Here naverokê

xweh

Ji Wîkîferheng
Bikarhênerek dixwaze ev peyv were standardkirin. Ji kerema xwe tevlî nîqaşa li ser Daxwazên standardkirinê bibin.(+)
xwişk  / xweng  / xwek  / xuşk  / xweh

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]
du xweh

xweh m

  1. Keça dêbavên kesekê/î, qîza deybabên kesekê/î.
  2. Keça diya kesekê/î lê ne ji babê wê / wî.
  3. Keça ji babê kesekê/î lê ne ji dayika wê / wî.

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina xweh
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî xweh xweh
Îzafe xweha xwehên
Çemandî xwehê xwehan
Nîşandera çem. wê xwehê wan xwehan
Bangkirin xwehê xwehino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî xwehek xwehin
Îzafe xweheke xwehine
Çemandî xwehekê xwehinan

Hevmane

[biguhêre]

Dijmane

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji proto-hindûewropî *swesor, proto-îranî *swesar- > *hwehar > *xwehar, hevreha sanskrîtî sveser, avestayî xveher, farisiya navîn xweh(er), farisî xwaher, partî xwar, belûçî gwâher, zazakî waye, bi hewramî walî, bi soranî xweyşk.

avestayî: xvanhar- ("xweh")
pehlewî: xwāhar ("xweh")
sogdî: xwār ("xweh")
farisî: xwāher ("xweh")
osetî: xwār ("xweh") ... alfabeya arî
kurmancî: xuşk, xweh ("xweh")
soranî: xuşk, xweyşk ("xweh")
hewramî: wāle ("xweh")
zazakî: way ("xweh")
sanskrîtî: svasar ("xweh")
yûnanî: éor ("xweh")
latînî: soror ("xweh")
almanî: Schwester ("xweh")
îngilîzî: sister ("xweh") ...

Hevreh: xwarza, xwarzî

Çavkanî
  • Horn, Paul (1893), Grundriss der neupersischen Etymologie [Bingeha etîmolojiya farisî] (bi almanî), Strasbourg: K.J. Trübner, rûpel 111
  • Watkins, Calvert (2007), The American Heritage Dictionary of Indo-European Roots (bi îngilîzî), çapa 2an, Boston: Houghton Mifflin, rûpel 89
  • MacKenzie, David Neil (1966), The dialect of Awroman (Hawraman-i Luhon) Grammatical sketch, texts, and vocabulary‎[1] (bi îngilîzî), Kommissionaer: Munksgaard (København), rûpel 135
  • Etymonline. Online English Etymology Dictionary. <etymonline.com> by Douglas Harper.

Werger

[biguhêre]
[biguhêre]

xweh m

  1. Ji bo guhertoya rastnivîsî binêre xuh.