Here naverokê

wek

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA(kilîd): /ˈwɛk/
  • Deng (Wan): guhdar bike(file)
  • Deng (Qoser): guhdar bike(file)
  • Kîtekirin: wek

Daçek

[biguhêre]

wek, k-ya nerm

  1. Peyvikeke rêzimanî ye bo diyarkirina hevşibiyê, hevdemiyê, hevahengiyê yan hîkariyê.
  2. Daçekek e bo diyarkirina ku hin tişt bi hin taybetmendiyên xwe ve yek in yan nêzî hev in.
    Mirov û heywan ne wek hev in.
  3. Daçekek e bo diyarkirina ku hin tişt nimûne ne ji tiştekî.
    Ew li gelek welatan geriyaye, wek Almanya, Fransa, Swêd û Amerîka.
  4. Daçekek e bo diyarkirina sedemê.
    Wek hûn jî dizanin, ez ne li malê bûm.
  5. Girêdekek e bo diyarkirina çawaniyê.
    Wek dixwazî, bike.
    Tu çawan bixwazî, wisan bike.
  6. Girêdekek e li şûna bi awayê ku.
    Gelo her tişt wek ku hatiye gotin rast e?
  7. Eynî tiştekî yan kesekî.
    Ew jî tam wek birayê xwe ye.
    • Ehlen we-sehlen merheba
      Min dilberek wek dur heye
      Mehbûbê şîrînsir heye
      — (Melayê Cizîrî (~1640), Dîwan)
    • Bo min yek heye
      Wek wê tune ye
      Hey Rukena min...
      — (Hozan Kawa - Ruken 2008)
  8. Bi taybetmendiya tiştekî yan kesekî de.
    Wek kesek kurd, ez vê neheqiyê li gelê xwe qebûl nakim.
  9. Di dema tiştekî de.
    Wek zarok, me pir dilîst.
    Dema em zarok bûn, me pir dilîst.
  10. (devokî) ku
    Wî dizanî wek ez hatime.
    Wî dizanî ku ez hatime.
  11. demê, wextê
    Wekî ez hatîm, ew diçû.
  12. ji bo, bo, bona
    • Lê çawa pêşkêş bavê min salê du berx û karek jî distend, ew jî wekî ziyan negehîşta pez. — (1931, Hakob Qezeryan-Lazo, Serhatiya Casim, guhastin:Haciyê Cindî-Emînê Evdal)

Formên alternatîv

[biguhêre]

Hevmane

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Hevreh bi soranî وەکوو (wekû). Ji ewe ku, wek dikare bê dîtin li gotinên mîna heta weku[1], soranî تاوەکوو (tawekû, heta ku) (yehnî "heta ewe ku, heta wiya ku"). Paşê heçko paşgirka -ek li dawiyê heye hatiye fehm kirin, lew sûretên weke, wekî.

Werger

[biguhêre]
[biguhêre]

wek

  1. (vexwarin) av

Çavkanî

[biguhêre]
Ev made ji wergerên av/Werger1 hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]
[biguhêre]

wek

  1. deng, sewt, awaz

Çavkanî

[biguhêre]
Ev made ji wergerên deng hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]
  1. ^ Heta weku dewrê munteha bit, Mem u Zîn, Ehmedê Xanî