Here naverokê

tov

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]
Tovê gulberrojan.

tov n

  1. Tişta/ê tiştek jê çêdibe (bi taybetî dendikên riwekek jê şên dibe).
    Hevmane: dan, dendik
    tovçay ― belgên çay jê têt çêkirin
    • 1995, tercimekirina Fawaz Husên, Mîrzayê Biçûk, Stockholm: Weşanên Nûdem, tercimeya Le Petit Prince ji hêla Antoine de Saint-Exupéry ve, →ISBN:
      Li ser gerestêra mîrzayê biçûk, wek li ser hemû gerestêrên din, gihayên baş û gihayên xirab hebûn. Wilo jî tovên baş gihayên baş didan û tovên xirab gihayên pîs didan. Lê tov bi çavan nayên dîtin.
    • 2004, Huseyin Bektaş, Anatomiya Bedena Mirovan, Weşanên Deng:
      Di menî da pirtikên pir piçûk bi navê tor (spermatosit) hene. Mirov nikare wana bi çava bibîne. Ew di ava meniyê da ajnê dikin. Ev tov (bizir) di gehînêka mêranîyê da, di batîyê mêr da, çêdibin.

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina tov
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî tov tov
Îzafe tovê tovên
Çemandî tovî tovan
Nîşandera çem. wî tovî wan tovan
Bangkirin tovo tovino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî tovek tovin
Îzafe tovekî tovine
Çemandî tovekî tovinan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]
avestayî: taoχman- ("binemal, tuxm")
farisiya kevn: taumā- ("binemal, tuxm")
farisî: toxm ("tov") … alfabeya arî
kurmancî: tov ("tov")
soranî: to, tow ("tov")
hewramî: tom ("tov")
zazakî: tom, toxim ("tov")
sanskrîtî: tokmān- ("binemal, tuxm") ...

Tohum ya tirkî û տոհմ (tohm) ya ermenî ji zimanên îranî hatine wergirtin. Peyva kurmancî "tov" e lê tuxm ji farisî hatiye wergirtin û bi maneyeke piçekê jê cuda. Ev diyardeyeke tîpîk ya kurdî ye, bide ber peyv / peyam.

Çavkanî: Horn p.378, MacKenzie P.134

Bide ber

[biguhêre]

Herwiha binêre

[biguhêre]

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya seed a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
[biguhêre]

tov nt

  1. werîs, ben

Çavkanî

[biguhêre]
Ev made ji wergerên werîs hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]