Here naverokê

bêje

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA(kilîd): /beːˈʒɛ/
  • (Navdêr)
    Deng (Bidlîs): guhdar bikeⓘ(file)
  • (Lêker)
    Deng (Bidlîs): guhdar bikeⓘ(file)
  • Kîtekirin: bê·je
[biguhêre]

bêje m

  1. (purîzm) Çend herfên ku bi hev re tên nivîsîn û maneyekê didin.
    Hevmane: kelîme, gotin, peyvik, çekû, peyv, peyvok
    • 1994, C.A.Bedirxan, Bingehên Gramera Kurdmancî, rûpel 15:
      Bi tîpan kît û bi kîtan bêje bi hev dikevin. Pirîcar bêje an kesekî an tiştekî dinimîne.
    • 1995, Xurșîd Mîrzengî, Sînor, Stockholm: Nûbihar, →ISBN, rûpel 98:
      Derdê giran, navê wî jî Ristem e. Heta heft saliya xwe bêjeyek tenê jî bi tirkî nizanibû. Lê di dibistana tirkan de xwendiye, bûye neyarê azbeta xwe.

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina bêje
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî bêje bêje
Îzafe bêjeya
bêja
bêjeyên
bêjên
Çemandî bêjeyê
bêjê
bêjeyan
bêjan
Nîşandera çem. wê bêjeyê
wê bêjê
wan bêjeyan
wan bêjan
Bangkirin bêjeyê
bêjê
bêjeyino
bêjino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî bêjeyek
bêjek
bêjeyin
bêjin
Îzafe bêjeyeke
bêjeke
bêjeyine
bêjine
Çemandî bêjeyekê
bêjekê
bêjeyinan
bêjinan

Formên alternatîv

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji aliyê zimannasê kurd Celadet Alî Bedirxan ve hatiyê çêkirin ji -bêj- (forma dema niha ji lêkera gotin) + -e. Bide ber farisî واژه (vaje, “kelîme”).

Bide ber

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]

Formek lêkerê

[biguhêre]

bêje

  1. (Sirûc, Bismil, Îdir, Wan/Bazîdaxa, Mêrdîn, Mûş, Semsûr/Kolik, Gever, Licê, Hekarî, Bêdlîs) Guhartoyeke bibêje.
    Navê xwe bêje.
    Ew çi bêje jî, ez nakim.
    Bila ji min re bêje ka çi dixwaze.

Anagram

[biguhêre]