ya

Ji Wîkîferheng
Here nagîvasyonê Here lêgerînê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Wate[biguhêre]

  1. li şûna peyvên yekjimar yên zayendmê yên diyar:
    Ya min sor e 'Sêva min sor e.'
  2. li şûna navdêrên zayendmê daku navdêr neyê dubarekirin:
    Roj ya wan e 'Roj roja wan e.'
  3. dikeve navbera du diyarkeran yên ku li dû peyvek yekjimar ya zayendmê tên:
    pirtûka sor ya li erdê
  4. li şûna "ew tişta (ku)":
    Ya got wî got, me ji mêj ve dizanî 'Ew tişta ku wî got, me ji mêj ve dizanî.'
  5. ji çend kesan yan tiştan yeke diyar ya zayendmê:
    Du keç bûn. Ya bejndirêj pirçreş bû 'Du keç bûn. Keça bejndirêj pirçreş bû.'
    Sê kes bûn: yek şabanû, yek dotmîr û yek jî xidam. Navê ya xidam Xecê bû 'Navê xidamê Xecê bû.'
  6. bi gotina, li gor gotina, bi şîreta, li gor şîreta, li gor pêşniyaza:
    Ger bi ya min bikî, qet ji vir naçî.
  7. di hin devokan de dikeve pey kirdeyên / subjeyên yekjimar yên zayendmê û wateya berdewamiya kirinê didiyê:
    Xezal ya dinivîse 'Xezal aniha / vê gavê / vê kêlîkê dinivîse.'
    Ez ya dixwim' 'Ez li ser xwarinê me.'
    Tu ya dixwînî 'Tu tam vê bîskê / kêlîkê dixwînî.'
    Ew ya dipêje 'Ew aniha dipêje.'
  8. di hin devokan de lêkera "bûn" di rewşa yekjimar ya dema nihoyî de bo kirdeyên yekjimar yên zayendmê dide:
    Jiyan ya li malê 'Jiyan li malê ye.'
    Ez ya li malê nînim 'Ez ne li malê me.' Hevwate: wa
  9. di hin devokan de di dema borî ya dûdar de li bireserên (objeyên) yekjimar yên zayendmê zêde dibe:
    Min ew kitêb ya kirriye 'Min ew pirtûk kirriye.'

Ji wêjeya klasîk[biguhêre]

  • Lew şerîf in Zemzem û rukn û meqam
    Sellî ya Rebbî 'ela xeyr-il wera
    Ma tesîrû şemsû fîssebîlulla
    (Mewlûda Kurdî ~1720, Mela Hesenê Bateyî)

Hevmane[biguhêre]

Bo yên zayendnêr[biguhêre]

Bide ber[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

  Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.

Werger[biguhêre]

Zazakî[biguhêre]

Hoker[biguhêre]

ya

  1. erê

Hevmane[biguhêre]

Dijmane[biguhêre]

Tirkî[biguhêre]

Hoker[biguhêre]

ya

  1. ya
    ya Allah, yürü ya mübarek ya Xwedê, bimeşe ya mübarek
  2. ya, wa, weh
  3. an, ya
    ya gelir ya gelmez=an tê an nayê
  4. belê, erê, herê
    hasta mısınız? ya biraz başım ağrıyor=hûn nexweş in? belê serê min hinek diêşe
  5. yawo
    ya bu adam kim?=yawo ev zilam kî ye?
  6. ya
    ya bu deveyi gütmeli ya bu diyardan gitmeli=ya tuyê bikî ya tuyê cirma wî bidî
  7. ya ku, ya
    yetişirim diyorsun, ya yetişemezsen?=tu dibêjî ez dê bigihimê, ya ku tu negihiyê?
  8. here
    biz de gelelim mi? gelin ya=em jî bên? belê hûn jî werin
  9. , belê
    siz karnınızı doyurdunuz, ya ben ne yapayım?=we zikê xwe têr kir, lê ez çi bikim?
  10. fırtına kırdı, döktü, yıktı, ya o ağaçlara verdiği zarar? =firtûne lê xist şikand, hilweşand, ya e w ziyana ku da daran?
  11. fena oğlan değildir, değildir ya, yalnız bir sarhoşluğu var=ne kurikekî xerab e, ne xerab e lê hinek serxweşiya wî heye
  12. ya
    yemiştim ya min xwaribû ya
  13. anan, ya ya
    kırk elli kişi kadar ya var ya yoktur=çil pêncî kes ya hene ya jî tune ne

Spanî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Hoker[biguhêre]

  1. jixwe,zaten,zatî
    ji berê de,hê zû de