a

Bê kategoriya rêzimanî
Ji Wîkîferhengê

Navzimanî[biguhêre]

Sembol[biguhêre]

a

  1. (metrolojî) Sembola arê: 1 a = 100 m2.

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Tîp[biguhêre]

a (girek A)

  1. Yekem tîpa û yekem dengdêra alfabeya kurdî ye û nîşana dengek dirêj e.

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Bide ber[biguhêre]

Têkildar[biguhêre]

Baneşan[biguhêre]

a

  1. ax!, ox!, of!, oy!, wey!, heyha! weyla!
    A çi hewayek xweş e! 'Ax çi rojek xweş e!' A çi zalim e! 'Wey çend zordar e!'

Werger[biguhêre]

Mane[biguhêre]

a (cureyê peyvê?)

  1. e, erê, belê, bersiva erênî
  2. 'Çi?' ’(Min nebihîst ka) te çi got?'
  3. Li şûna peyvên yekjimar yên zayendmê yên diyar.
    A min sor e 'Sêva min sor e.'
  4. Li şûna navdêrên zayendmê daku navdêr neyê dubarekirin.
    Roj a wan e 'Roj roja wan e.'
  5. Dikeve navbera du diyarkeran yên ku li dû peyvek yekjimar ya zayendmê tên.
    Pirtûka sor a li erdê.
  6. Li şûna "ew tişta (ku)".
    A ku wî got, me ji mêj ve dizanî 'Ew tişt, ya ku wî got, me ji mêj ve dizanî.'
  7. Ji çend kesan yan tiştan yeke diyar ya zayendmê.
    Du keç bûn. A bejndirêj pirçreş bû 'Du keç bûn. Keça bejndirêj pirçreş bû.' Sê kes bûn: yek şabanû, yek dotmîr û yek jî xidam. Navê a xidam Xecê bû 'Navê xidamê Xecê bû.'
  8. bi gotina, li gor gotina, bi şîreta, li gor şîreta, li gor pêşniyaza
    Ger bi a min bikî, qet ji vir naçî.
  9. Di hin devokan de dikeve pey kirdeyên / subjeyên yekjimar yên zayendmê û wateya berdewamiya kirinê didiyê.
    Xezal a dinivîse 'Xezal aniha / vê gavê / vê kêlîkê dinivîse.' Ez a dixwim 'Ez li ser xwarinê me.' Tu a dixwînî 'Tu tam vê bîskê / kêlîkê dixwînî.' Ew a dipêje 'Ew aniha dipêje.'
  10. Di hin devokan de lêkera "bûn" di rewşa yekjimar ya dema nihoyî de bo kirdeyên yekjimar yên zayendmê dide.
    Jiyan a li malê 'Jiyan li malê ye.' Ez a li malê nînim 'Ez ne li malê me.'
  11. Di hin devokan de di dema borî ya dûdar de li bireserên (objeyên) yekjimar yên zayendmê zêde dibe.
    Min ew kitêb a kirriye 'Min ew pirtûk kirriye.' Bo navdêrên / cînavên yekjimar yên zayendnêr binere: ê
  12. Di hin devokan de li şûna "e" ya forma dema nihoyî ji lêkera "bûn" bo cînava sêyem ya yekjimar.
    Ew mezin a 'Ew mezin e.'
  13. destpêk
    Ji a ta z 'ji destpêkê ta dawiyê', 'ji serî ta binî'
  14. bijare, herî baş
    Ev hêk kalîte A ne 'Ev hêk yên herî baş in.' 'Ev hêk yên bijare ne.'

Zazakî[biguhêre]

Cînav[biguhêre]

a

  1. ew; cîvakê diyarker bo tişt an kesê mê yê dûr

Abauyî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

a

  1. (avahî) xanî, avahî, bîna

Çavkanî[biguhêre]

Ev peyv ji wergerên xanî hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]

Albanî[biguhêre]

Girêdek[biguhêre]

a

  1. yan, an

Bambarayî[biguhêre]

Cînav[biguhêre]

a

  1. ew

Çekî[biguhêre]

Girêdek[biguhêre]

a

  1. û (herwiha, hem)

Estonî[biguhêre]

Girêdek[biguhêre]

a

  1. (feqet, ema, lakin)

Fransî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Bilêvkirina nêzîk bi kurmancî: ~ a (agahdarî)

Formeke lêkerê[biguhêre]

a

  1. (wê/wî) ... heye
    Il a une voiture. (Wî tirimpêlek heye)
  2. (wê/wî) ... -iye
    Elle a dit (wê gotiye)

Îngilîziya kevn[biguhêre]

Hoker[biguhêre]

ā

  1. herdem, hertim, hergav, tim

Hawayî[biguhêre]

Girêdek[biguhêre]

a

  1. û (herwiha, hem)

Hawsayî[biguhêre]

Daçek[biguhêre]

a

  1. di ... de

Çavkanî[biguhêre]

Ev peyv ji wergerên di ... de hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]

Îngilîzî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Artîkel[biguhêre]

a

  1. -ek, -yek, yek
    a book − pirtûkek, kitêbek
    a table − maseyek

Nêzîk[biguhêre]

Têkildar[biguhêre]

Bide ber[biguhêre]

Sûmerî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

a

  1. av

Kansayî[biguhêre]

Cînav[biguhêre]

a

  1. ez (wek biker)

Îlokanoyî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

a

  1. (malbat) xwişk, xweh

Krisayî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

a

  1. (heywan) beraz

Kornî[biguhêre]

Daçek[biguhêre]

a

  1. ji

Çavkanî[biguhêre]

Ev peyv ji wergerên ji hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]

Latînî[biguhêre]

Kurtenav[biguhêre]

a

  1. Kurtenavê anno yanî sal

Talişî[biguhêre]

Cînav[biguhêre]

a

  1. ew

Sirananî[biguhêre]

Cînav[biguhêre]

a

  1. ew

Nafaanrayî[biguhêre]

Girêdek[biguhêre]

a

  1. û (herwiha, hem)

Maorî[biguhêre]

Girêdek[biguhêre]

a

  1. û (herwiha, hem)

Sorbiya jorîn[biguhêre]

Girêdek[biguhêre]

a

  1. û (herwiha, hem)

Sorbiya jêrîn[biguhêre]

Girêdek[biguhêre]

a

  1. û (herwiha, hem)

Maranaoyî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

a

  1. (malbat) kur (zarokê nêr yê kesekî)

Napolîtanî[biguhêre]

Daçek[biguhêre]

a

  1. ji

Çavkanî[biguhêre]

Ev peyv ji wergerên ji hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]

Slovakî[biguhêre]

Girêdek[biguhêre]

a

  1. û (herwiha, hem)

Tàyî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

a

  1. (malbat) met, metê, metik

Spanî[biguhêre]

Girêdek[biguhêre]

a

  1. daku, bo ku, ji bo ku

Çavkanî[biguhêre]

Ev peyv ji wergerên daku hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]

Weylsî[biguhêre]

Girêdek[biguhêre]

a

  1. û (herwiha, hem)

Yorubayî[biguhêre]

Cînav[biguhêre]

á

  1. ew

Zêlandî[biguhêre]

Girêdek[biguhêre]

a

  1. eger, heke