixwe.

Bi alfabeyên din[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji proto-îranî *zefen-/zefer-, hevreha kurmancî difin, avestayî zefen, farisiya kevin defen, belûçî دف (def) / دپ (dep), pehlewî dehan, farisî دهن‎ (dehen) / دهان (dehan: dev), دم (dem: hilm, henase, bêhn, nefes), soranî ده‌م / dem (dev). A kurmancî kurdî ye û resentire ji peyva ( dehen ) hatiye ko herfa H a farisî dibe V di kurdî de, binêre van peyvan : ( Kulav ) ko ji peyva ( Kolah ) a Farisî hatiye herweha ( Kevn ) ko ji peyva ( Kohen ) hatiye. Peyva Soranî ji peyva ( Dêm ) hatiye ko maneya Navçavan dide.

Bi zaravayên din[biguhêre]

  • Soranî: dem
  • Kurdiya başûrî:
    Feylî: dem
  • Zazakî: fek

Werger[biguhêre]

Navdêr 2[biguhêre]

dev nêr

  1. ber, hêl
    dev da çolê û çû. (Wî berê xwe da çolê û çû.)

Werger[biguhêre]

Daçek[biguhêre]

dev

  1. ba, bal, cem, nik

[biguhêre]

Werger[biguhêre]

Tirkî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

dev

  1. dêw, hefrîd
  2. hût, hefrît, neheng, heydeh
  3. hût.
    Dev gibi bir adam.
    Zilamekî mîna dêwekî.
  4. mezin
    Dev bir yazar.
    Nivîskarekî zehf mezin.