Alîkarî:Formata nivîsînê

Ji Wîkîferhengê
Ev yek ji rûpelên Rêbaznameya Wîkîferhenga kurmancî ye. Tê de rêzik, rênîş an pratîkên hevpar tên danasîn û ravekirin.
Têgih: PÎVEK - RÊNIVÎS - NORM - RÛPELSAZÎ - STANDARDKIRIN - JÊGIRTIN - DENGDAN - JÊBIRIN

Beşa yekem: ziman[biguhêre]

== {{ziman|koda zimanî}} ==
Bo beşa "ziman" nîşana = du caran tê nivîsîn.

Di bin vê sernavê de koda zimanê ya peyvê tê nivîsin. Bo nimûne binêre peyva Curdistan ku bi îtalî ye û li herî jor koda == {{ziman|it}} == hatiye nivîsin. Ji ber ku koda zimanî ya îtalî it e. Ji bo lîsteya hemû kodên zimanan binêre: Lîsteya zimanan

Şablona peyvên kurdî (kurmancî) bi vî awayî ye: == {{ziman|ku}} ==. Ku eynî peyv di gelek zimanan de hebe, pêşî peyva kurdî (kurmancî) tê ravekirin û paşî bi zimanên din li gor alfabeyê.
Bo nimûne binêrin peyva du.

Carinan heman peyv di kurmancî û zaravayên kurdî yên din de bi mane anku maneyên ji hev cuda hene. Ku wiha be, pêşî koda == {{ziman|kmr}} == ji bo kurmancî tê nivîsîn û peyva kurmancî tê ravekirin. Piştî wê, peyvên zaravayên din bi kurdî (kurmancî) tê ravekirin. Piştî wan, ger bi zimanek din jî eynî peyv hebe, maneya wê bi kurdî (kurmancî) tê dayîn. Bo nimûne, binêre no.

Beşa duyem: kategoriya rêzimanê[biguhêre]

=== Kategoriya rêzimanê ===
Bo beşa "kategoriya rêzimanê" nîşana "=" sê caran tê nivîsandin.

Kategoriya rêzimanê = Navdêr, Serenav, Lêker, Rengdêr, Hoker, Cînav, Artîkel, Pirtik, Girêdek, Daçek (Pêşdaçek, Paşdaçek, Bazinedaçek), Baneşan, Navgir, Paşgir, Pêşgir, Reh, Formeke lêkerê, Formeke navdêrê, Formeke rengdêrê, Formeke hokerê, Formeke cînavê, Biwêj, Gotineke pêşiyan, Hejmar, Tîp, Sembol, Kurtenav, Navneteweyî

Bo agahiyên gelemperî, binêre Alîkarî:Cureyên peyvan

Di bin banê "kategoriya rêzimanê" de peyv hatiye şirovekirin anku ravekirin anku îzahkirin.

Di bin sernavê "Kategoriya rêzimanê" de hem maneya peyvê hatiye dayîn, wek "KENGÎ: çi demê, çi wextî"; hem jî di hin peyvan de hevmaneyên wan anku sînonîmên wan hatine dayîn, wek: "AZAD: serbest, rizgar, serbixwe, xweser", ,

Binebeşên kategoriyên rêzimanê[biguhêre]

Bo binebeşên "kategoriya rêzimanê" nîşana "=" çar caran tê nivîsandin.

==== Bi alfabeyên din ====

Li vir peyva sereke ya rûpelê ji bilî alfabeya latînî, bi alfabeya kurdî-erebî jî tê nivîsîn.

Bo nimûne: "KURDISTAN". Bi alfabeyên din: کوردستان

Di dahatûyê de, belkî di bin vî sernavî de peyv bi alfabeya kirîlî jî bên nivîsîn.

==== Herwiha ====

Em hemî dizanin ku di devokên kurdî de gelek peyvên me li hin herêman bi awayên ji hev cuda tên gotin û nivîsîn.

Em dixwazin di vê ferhengê de cih bidin hemî peyvên kurdî. Loma em awayên cuda yên eynî peyvê di bin banê "Herwiha" de dicivînin.

