xwişk

Ji Wîkîferheng
(Ji xwîşk hate beralîkirin)
Jump to navigation Jump to search

Kurdî[biguherîne]

Navdêr[biguherîne]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî xwişk  xwişk 
Îzafe xwişka  xwişkên 
Çemandî xwişkê  xwişkan 
Nîşandera çemandî   xwişkê  wan  xwişkan 
Bangkirin xwişkê  xwişkino 
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî xwişkek  xwişkin 
Îzafe xwişkeke  xwişkine 
Çemandî xwişkekê  xwişkinan 
du xwişk

xwişk

  1. keça dêbavên kesekê/î, qîza deybabên kesekê/î
  2. keça diya kesekê/î lê ne ji babê wê / wî
  3. keça ji babê kesekê/î lê ne ji dayika wê / wî

Ji wêjeyê[biguherîne]

  • Heke tu bixwazî da ku ez wan ji sihrê rizgar bikim, ez ê ji bo xatirê te û xwişka wan vî karî bikim.
  • Min xwişkên wê kirin dêlik, heke min ew nekuştin, ji ber ku min nexwest ev keçika ciwan xemgîn bibe.
  • Paşê gava Xelîfeyî careke din bihîst ku xwişkeke Ganemî, yeke gelekî spehî û ciwan heye(...)

(Çîroka Hezar û Şevekê, werger: Serdar Roşan, Weşanên Nûdem)

Ji wêjeya klasîk[biguherîne]

  • Hon bo me di halî da 'edîl in
    Xwişkek me hebû, ji rengê sorgul
    Hilgirtiye wê ji bo xwe bulbul
    (Mem û Zîn ~1692, Ehmedê Xanî)

Hevwate[biguherîne]

Dijwate[biguherîne]

[biguherîne]

Ji[biguherîne]

xweh + -şk / -çik

Ji proto-hindûewropî *swesor, proto-aryayî *swesar- > *hwehar > *xwehar, hevreha sanskrîtî sveser, avestayî xveher, pehlewî xweh(er), farisî xwaher, partî xwar, belûçî gwâher, zazakî waye, bi hewramî walî, bi soranî xweyşk.

avestayî: xvanhar- ("xwişk")
pehlewî: xwāhar ("xwişk")
sogdî: xwār ("xwişk")
farisî: xwāher ("xwişk")
osetî: xwār ("xwişk") ... alfabeya arî
kurmancî: xwişk, xweh ("xwişk")
soranî: xuşk, xweyşk ("xwişk")
hewramî: wāle ("xwişk")
zazakî: way ("xwişk")
sanskrîtî: svasar ("xwişk")
yewnanî: éor ("xwişk")
latînî: soror ("xwişk")
elmanî: Schwester ("xwişk")
inglîzî: sister ("xwişk") ...

Çavkanî: Horn p.111, Watkins p.89, MacKenzie P.135, Etymonline
Hevreh: xwarza, xwarzî

Bi zaravayên kurdî[biguherîne]

Werger[biguherîne]