Here naverokê

xwişk

Ji Wîkîferheng
Bikarhênerek dixwaze ev peyv were standardkirin. Ji kerema xwe tevlî nîqaşa li ser Daxwazên standardkirinê bibin.(+)
xwişk  / xweng  / xwek  / xuşk  / xweh
[biguhêre]
du xwişk

xwişk m

  1. (malbat) keça dêbavên kesekê/î, qîza deybabên kesekê/î
    • 1998, tercimekirina Serdar Roşan, Çîrokên Hezar û Şevekê, weşanên Nûdem, rûpel 66:
      Paşê gava Xelîfeyî careke din bihîst ku xwişkeke Ganemî, yeke gelekî spehî û ciwan heye []
  2. (malbat) keça diya kesekê/î lê ne ji babê wê / wî
  3. (malbat) keça ji babê kesekê/î lê ne ji dayika wê / wî

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina xwişk
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî xwişk xwişk
Îzafe xwişka xwişkên
Çemandî xwişkê xwişkan
Nîşandera çem. xwişkê wan xwişkan
Bangkirin xwişkê xwişkino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî xwişkek xwişkin
Îzafe xwişkeke xwişkine
Çemandî xwişkekê xwişkinan

Hevmane

[biguhêre]

Dijmane

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

xweh +‎ -îşk (paşgireke mêzahiyê), wek di mirîşk, kenîşk de.

Ji proto-hindûewropî *swesor, proto-îranî *swesar- > *hwehar > *xwehar, hevreha sanskrîtî sveser, avestayî xveher, farisiya navîn xweh(er), farisî xwaher, partî xwar, belûçî gwâher, zazakî waye, bi hewramî walî, bi soranî xwehîşk.

avestayî: xvanhar- ("xwişk")
pehlewî: xwāhar ("xwişk")
sogdî: xwār ("xwişk")
farisî: xwāher ("xwişk")
osetî: xwār ("xwişk") ... alfabeya arî
kurmancî: xwişk, xweh ("xwişk")
soranî: xuşk, xweyşk ("xwişk")
hewramî: wāle ("xwişk")
zazakî: way ("xwişk")
sanskrîtî: svasar ("xwişk")
yûnanî: éor ("xwişk")
latînî: soror ("xwişk")
almanî: Schwester ("xwişk")
îngilîzî: sister ("xwişk") ...
Çavkanî:
  • Horn, Paul (1893), Grundriss der neupersischen Etymologie [Bingeha etîmolojiya farisî] (bi almanî), Strasbourg: K.J. Trübner, rûpel 111
  • Watkins, Calvert (2007), The American Heritage Dictionary of Indo-European Roots (bi îngilîzî), çapa 2an, Boston: Houghton Mifflin, rûpel 89
  • MacKenzie, David Neil (1966), The dialect of Awroman (Hawraman-i Luhon) Grammatical sketch, texts, and vocabulary[1] (bi îngilîzî), Kommissionaer: Munksgaard (København), rûpel 135,
  • Etymonline. Online English Etymology Dictionary. <Etymonline> by Douglas Harper.

Hevreh: xwarza, xwarzî

Werger

[biguhêre]
Ev beşa Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya sister a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.