Here naverokê

biwêj

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA(kilîd): /bɘˈweːʒ/
  • Deng (Amed): guhdar bike(file)
  • Kîtekirin: bi·wêj
[biguhêre]

biwêj m

  1. (purîzm, kevnbûyî) şair[1][2]
    • 1944, Dilbikulê Doskî, “Serbestî”, li ser Ronahî, hejmar 26, rûpel 27:
      Gelê serbest dê behsê bab û bapîr û mêrçak û biwêjêt (şair) xwe ket û xûnit.
    • 1973, Hemîd Derwêş, Pêşgotina Kîme Ez ya Cigerxwîn, rûpel 3:
      Çi gava ku mirovek, têkoşer û şoreşgerên kurd bîne ber çavên xwe, bê guman, navê biwêj (şair) ê mezin Cigerxwin di nav wande wê bê êjmartin.
  2. (rêzimanî) Çend kelîmeyên li gel hev yên ku maneyeke xisûsî didin, ne maneya her yek ji wan kelîmeyan.
    Hevmane: tebîr, fraz, îdyom
    "Emrê Xwedê kirin" biwêjek e ku wateya "mirin"ê dide.
    • 1965, Kamiran Alî Bedirxan, Langue Kurde[3], çapa 2an, Parîs, rûpel 164:
      -{Locution adverbiale}-biwêja rengpîşe

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina biwêj
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî biwêj biwêj
Îzafe biwêja biwêjên
Çemandî biwêjê biwêjan
Nîşandera çem. biwêjê wan biwêjan
Bangkirin biwêjê biwêjino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî biwêjek biwêjin
Îzafe biwêjeke biwêjine
Çemandî biwêjekê biwêjinan

Notên bikaranînê

[biguhêre]

Maneya 2an ya fraz, tebîr ji aliyê dariştinê ve xelet e.[ç 1] Bide ber bikir (ê ku dikirre).

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Neolojîzmeke soranî بوێژ (biwêj, şair) ye ku ji aliyê Gîw Mukriyanî ve hatiyê çêkirin.[ç 2] ji ب (bi-, pêşgira failî, bide ber kurmancî bikir (mişterî)) +‎ وێژ (-wêj-, rehê dema niha ya fiîla ۋاتەی (watey, gotin)).[ç 1] Bide ber wêje.

Maneya 2an ya fraz, tebîr ji eynî rehî ji aliyê Kamiran Alî Bedirxan ve hatiyê çêkirin.

Çavkanî:

  1. ^ a b Zülküf Ergün (2021), “Çend Kêşeyên Veguhestinê ji Kurdîya Soranî bo Kurdîya Kurmancî”, li ser Nûbihar Akademî[1], cild 4, hejmar 15, rûpel 40
  2. ^ Zülküf Ergün (2024), Plandanîna Zimanê Kurdî (Kurmancî-Soranî) di Mînakên Korî Zanyarî Kurd û Enstîtuya Kurdî ya Parîsê da[2], rûpel 57 "dariştina bêjeyan tiştekî asayî dibîne û di nivîsareke xwe da dîyar dike ku bêjeyên “wêje” û “biwêj” ê ji alîyê wî ve hatine dariştin (Hetaw: 1958: 4-5) û bêjeya “kovar” ê jî cara pêşî wan di Zarî Kirmancîyê da dahênaye (G.M., 1958: 23)"

Bide ber

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]

Formeke lêkerê

[biguhêre]

biwêj

  1. (Semsûr/Kolik) Guhartoyeke bibêje.

Çavkanî

[biguhêre]
  1. ^ Qanatê Kurdo (1960), Ferhenga kurdî-rûsî, Moskva: Neşirxana Dewletê ya Ferhengêd Zimanê Miletêd Dereve o yê Sovêtîstanê, rûpel 124
  2. ^ Anter, Musa (1967), Ferhenga Khurdî - Tirkî, Istanbul: Yeni Matbaa, rûpel 25