Here naverokê

peyv

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]
Tewandina peyv  
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî peyv peyv
Îzafe peyva peyvên
Çemandî peyvê peyvan
Nîşandera çemandî peyvê wan peyvan
Bangkirin peyvê peyvino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî peyvek peyvin
Îzafe peyveke peyvine
Çemandî peyvekê peyvinan

peyv m, p-ya nerm

  1. Zîncîreya kelîmeyan ku fikrekî îfade dike.
    Hevmane: gotin, axaftin, şitexalî, şor, xeber
    • Îro xebat, karê te ye;
      Lewra ko şans yarê te ye,
      Her kes di bin barê te ye
      Peyvên te rast , yen min derew.
       — (Hawar, Kî Bi Ya Min Dike1941Cegerxwîn, hj. 29, r. 9)
    • Ji ber ko pirên meselokan bi qafiye dibin û hewceyî gelek bêjeyên yekdeng û yekbêjin di koça pêşîn da zimên têra wan ne dikir. Bi vî awayê peyivê ra ereb seci' dibéjin; yanî gotinên bê wezin û bi qafiye. — (Ronahî, Ziman û nivîsandina wî1944Osman Sebrî, hj. 24, r. 22)
    • (...) wan dev ji munaqeşa xwe berdan û peyva xwe guhertin ser tiştekî din. — (Firat CewerîGirtî, Weşanên Nûdem1986)
    • (...) bi peyveke mîna şîr û hingiv got: - Niha tu nabî kurê min, ez jî bavê te? — (Zeynelabidîn ZinarBalafira Jînê, Weşanên Pencînar1993ISBN 91 972090 3 1)
  2. Çend herfên ku bi hev re tên nivîsîn û maneyekê didin.
    Hevmane: kelîme, gotin, bêje, çekû, peyvik, peyvok
    • Ma ne berî niha me dengê nav bêna (K - Q) ji di nivîsandinêd xwe da ne standi bû elîfbêya xwe. Belê ji ber go me di vî dengî da nezîkî 600 peyvî zapkir, ji ne çarî pîtek nû î Hevedûdani (Kh) me stand elîfbêya xwe. — (Musa AnterFerhenga Khurdî - Tirkî[1], Yeni Matbaa, Istanbul, 1967, r. 165)
    • Tê bîra min ku lî wê derê ji devê mîn bî tenê peyvek derket: Heyf e.. — (Mehmed UzunMirina Kalekî RindWeşanxana Orfeus1987)
    • Ev dengdar bi vekirina dev dengekî kurt û yekcar ji nîvê qirikê derdixe. Di destpêka peyvên kurdî de nayê bikaranînê. — (1997Selîm BiçûkRêzimanê Kurdî (Kurmancî), Weşanên Înstîtûta Kurdî, çapa 1ê, r. 15)
  3. Axiftina kesek dike yan dixwîne xisûsen yeke amadekirî.
    Hevmane: gotin, sohbet, mijar, gotar
    • Peyiva Serekcimhûr Ruzwelt
      Leşkerên Me Ber Bi Berlîn û Tokyoyê Ve Dimeşin
       — (Roja Nû, , 1943, hj. 14, r. 2)
    • Peyv û civîn pir dibûn,
      Diçûn Ba hav
      U dihatin,
      Rûdinştin
       — (1964ÇîroknivîsŞerê Azadî, r. 24)

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Herwiha

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Paşvesazî ji peyivîn.

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya word a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.