na

Ji Wîkîferheng
Jump to navigation Jump to search
1rightarrow.png Binêre herwiha: Na

Kurmancî[biguherîne]

Bilêvkirin[biguherîne]

Hoker 1[biguherîne]

Na!

na

  1. nexêr, ne, no, bersiva redker,
    bersiva neyînî bo pirseke erênî,
    peyvikek e ku wateya dijî gotinekê didiyê:
    • Gelo ew kurd e?
      Na. (Ew ne kurd e.)
    • - Tu dê îro biçî?
      - Na. (Ez naçim.)
  2. erêkirina pirseke neyînî, qebûlkirina pirseke negatîv:
    • Gelo ew ne kurd e? - Na. (Ew ne kurd e.)
    • Tu îro nayê? - Na. (Ez nayêm.)
  3. peyveke qedexekirinê yan haydarkirinê:
    • Na, wisa nekin!

Bi alfabeyên din[biguherîne]

Hevwate[biguherîne]

Dijwate[biguherîne]

Têkilî[biguherîne]

Bide ber[biguherîne]

Binêrin herwiha[biguherîne]

Bi zaravayên kurdî[biguherîne]

  • Soranî: na, ne, nexêr
  • Kurdiya başûrî: na, ne, nexêr
  • Hewramî: ne
  • Zazakî:

Etîmolojî[biguherîne]

Herwiha ne û no, hevrehên soranî نا (na) û نه‌ (ne), goranî/hewramî ne, zazakî , farisî نا (na) û نه‌ (ne, nê) û نی‎ (nê), tacikî на (na) û не (ne), pehlewî 𐭫𐭠‎ (nê), avestayî 𐬥𐬀‎ (na, /ne/), osetî нæ (næ), hexamenişî nai (/ney/), sanskrîtî (ná), hindî (na) û ना (nā), ûrdûyî نہ‎ (na, ne), ‎latviyayî ne, lîtwanî , rûsî не (nʸê, nʸi), bulgarî не (nê), çekî ne, polonî û slovakî nie, bretonî ne, îrlandî , latînî û nōn, fransî ne û non, îtalî no û non, spanî no, portugalî não, romanî nu, inglîzî no û not, almanî nein, danmarkî û swêdî nej (/ney, nêy/), norwecî nei... hemû ji proto-hindûewropî *ne.

Peyv wek ne ... ne ji zimanên îranî ketiye tirkî jî.

Peyva kurdî nexêr û ya farisî نخیر‎ (nexêyr) awayekî rêzgirtin û ihtiramê yê gotina na, ne ye û ji ne ya îranî û خیر‎ (xeyr) (xêr, xweşî, bereket) ya erebî hatiye çêkirin wek heçku mirov bibêje "bixêr be lê na" yan "na lê bixêr be".

Peyva tirkî hayır (na, ne, nexêr) jî dîsa ji erebî خیر‎ (xeyr) (xêr, xweşî, bereket) e û wê di tirkî de bergeha bikaranînê li yok ya xwemalî teng kiriye. Di zimanên din yên tirkîkî de bi piranî hevrehên peyva yok hem li cihê yok û hem jî cihê hayır tên bikaranîn.

Çavkanî
  • Chyet, Michael L. (2003): Kurdish-English Dictionary, Ferhenga Kurmancî-Inglîzî, Yale University Press.
  • Horn, Paul. (1893): Grundriss der neupersischen Etymologie [Bingehê etîmolojiya farisî] (bi almanî). Strassburg
  • Lubotsky, Alexander. Indo-Aryan inherited lexicon . University of Leiden.
  • Nişanyan, Sevan: Çağdaş Türkçenin Etimolojisi [Etîmolojiya Tirkiya Niha] (bi tirkî)
  • Pokorny, Julius (1959), Indogermanisches etymologisches Wörterbuch [Ferhenga etîmolojî ya hindûewropî] (bi almanî) Bern, München: Francke Verlag
  • Цаболов, Р. Л.: Эмцмолоƨцческцц̆ словарь курδскоƨо языка, (Tsabolov, R. L.: Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî, (2-beşî) (bi rûsî), Moskova 2001-2010
  • Watkins, Calvert. The American Heritage Dictionary of Indo-European Roots, 2nd ed., Houghton Mifflin Co., 2007. (Amazon.com ra)
  • Etymonline. Online English Etymology Dictionary. <etymonline.com> by Douglas Harper.
  • The Tower of Babel - An Etymological Database Project [Birca Babilê - Projeyeke Danegeha Etîmolojî] (bi inglîzî û rûsî): http://starling.rinet.ru/

[biguherîne]

Werger[biguherîne]

Hoker 2[biguherîne]

na

  1. (vê demê, vî zemanî): Guhertoyeke niha

Daçek[biguherîne]

na

  1. (navber, nav) Guhertoyeke nav (2)

Soranî[biguherîne]

Hoker[biguherîne]

na (na)

  1. na, ne, nexêr

Zazakî[biguherîne]

Cînav[biguherîne]

na

  1. , ev (bo mêzayendan)

Etîmolojî[biguherîne]

bi metatezê hevreha farisî an, belûçî ã, kurmancî hin- (wê/wî: hingê = wê demê) ji zimanên îranî