tîp

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî tîp tîp
Îzafe tîpa tîpên
Çemandî tîpê tîpan
Nîşandera çemandî tîpê wan tîpan
Bangkirin tîpê tîpino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî tîpek tîpin
Îzafe tîpeke tîpine
Çemandî tîpekê tîpinan

tîp

  1. herf, pît, gepek[1], nîşanên dengan
    (Di kurdî de: a b c ç d e ê f g h i î j k l m n o p q r s ş t u û v w x y z)
  2. cûn, cûre, celeb, çeşît, tov, toxim, tewir, reng
  3. kom, grûp, tîm, deste, taxim
    tîpa muzîkê (koma muzîkê, çend kesên li gel hev li muzîkê didin û / yan stranan dibêjin)

Ji wêjeya klasîk[biguhêre]

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Bide ber[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji fransî yan ji îngilîzî type ji latînî typus ji yûnaniya kevn τύπος (túpos). "Tîp" ji "type" ya gelek zimanên ewropî ye ku di fransî de nêzîkî (lê ne tam wek) dengê "tîp" tê xwendin. Heman peyv di îngilîzî de jî heye lê nêzîkî dengê "tayp" tê xwendin. Bi ihtimaleke mezin "pît" jî her ji "tîp" e û bi guhorîna cihê herfan bûye "pît". Di kurdî de guhorîna cihê herfan di peyvan de tiştekî gelek asayî ye: befr/berf, cîran/cînar, çekûç/keçûç, "nik" ya di devoka kurmanciya behdînî de bi manaya "cem, [li] ba, li rex" û "kin" ya di devoka soraniya hewlêrî de bi eynî manayê. Herwiha rast e ku li Başûrê Kurdistanê (bi taybetî li Behdînan) peyva "tîp" bi manaya koma muzîkê tê bikaranîn. Lê ew jî dîsa ji eynî "type"a ewropî ye ji ber ku yek ji wateyên "type" cûn/core/çeşît/taxim/kom tevî ku di îngilîzî de bi manaya "koma muzîkê" nayê bikaranîn jî: http://en.wiktionary.org/​wiki/type (bi taybetî li wateya 1 û 4 binerin).

[biguhêre]

Cûrên tîpan[biguhêre]

Tîpên kurdî[biguhêre]

  1. Aa: آ - ا- ٰ
  2. Bb: ب
  3. Cc: ج
  4. Çç: چ
  5. Dd: د
  6. Ee: اَ - َ
  7. Êê: ئ ء
  8. Ff: ف
  9. Gg: گ
  10. Hh: ه
  11. Ii: اِ - ِ
  12. Îî: ي - إي -ﯼ
  13. Jj: ژ
  14. Kk: ک
  15. Ll: ل
  16. Mm: م
  17. Nn: ن
  18. Oo: ﻭ - او
  19. Pp: پ
  20. Qq: ق
  21. Rr: ر
  22. Ss: س
  23. Şş: ش
  24. Tt: ت
  25. Uu: ُ - اُ
  26. Ûû: ؤ - اؤ
  27. Vv: ڤ
  28. Ww: و
  29. Xx: خ
  30. Yy: ي
  31. Zz: ز

Tîpên erebî[biguhêre]

  1. ا‎ (Aa, Ee, Êê, Iî, Îî, )
  2. ب‎ (Bb)
  3. ت‎ (Tt)
  4. ث‎ (ev tîp tunu dewsa wîde s peltek tê xwendin)
  5. ج‎ (Cc)
  6. ح‎ (Hh) (ev tîp tunu dewsa wîde h piçek stûr û hişk tê xwendin)
  7. خ‎ (Xx)
  8. د‎ (Dd)
  9. ذ‎ (ev tîp tunu dewsa wîde z peltek tê xwendin)
  10. ر‎ (Rr)
  11. ز‎ (Zz)
  12. س‎ (Ss)
  13. ش‎ (Şş)
  14. ص‎ (ev tîp tunu dewsa wîde s şilû tê xwendin)
  15. ض‎ (ev tîp tunu dewsa wîde d stûr û şilû tê xwendin)
  16. ط‎ (ev tîp tunu dewsa wîde t piçek stûr û şilû tê xwendin)
  17. ظ‎ (ev tîp tunu dewsa wîde z piçek şilû tê xwendin)
  18. ع‎ (ev tîp tunu dewsa wîde dema dabir bikevite berîya dengdêrekê dengekê taybet wek dil hezanê tê xwendin)
  19. غ‎ (ev tîp di kurdîde tunu di tirkîde g ya bikume ğ)
  20. ف‎ (Ff)
  21. ق‎ (Qq)
  22. ك‎ (Kk)
  23. ل‎ (Ll)
  24. م‎ (Mm)
  25. ن‎ (Nn)
  26. ه‎ (Hh)
  27. و‎ (Ww)
  28. ي‎ (Yy)

Werger[biguhêre]

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Çavkanî[biguhêre]