xwarin

Ji Wîkîferheng
Here nagîvasyonê Here lêgerînê

Kurdî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Lêker[biguhêre]

xwarin (lêkera gerguhêz)
Rehê dema niha: -xw-
RP.
Niha
ez dixwim
tu dixwî
ew dixwe
em, hûn, ew dixwin
Fermanî Yekjimar bixwe
Pirjimar bixwin
Rehê dema borî: -xwar-
RP.
Boriya
sade
min xwar
te xwar
wê/wî xwar
me, we, wan xwar
Formên din: Tewandin:xwarin
Kesek xwarinê dixwe.

xwarin lêkera xwerû, gerguhêz

  1. Kirin zikê xwe,
    tişt kirin di devê xwe de û bi didanên xwe hêrandin û da'ûrandin zikê xwe.
  2. Xerc kirin, serifandin, serf kirin, mesref kirin,
    (mal yan pare) bi kar anîn yan pûç kirin.
    Dused dolar hebûn, hemî di rojekê de xwarin.
  3. Pê ketin.
    Dijminan derbeyek mezin xwar. (Derbeyek mezin bi dijminan ket.)
  4. Cih tê de hebûn.
    Ew demance çend fîşekan dixwe? (Cihê çiqas fîşekan di wê demanceyê de heye?)

Ji wêjeya klasîk[biguhêre]

  • Nûr ji eniyê hate piştê bû sitar
    Nê ji darê xwarin herdukan şîrîn
    (Mewlûda Kurdî ~1720, Mela Hesenê Bateyî)

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Herwiha[biguhêre]

Têkildar[biguhêre]

Tewîn[biguhêre]

Têkildar[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji îraniya kevn *hʷarati, ji proto-hindûaryayî *sʷalati, ji proto-hindûewropî *sʷeleti ("xwarin, vexwarin, daûrandin, daqurtandin"), têkildarî swallow (daqurtandin, daûrandin) ya inglîzî, zwelgen (bi hesûdî xwarin) ya holendî, xwardin ya soranî, warden ya zazakî, wardey ya hewramî, xorden ya farisî...

proto-îranî: *hwar- ("xwarin"), avestayî: xvar- ("xwarin"), partî: xwr- ("xwarin"), pehlewî: xwar- ("xwarin, vexwarin"), sogdî: xwr- ("xwarin"), farisî: xurdan / xvār- ("xwarin, şımıten"), belûçî: wārt / war- ("xwarin, vexwarin"), tatî: xārt / xer- ("xwarin"), kurmancî: xwarin / xw-, soranî:. xwardin / xw- ("xwarin"), kurdiya başûr: xwardin ("xwarin"), hewramî: wardey / wer- ("xwarin, vexwarin") ... zazakî: warden / wer- ("xwarin"), inglîzî: swallow ("daqurtandin, daûrandin"), holendî: zwelgen ("bi hesûdî xwarin")

Çavkanî: Cheung p.148, Watkins p.88, Etymonline | Pokorny: 1045

Bi zaravayên din[biguhêre]

Werger[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî xwarin xwarin
Îzafe xwarina xwarinên
Çemandî xwarinê xwarinan
Nîşandera çemandî xwarinê wan xwarinan
Bangkirin xwarinê xwarinino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî xwarinek xwarinin
Îzafe xwarineke xwarinine
Çemandî xwarinekê xwarininan
Çend texlîdên xwarinan
Çend esker li ser xwarinê.

xwarin

  1. Tişta/ê ku tê xwarin.
    Hevmane: xurek
    • Gelekan ji wan zû de hevdu nedîtibûn, loma wan li kar û mijûliyên hev dipirsîn, guhertinên ku di wan de bûbûn meraq dikirin, gazin ji jiyana sirgûnê û têkiliyên sar ên ku berhemên jiyana sirgûnê ne dikirin. Heta ku hebekî xilbexilba wan kêm bû min ji wan daxwaz kir ku ew rabin û ji xwe re xwarinê bînin. — (Firat CewerîPayiza DerengAvesta2014, r. 16)
  2. Rewşa tiştekî xwarin.

Binêre herwiha[biguhêre]

Bi zaravayên din[biguhêre]

Werger[biguhêre]