muhr
Here nagîvasyonê
Here lêgerînê
Kurdî[biguhêre]
[biguhêre]
Zayenda mê ya binavkirî | ||||
---|---|---|---|---|
Rewş | Yekjimar | Pirjimar | ||
Navkî | muhr | muhr | ||
Îzafe | muhra | muhrên | ||
Çemandî | muhrê | muhran | ||
Nîşandera çemandî | wê muhrê | wan muhran | ||
Bangkirin | muhrê | muhrino | ||
Zayenda mê ya nebinavkirî | ||||
Rewş | Yekjimar | Pirjimar | ||
Navkî | muhrek | muhrin | ||
Îzafe | muhreke | muhrine | ||
Çemandî | muhrekê | muhrinan |

muhr mê
- Nîşana ku çêkerê/a belgenameyek fermî li wê belgeyê dide daku bêt zanîn ku resen e anku ne sexte ye.
- Amûra ku ew nîşan pê tê çêkirin.
- (mecazî) Taybetmendî, xusûsiyet.
- Ergatîvî muhra kurmanciyê ye — (Newzad Hirorî, Nefel.com, 2005))
- (mecazî) Bandor, tesîr.
- Vê nûçeyê muhra xwe li rojevê kir.
Ji wêjeya klasîk[biguhêre]
- Şûşeya nûrîn cesed lê
Dergehê muhra ehed lê
Eks û nişana semed lê— (Feqiyê Teyran ~1620)
Herwiha[biguhêre]
Bi alfabeyên din[biguhêre]
Bide ber[biguhêre]
Jê[biguhêre]
Etîmolojî[biguhêre]
Ji erebî مهر (muhr), ji zimanên îranî, bi pehlewî mihr, mitr, parsî mîhr, hexamenîşî mitre-, miθre-, avestayî miθro-, sanskrîtî मित्र (mitre-), hemû ji proto-îranî *mitra- (“peyman, ehd”). Heman peyv serekaniya mihrevan ya kurdî ye jî lê idiayên ku dibêjin peyva mîr û/yan merheba jî jê ne, bêbingeh in; ew herdu ji erebî ne. Peyva kurdî "muhr" û ya farisî مهر (muhr) bi forma erebîkirî ve ji erebî li kurdî û farisî vegeriye.