Here naverokê

taybet

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA(kilîd): /tʰɑːjˈbɛt/
  • Deng (Bidlîs): guhdar bike(file)
  • Kîtekirin: tay·bet

Rengdêr

[biguhêre]
Pozîtîv taybet
Komparatîv taybettir
Sûperlatîv herî taybet (merkezî)
tewrî taybet (rojavayî)
taybettirîn (soranîzm)

taybet, t-ya req (1), t-ya nerm (2)

  1. xas, awarte, radî, xusûsî, arizî, cuda, ferq, yegane, ne mîna yên din, ne wek yên dî,
    tiştek wisan hebûn ku yên din nîne,
    tiştek wisan tinebûn ku yên din heye
    Mem û Zîn di nav berhemên serdema navîn de taybet e.yegane ye
  2. cihê, têvel, şexsî, prîvat, întîm, taybetî, ferdî[Ev rêz ji aliyê botê ve lê hatiye zêdekirin, ji kerema xwe re kontrol bike!]. kesane
  3. girîng
    Tu li ber çavê min mirovekê taybet î (mirovekê girîng î).

Formên alternatîv

[biguhêre]

Dijmane

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji erebî طيبة (ṭeybet, başî, qencî, hêjayî, jêhatîtî) yan ji aramî ܛܝܒܘܬܐ (tˁaybuθɑ), îbranî טובה (tobe, tove: baş). Bo guherîna maneya bide ber "xas" ku di kurdiya başûrî de maneya "baş" wergirtiye yan zor ku di soranî de wateya "gelek, pirr" wergirtiye. Herwiha dikare ji طبيعة (ṭebî'et, sirişt, xwerist, tebîet) ku herwiha serekaniya "tebîet" ya kurdî ye jî; ji طبع (ṭeb', muhr, teb', çap, dews, şûn, şop). Bi metatezê "tebî'et > *te'îbet > taybet". Bo guherîna "e+eyn" bi "a" di kurdî de binêre: "aqil, alif, ala".

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya special a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.