Here naverokê

cihê

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]

Rengdêr

[biguhêre]
Pozîtîv Komparatîv Sûperlatîv
cihê cihêtir herî cihê (merkezî)
tewrî cihê (rojavayî)

cihê

  1. Ne mîna hev, ne wek hevdu, ne şibî êkdu.
    Ew hemî eynî ne lê ev cihê ye.
  2. Ne bi hev re, ne li gel hev, ne li gelêk, ne pêkve.
    Ew û jina xwe cihê bûne..
    Êdî bi hev re najîn.

Hevmane

[biguhêre]

Dijmane

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji forma kevntir cuda, hevreha soranî جیا (cya), zazakî ciya, farisî جدا (cuda) (>kurdî cuda), farisiya navîn ywdtʾk' (cudag, cihê), avestayî 𐬫𐬏𐬙𐬀 (yûte), ji pêş-îranîkî *yutáh (yuteh), ji pêş-hindûîranîkî *yutás, gengaz e ku ji pêş-hindûewropî *yew- (bestin, girê dan) ew binîqaş e.

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]

Formeke navdêrê

[biguhêre]
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Îzafe cihê cihên

cihê n

  1. Rewşa îzafeyî binavkirî yekjimar ya cih.
    Cihê min xweş e.