Bo nimûne, binêre peyva niha daku bibînî ku li hin deveran ew bi yek ji van awayan e: nika, noke, nihe, nuha, nuhe û hwd.

==== Hevmane ====

Di bin vî sernavê de ew peyv tên civandin yên ku maneyên wan eynî ne.

Bo nimûne "hevmane"yên peyva "azad" ev in: "rizgar, serbest, serbixwe, xweser"

==== Dijmane ====

Li vir peyvên maneya wan tam dijî peyva mijarê hene.

Bo nimûne, ger tu dîsa li rûpela "azad" binêrî, tu yê di bin banê "Dijmane"yê de van peyvan bibînî: bindest, kole, girtî, dîl, êsîr û hwd.

==== Jê ====

Li vir hemî peyvên ji peyva serekî ya rûpelê hatine çêkirin tên dayîn.

Bo nimûne: "AZAD". Jê: azadî, azadîxwaz, azadîxwazî û hwd.

==== Nêzîk ====

Di bin vî sernavî de peyvên nêzî peyva serekî tên dayîn.

Ev peyv ne hevmaneyên peyva serekî ne lê gelek nêzî wê ne.

Em bawer in ku pêşkêşkirina van peyvên nêzî peyva mijar li ser hem wê têgihiştina peyvê asantir bikin
û hem jî alikar bin di bijartina peyvan de.

Bo nimûne, li peyva yek binêre daku di bin banê "Nêzîk" de van peyvan bibînî: "tek, kit".

==== Têkildar ====

Di bin "Têkildar" de peyvên rayê wan yek in tên nivîsîn. Bo nimûne, li rûpela "GIHIŞTIN" di bin banê "Têkildar" de peyva "GIHANDIN" hatiye danîn.

Hin peyvên din jî yên têkilî anku pêwendî anku eleqe bi peyva mijarê ve heye di bin "Têkildar" de hatine bicihkirin.

==== Jornav ====

... jornav / hîpernîm

==== Jêrnav ====

... jêrnav / hîponîm

==== Etîmolojî ====

Etîmolojiya peyvê li vir tê raberkirin. Binêre WF:Etîmolojî.

Bo nimûne: "AZADÎXWAZ" ji "azad" û "-xwaz"

Yan jî: "NIHA" têkildarî peyva "nû"

==== Dûnde ====

Zimanên deynkir. Bnr. {{}} û Wîkîferheng:Etîmolojî#Dûnde

==== Bi zaravayên din ====

Bi soranî, dimilî, kurdiya başûr, lekî, hewramî

==== Werger ====

Di vê beşê de maneyên peyvên kurdî bi zimanên biyanî tên dan. Ziman li gor alfabeyê tên rêzkirin.

Em tê dikoşin ku bi kêmanî maneya peyvê bi van zimanan bê dayîn. Ger tercimeya peyvê yê îngilîzî, erebî, almanî, çînî, hindî bê dayîn wê baş be. Qene be maneya peyvê çêtir were famkirin.

Wek not em diyar bikin ku qismê "Werger"ê ji bo peyvên kurdî tê pêşkêşkirin. Mîsalen me peyva "kitêb" qeyd kir ser vê ferhengê, wê gavê em qismê "Werger"ê jî tevlî rûpelê dikin û li navê tercimeya peyva kitêb a bi îngilîzî "book", bi erebî "كِتَاب" (tevî zayenda peyvê) li vir qeyd dikin. Lê ger em peyveke îngilîzî qeydê ser vir bikin, em qismê Wergerê tevlî rûpelê nakin. Mîsalen ger em peyva "table" a îngilîzî qeydê ser vê ferhengê bikin, em wergera peyva "table" ya bi erebî, bi farisî, bi çînî, bi japonî tevlî rûpelê nakin. Werger tenê ji bo peyvên kurdî tê pêşkêşkirin.

{{werger-ser}}
{{werger-bin}}

Mînak[biguhêre]